Navê pirtûkê: ŞER DI ÇÎYAYAN DE
Navê nivîskar: ELÎYÊ EVDILREHMAN
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2021
Ev berhem bahsa şerên di çîyayan de ên salên 1920-30'yî dike. Nivîskar pênûsa xwe wekî makûka tevnê bi kar anîye û bûyer rave kirine. Ji bilî çend kesan, kesên di vê berhemê de navê wan derbas dibin ne kesên rastîn in. Wekî din hin bûyer û hûrgilîyên hemî bûyeran ji alîyê nivîskar ve hatine sêwirandin. Em bibêjin ev berhem romaneke dîrokî ye jî divê xendevan bûyeran bi bêjinga xwe bêjing bike û ji bo nivîs û nîqaşan neke çavkanî. Lê ji alîyê wêjeyî ve nivîskar me li pênûsa xwe siwar dike, dibe wan çîyayan û me dike temaşevanên wan şeran.
[1]