Navê pirtûkê: FINCANA FERFÛRÎ
Navê nivîskar: EZÎZÊ GERDENZERÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2021
Ev roman derheqa evîndarî û emrjîyana xwendekarên kurd yên li Yekîtiya Sovyet de ye. Li vir avtor dide xuyakirin, ku derece û aspektên sosyalî û civakî, bi çi awayî tesîr û hikumê xwe, li ser psîkolojî û ruhê netewî dihêlin. Meyr û Têmûr hevdu hez dikin, lê ewan ji qebîlên kurdewariyê yên cuda ne. Li welêt de zewacên bi vî awayî, li tev van herdu malbetan, ji “adet der” tê dîtin...
Rast e li welêt de tê gotin: reva jinê adeta dinê, lê li welêt de, reva jinê dibe sedema kuştinê, dijminatiyê... Kevneşopî û adetên ziyankêş, li Yekîtiya Sovyet de jî dibin astengî li ser riya evînê, lê kuştin û dijminatiyê dernaxin holê... Nexweşiyên nû, li ser riya evînê, derdikevin holê. Nexweşiyên nû, bi ziyankêşiya xwe ve ji kevneşopî û adetên kevm ne kêmtir in...[1]