Destnivîska Mela Mistefayî ya “Rahênanên Zimanê Kurdî” (Nirxandin, Metin)
Mikail BÜLBÜL Mustafa ÖZTÜRK
Kurte
Armanca vê gotarê, nirxandin û dayîna metina latînîzekirî ya berhema Mela Mistefayî “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye ku di 1860î da û ji bo hînkirina kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhem wekî destxet, di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî bi navê Kurd 48ê tomarkirî ye û yek ji berhemên giring e. Mela Mistefayî di vê berhemê da zêdetirî heşt sed hevok wekî rahênan pêşkêş kirine ku di wan da mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahî, yekhejmarî, pirhejmarî hene. Ji alîyê deman ve bi taybetî li ser sê demên sereke, borî, niha û dahatîyê sekinîye û berhema wî bi piranî ji mînakên van deman pêk dihê. Dema ku Mistefayî dem pêşkêş kirine û kêşana karan nîşan dane, hem formên wan yên erênî hem jî nerênî û carinan jî li gor yekhejmarî û pirhejmarîya wan nîşan dane.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493207&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Destnivîska Mela Mistefayî ya “Rahênanên Zimanê Kurdî” (Nirxandin, Metin)=KTML_Link_External_End=