=KTML_Bold=Kurd û peyva „bihuşt“ê!=KTML_End=
ikram oguz
Bi destpêka pandemîyê va mirin zêde bû.
Her diçe jî zêde dibe.
Di pêvaja ya pandemîyê ra tewna jîyanê jî hate guhartin.
Çûyîn û hatin kêm bûn…
Rewş û têkilîya însanan guherî.
Êdî ne şahî mîna berê tên lidarxistin…
Ne jî şîn tên kirin.
Serxweşî jî êdî bi rêya telefonê ya jî li ser medya civakî tê dayîn.
Ger ku pê bihesim, ez jî li ser medya civakî ji heval û hogirên xwe ra sersaxîyê dixazim û ji dûr va êşa wan par va dikim.
Li peyamên heval û hogirên xwe dinihêrim û dixwînim.
Bi taybetî pêyamên ku bi Kurdî hatibin nivîsandin, zêde bala min dikişînin.
Bi hinek peyaman bêhemdî dikenim, bi hinekan jî xemgîn dibîm û diqahirim.
Jiber ku hinek kurdên ku ji çerxa pişaftinê dûr û hê Kurd mane, xwe li hember tirkan piçûk dibînin û sedem piçûkdîtina xwe jî dest ji zimanê xwe yê şêrîn ber didin, bi tirkîyeke şaş û nîvco, heger jê ra peyam were gotin, bi qalibên kurdî hevokek bê bêhnok û bê noqte peyama dinivîsînin û parve dikin…
Ji wan hinek, di şûna “kirasguhartin” a bi Kurdî da, “don değiştirdi” ya bi Tirkî bi cîh dikin, ku ê de bixwîne û bêhemdî nekene…
Hinek kurdên ku di çerxa pişaftine da derbas bûne û ji dewlemendî û qalibên zimanê xwe bêpar mane, ew jî bi qalibên Tirkî û bi kurdîyeke şaş û nîvco, bi peyvên ku tenê di ferhengan da cîh digrin, çend hevokan li pey hev rêz dikin. Lê ne ew ne jî kesên ku bixwînin tiştekî jê fam dikin.
Di hemû peyamên sersaxîyê da peyveke hevpar cîh digre, ku ew jî peyva bihuştê ye.
Lê ne bi rengekî, bi reng û tîpên ji hev cuda…
Bihuşt…
Buhuşt…
Bihûşt…
Beheşt…
Behişt…
Biheşt û hwd…
Bihuşt û wateya wê yek e û di her zimanî da jî bi peyvek tê binavkirin.
Di zimanê Kurdî da jî bi peyvek tê nivîsandin.
Lêbelê her kurdek vê peyvê bi hinek tîpên cuda dinivîsîne.
Gor hineken, „u“ dibe „e“, ya jî kumik tê serê „u“yê û dibe „û“.
Ez bixwe „bihuşt“ dinivîsim…
Gelek kes jî mîna min dinivîsin.
Çawa ku di warê sîyasetê da ji hevparîyên xwe zêdetir li cudahîyên xwe digerin û ji hev dûrdikevin, di nivîsandina peyveke piçûkta jî ji hev cuda dikevin.
Sedem vê yekê di peyva bihûştê da jî bi hev nakin û ji hev cuda dinivîsin.
Hew jî li pey hev û di bin sersaxîyeke hevpar da…
Jiber ku ne kes li nivîsandina keseke din dinihêre, ne jî kesek rastîya keseke din dipejirîne.
Kî û kê bi çi awayî nivîsîbe, ew ya xwe rast dibîne û ji wê rastîyê gavekî şûnda navêje.
Gor vê helwestê kîngê rewşa kurdan were rojevê, herkes serê xwe ji kozika xwe bilind dike û dibêje:
Kurd çima nabin yek û çima di navbera xwe da yekitîyeke milî ava nakin?
Lê tu kes nafkire, civaka ku nivîskar û ronakbîrên wê, gundî û bajarîyên wê di nivîsandina peyveke piçûk da bi hev nekin, sîyastvanên wê çawa li ser kar û barên mezin û giran bi hev bikin.
Loma carcaran aş dihêlin û li pê çeqçeqê dikevin, carcaran jî bê çeqçeqê kevirê aş digerînin…
Bila bê sebeb negotine, gav bi gav ya jî dor bi dor…
Di vê em jî, berê ji tiştên piçûk va dest pê bikin, ku bikaribin ji bin kar û barên giran derkevin.
Jiber ku bi kirina tiştên piçûk, kar û barên giran û mezin piçûk û sivik dibin…[1]