=KTML_Bold=Dersa Kurdî ya bijarte û çend gilî û gazin=KTML_End=
İkram Oguz
Li Tirkîyê dersa Kurdî ya bijarte, di sala 2012an da dest pê kir.
Li gor rêziknameya wezareta perwerdeyî ya Tirkîyê, xwendekarên dibistanên navendî yên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî, dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî jî pêwîst e, ku ew ders kêmasî ji alî 10 xwendekaran va bê hilbijartin. Ji bo îsal, proseya serlêdana dersa bijarte di roja 3ê Çile da dest pe kir û di roja 21ê Çile da jî bi dawî dibe.
Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an da, li seranserê Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî, 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.
Ji destpêka serê sala nû pê va, dersa bijarte ya kurdî di rojeva Kurdên Bakur da weke mijara sereke cîh digre û tê nirxandin.
Hemû partî û komelên kurd, bi vê majarê ra mijûl in. Hinek bi tirkî, hinek jî bi kurdî bang li dê û bavê xwendekarên kurd dikin, ku ew ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin.
Ew kesên ku vê daxwazê dikin, mixabin pirranîya wan ya zimanê xwe yê şirîn nizanin ya jî di jîyana xwe ya rojane da bi kar naynin.
Ew li xwe venagerin û nakokîya ku di navbera daxwazên wan ên ezber û jîyana wan da cîh digre nabînin.
Loma daxwaz cîhê xwe nagrin û bi derbasbûna demê ra jî her diçe erzan dibin…
Çend mînak:
Gundî ye…
Zarokatîya wî li gund, li serê çol û çîyan û di nav ajalan da derbas bû ye.
Loma rû bi rû karê bişavtinê nebû ye û li ser koka xwe ma ye.
Di bîst salîya xwe da, ji bo ku ji dewletê ra leşkerîyê bike, bi çavên hêsir berê xwe daye bajêr û ji gund derketîye.
Di dema leşkerîyê da gotina serleşker fahm nekirîye, her carê bi şîrmaqa ku xwarîye ra tewişîye û xwe di nav lingên serleşker da dîtîye.
Jibo ku vala nemîne û kêrî tiştekî were, şev û roj pîvaz û kartol pûrkirîye û ji hêsiran çavê wî venebûye.
Piştî du salan vegerîyaye mala xwe û bi çend peyvên tirkî yên ku ji zulimkarên xwe bihîstîye, bi wan axaftina xwe dixemilîne, pesnê mêranîya xwe ya ku bi serleşker ra kirîye, dide.
***
Bajarî ye…
Di dibistanên dagirkeran da perwerde bûye û di her xalên jîyana xwe da hatîye bişavtin.
Pişti zanîngehê di kargeheke dewletê da dest bi kar kirîye û bi jineke tirk ra zewicîye.
Bi zar û zêçên xwe ra li bajareke mezin dijî û di salê da carek tenê dê û bavê xwe dibîne.
Di navbera dê û bavên xwe yên kurd û gundî û qîz û lawê xwe yê tirk û bajarî da dimîne.
Jiber ku zarokên wî zimanê dayîka wî, dê û bavê wî jî zimanê dayîka zarokên wî nizanin.
Bi dê û bavê xwe ra qise bike, qîz û lawê wî, bi qîz û lawê xwe ra qise bike jî dê û bavê wî fahm nakin.
Qîz û lawê xwe hîni kurdî nake, lêbelê, di dawîya emrê wan da dê û bavê xwe hînî tirkî dike û mala wan dişewitîne.
***
Mamoste ye…
Bi fikr û ramanê xwe va çepgir û şoreşger e.
Dixwaze dinyayê biguherîne.
Qasî şoreşgerîya xwe mirovhez û dilnizm e…
Loma berê ji hemû miletên xwedî dewlet ra demokrasî û azadîyê, ji miletên bindest ra serxwebûnê dixwaze.
Jibo perwerdeyîya bi zimanê zikmakî li dijberî sîyaseta dewletê derdikeve, bi cangorî dixebite û şoreşgerîyê dike, lêbelê di nav mala xwe û di jîyana xwe ya rojane da bi zimanê dewletê diaxife.
Li dibistanê zarokên xelkê, di mala xwe da jî zarokên xwe dibişifîne û helwesta xwe ya li hemberî dewletê ji binî va pûç dike…
***
Penaber…
Ji xak û maka welatê xwe dûr ketîye.
Li welateke dûr û li xerîbîyê dijî.
Di rojê da heyşt saetên xwe li kar, heyşt saetên xwe jî li komel û bi sîyasetê ra derbas dike.
Di karê xwe yê sîyasî da tûj û tund e.
Ji dûr va û bi gotinên ezber dewleta dagirker hildiweşîne û di nav kawilên wê da bi îlankirina welateke serbixwe, xewn û xeyalên xwe dixemilîne.
Di jîyana xwe ya rojane û di xewn xeyalên xwe yên xemilandî da jî zimanê dewleta dagirker bi kar tîne. Bixwe dibe dagirkerê mala xwe û bi destê xwe mala xwe dişewitîne.
***
Rewşenbîr û ronakbîr, nivîskar û rojnamevan e…
Xwe porsipî û zana dihsibîne…
Pesnê şoreşgerîya xwe ya di dema xortanîya xwe da kirîye, dide û bîranînên xwe vedibêje û dinivîsîne…
Qala zewac û xinamtîya xwe ya bi tirkan ra kirîye, dike û bi wan mirovhezî û enternasyonalîstîya xwe dixemilîne.
Ji gel û ji zimanê gelê xwe dûr disekine, bi zimanê dagirkerên xwe diaxfe û dinivîse.
Dû ra li kurdên feqîr û belengaz vedigere, bê pîvan diavêje û dibêje, „ji bo ku gelê dagirker bibihîze û bixwîne, di bin tesîra nêrînên min ên giranbiha da bimîne û ji bo mafê kurdan li dijberî dewleta xwe derbikeve, ez bi zimanê wan diaxifim û dinivîsîm…“
***
Piçek kêm ya jî zêde rewşa kurdên ji bakur ev e…
Yên ku li derveyê welat ya jî di xewn û xeyalên xwe yên zarokatîyê da dijîn, naxwazên vê rewşê bibînin. Tenê ji dê û bavên zarokên 10-12 salî gilî û gazinan dikin û dibêjin, „ew çima ji bo zarokên xwe dersa kurdîya bijarte, hilnabijêrin…“
Tu kesek serê xwe bilnd nake û nabêje:
Tu çi dikî?
Tu çima di mala xwe da û bi zar û zêçên xwe ra, di jîyana xwe ya rojane da û bi heval û hogirên xwe ra zimanê xwe yê zikmakî qise nakî û zimanê dagirkerê xwe hildibijêrî?
Tu çima bi zimanê xwe yê şirîn nanivîsî û der û dora xwe ronî nakî, bi çira xwe ya ku pê pêşîya xwe jî nabîni, di nav tirkan da digerî û xwe dixapînî?
Çima li xwe venagerî û kêmsîyên xwe nabînî?
Zimanê ku serok û rêvebir, rewşenbîr û ronakbîr, nivîskar û rojnamevan jê dûr ketine û bi kar naynin, zarokên 10-12 salî çima hilbijêrin û bi kar bînin?[1]