Nirxandina pirtûka kurteçîrokan ya Cefa û Hêvî
Fatme Eto
=KTML_Bold=Berga pirtûkê=KTML_End=
Ji bergê tê xuya kirin ku keseyetek di riyekê re diçe û tûrê wî li ser milê wî xuya ye diçe welatên derve li hember wî malek heye ji qadên mirovan hatiye çêkirin ev jî nîşana koletiyê û desthilatdariyê dike û bi rengê zer zer jî sembola ango nîşana nexweşiyê û dîrokekê ji me re vedibêje heta darên derdorên wî zer bûne xuya ye payîze rengê zer xeniqî ye li ser bergê pirtûkê sernavê pirtûkê Cefa û Hêvî sernavê Cefa ji çîroka Cefa hatiye jiyana wî. Ji aliyê berga din jî qesirek heye û du kesên wek hev xuya ye ku birayên hev in li ser hepan siwar bûne bi kenekî ji dil û hêvî tên qesrê rojê tirêjên xwe berdan e erdê.
Navê çîrokê Cefa û Hêvî ye nivîskar Mihemed Welîd e ji du çîrokan pêk tê ev Pirtûkeke çîrokê ye çapa yekem:2021 li Qamişlo, weşanxana: Şilêr, pirtûk ji 124 rûpelan pêk tê.
Kurteya her du çîrokan Ev berhem behsa xizaniyê dike çawa ku mirov ji ber xizaniyê dûrî welatê xwe dikeve, lê mirov çiqas ji welatê xwe dûr be her tim welat di bîra wî de dimîne û şîrêtên bav û kalan divê mirov ji bîr neke û di cihên pêwîst de bikarbîne. Namûsa jinê her tişte ji bo zilam e lê zilam divê ku rastî heqîqetê were piştra biryarê bide heqîqet zanebûne. Lê mirov tu carî nikare poşmaniyê ji bîr û dilê xwe rêzgar bike ….çîroka Hêvî ev çîrok behsa hêviyê dike divê
mirov her tim hêvî li gel hebe û hêviyên xwe ji cîhanê qut neke ê rojek bê ew tiştê ku mirov dixwaze bi hêviyeke ji dil de pêk were.
B-Kurteya çîrokê/romanê ku ji rûpelekê û ji 200-250 peyvî derbas neke, binivîsîne Çîroka Cefa Li welatekî jin û mêrek heye xortekî wan hebû bi navê Cefa Cefa hinek pere pê re çêbû rabû pê wan pereyan dotmama xwe xwest, lê roj bi roj pere pir pêwîst bûn xizaniyê ew dorpêç kiribû, lê pêş jina xwe diyar nekir, ji ber rewşa xizaniyê diçe Welatê xerîbiyê jiyana xwe bi koçberiyê, biçûbûnê, zor û zehmetiyê derbas dike li cem paşa kar dike sê sal derbas dibin 300 zêran distîne Paşe gelekî ji wî hez kir nexwest ku biçe, lê Cefa pir bêriya welatê xwe kiribû gava ku çavên wî li axê dikeve şêrînbûna welêt tê bîra wî û dibêje welat ji her tiştî şîrîntir e. Xatir ji paşe xwest hate dikanekê ji bo kirîna tiştên xweşik ji malbata xwe re li wê derê rastî kalekî tê kal jî şîretan difiroşe her şîretek bi 100 zêrî Cefa ji wî dixwaze ku yekê bifiroşe wî kal yekê jê re dibêje: kurê min, te ji çi hezkir ew rast e. Cefa ez berê vê şîretê dizanim keda min a salekê çû. Ka yeke din bibêjê kal dibêje: karê ne karê te meke û gotinê bi te de neketî tu nebêjî. Cefa hêrs bû ez berê vê jî dizanim keda min a du salan çû ka yeke din ji min re bêje kal dibêje: va hêrsbûna te ê rojekê bibe bela serê te û ger tu tiştekî bikî bi yê xwe mezintir û çûktir bişêwirî, lê Cefa dîsa teng bû got: keda min a sê salan çû, lê ev şîretên ku kalê lêkirin ew gelek caran ji pirsgirêkan çareser kirin her du şîretên destpêkê di piratîk de bikaranîn, lê piştî ku gelek ked da pere kom kir vegeriya welêt dît mala wan hilweşiya ye giriya milet jê re got: çûne mala padîşah gava ku kete qesra Paşe, dît ku yekî di hembêza hevjîna wî de ye temen 15 salî ye ji hêrsa re xwe negirt hat her du kuştin çû bav û diya xwe jî kuştin. Berbanga sibehê ew rabû dît hinek derva deng dikin digotin yekî êvarî dê û kurê di hembêzê de kuştin her wiha jî pîr û kalê wê jî kuştin Paşe ew biribûn mala xwe ji ber deng Hawar/kurê Cefa xweş e ji bo vê re stranan bêje, lê Cefa hêrsa xwe bû bela serê wî jina xwe, kurê xwe, diya xwe, bavê xwe kuştin, lê piştra poşman bû, lê ê poşmanî çi bike!
=KTML_Bold=B-Naveroka berhemê: fêmkirin/naskirin/dahûrandin=KTML_End=
Aliyê Vegotinê:Vegotin ji aliyê nivîskar ve tê gotin aliyê kesê sêyem.
• Aliyê Bûyerê: dema ku mirov li bûyerên vê çîrokê dinêre yekser têgihêje ku bi awayekî hevgirtî ango kornolojî hatine rêzkirin di heman demê bûyer bi tevgerekê dest pê dike, her wiha di nava xwe de ji bilî çîroka sereke em rastî sê çîrokan tên di çîroka sereke de ku bûyereke derdê bûyereke din vedibêje. Ev bûyer li gund qewimiye ji ber xizaniyê û zewacê her ku diçe ber bi pirsgirêkê ve diherike û ev pirsgirêk karakter di nava xwe de wenda dike ango neçar dibe ku dûrî welatê xwe keve, lê ev pirsgirêk dighêje litûka xwe ku ew jî asta mirin û kuştinê ye ango tevin ber bi jor ve ye di encamê de bi vê lûtikê re karakter wataya jiyana xwe wenda dike.
• Aliyê cih û demê li bajarê çîn û maçînê ji berê de dema ku bav û kalan digotin bajarê çîn û maçînê ne xuya ye li kure wek navlêkirin tê naskirin. Dem havîn e ber bi payîzê ve diçe ji xwe ev dem nîşan e xerabiyêkê ku li ser mirov de tê.
• Aliyê karakteran: karaktera sereke, alîkar, dijber, fon, tevî şayes û karên wan bi nav bike û binirxîne.
• Kerekterê sereke Cefa ye kesekî zirav û dirêj e xizan bû zû teng dibû timeh bû çavên wî timî li malên xelkê bû li peyî peran diket pere hez bû li hizir li gel wî tune bû xwe zane dikir, lê zanebûn li cem wî kêm bû ji welatê xwe û edet û teqalîdên civakê hez dikir evîndar bû zewîca ji alîkariyê hez dikir beleyên xwe bi xelkê didan ji mirinê razî bû ji halê xwe ne razî bû. Derûniya xwe gelekî xerab bibû ji ber xizaniyê di nava civakê de jiyan dikir exlaq li cem wî pêş bû pir bi namûsiya jinê ve hatibû girêdan çawa ku jina xwe di hembêza kurê xwe de dît ew kuştin bê ku zanibe ew kurê xwe ye.
• Keseyetên alîkar:
• Bavê Cefa:kesekî pak bû xwedî exlaq bû temenê wî mezin bû kar dikir mîna koleyan bû xizan bû. Derenûya xwe gelekî xerab bû.
• Diya Cefa:wekhev bû dilê wê pak bû ji derdorê hez dikir lê belê xizaniyê pişta wê şikandibû bi kurê xwe dihizirî xwedî xem û kulan bû.
hevjîna Cefa/dotmama Cefa: hevjîna Cefa jineke çeleng bedew bû ji Cefa hez dikir xwedî hezkirineke kûr bû çi vê re çêdibû derbas dikir her tim hêvî di dil de hebû.
• Hawar kurê wî: Temenê wî 15 sal bûn gelekî bi hest bû di hundirê xwe de dişawitiya stran digotin dengê xwe gelekî xweş bû milet jê hez dikir di nav gund de xwedî ûd û bi nirx bû.
• Kalê şîretkar:Yekî mezin bû rû spî bû por spî bû gelek gotin dikirin û şîret li derdorê dikirin lê bi peran her şîretek bi 100 zêrî ne ku wî ev heqa dixwest, lê kesên serwer jê re digot gotinan bifiroşe 3 gotin/Şîret li Cefa kirin Cefa xwe zane kir got ez berê ev şîretan dizanim dema ku diket dengasiyekê bi saya wan şîretan rizgar dibû, lê dema ku şîreta sisyan di piratîk de pêkneanî malbata xwe kuşt û jiyana xwe bi poşmaniyê derbas kir.
• Keseyetên dijber padîşah: Padîşah xwedî milk û mal bû dikaribû gel bikiriya û bifirota zexm û bejin dirêj bû ji Hawar hez dikir dil rihm bû, lê ku hêrs biba wê duniya daxasta erdê li pey mafê xwe û yên din diket. • Keseyetên fon Hemo-kal- kesên di bazarê re derbas dibin û leşkerên padîşah jina wî ew kesên ku bûyer li derdora wan naqewime û tenê diçin û tên.
• Fikir û mijara berhemê: Ev pirtûk behsa xizaniyê dike mirov ji ber birçîbûnê û xizaniyê dev ji welatê xwe berdide û diçin welatên din li welatên xurbetê mirov gelek êş û azaran dikşînin ev jî rastiyeke ku mirov nikare înar bike her wiha zewcandina xurtên bi çûk dema ku xurt dizewice divê li pêşiyê bihizire ka karibe vî barî rake, Ji ber ku zewac jî ne hêsan e tu malekê ava dikî. Ev mal jî jin tê de pere gelek pêwîst in ji bo debara malê, welat gelekî şîrîn e çiqas mirov dûrî welatê xwe keve ewqas bi ax û welatê xwe ve tê girêdan. Guhnedana gotinên mezinan dema ku ew şîretên bi sûd li mirovan dikin divê ku mirov di jiyana xwe rojana de bi karbînin, ji bo ku jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha divê mirov hertim dilnizmî li gel hebe xwe mezin nebîne li gorî rastiya xwe jiyan bike. Ev pirtûk behsa çavbirçîbûnê dike mirov hene çiqas zengîn dibin ewqas jî timeh dibin gotinek me pêşiyan heye :Mirov dikare zikbirçiyan têr bike, lê nikare çavbirçiyan têr bike. Ev rastiyeke berbiçav e her wiha hêrsbûn gelek xerabiyan bi xwe re tîne dema ku mirov hêrs dibe li pêş xwe tiştekî nabîne kor û dîn dibe dighêje pêvejoya kuştina malbata xwe û kesên derdorê piştra mirov poşman dibe lê ev poşman bûn ê çi bike? divê mirov zû zû hêrs nebin ji ber ku ev hêrsbûn bi xwe re talaniyê û poşmaniyê tîne.
• Li gor nerîna te qelsiyên berhemê çi ne? Jj aliyê binyatgerî ve pir bi zimanekî hêsan hatibû vegotin û sad e ji bo gel têbigihêje gelek xeyal tê de hene, lê ev xeyalên tê de rastiyê di nav xwe de dihewîne ev berhem xwedî kedeke hêja û bilind e mirov dixwaze bixwîne li gorî min tu qelsiyên berhemê tune bûn.
=KTML_Bold=Armanc û nameya nivîskar ji vê berhemê çi ye?=KTML_End=
Her berhemek xwedî mebest û nameya nivîskar jê heye ev berhem temsîla rihê civakê dike gelê kurd û Efrînê gelên berxwedêr û peya bilindin gelên ku di dîrokê de dûrî welatê xwe ketin lê dîsa bi saya berxwedaniyê vegeriyan welatê xwe. Armanca xwe dûrbûna welêt bo me bide naskirin û girîngiya welêt bi me aşkere bike. Her wiha mirov dema ku timeh dibe ber bi tune bûnê ve diçe divê xwedê çi kir rizqê wî qebûl bike û li pey malê pir nekeve pere darin û tên, lê can û ruh venagere. Her wiha şîretên bav û kalan bi me dide naskirin her gotinek sûdeke xwe heye pêwîst e mirov çanda xwe ji bîr neke. Dema ku welatiyek ji welatê xwe dûr dikeve wenda dibe û bandora hêrsbûnê pir beleyan bi xwe re tîne dighêje asta mirina kesan ji ber vê yekê pêwîste mirov hinekî bêhn fireh be û bi sebir be.
=KTML_Bold=C-Rêbaz=KTML_End=
• Ji aliyê rêbaz ve, tiştê herî balkêş, cuda, xweşik û payebilind di berhemê de çi ye? Aliyê herî bêhtir ku bala te kişand çi ye.
• Di vê berhemê de xwêner rastî hunereke peya bilind tê ku nivîskar bi awayekî hunerî, wêjeyî û xeyalî hest û ramanên xwe anîye zimên nivîskar bi riya xeyalên xwe û hestên xwe qala dûrbûna welêt kiriye û peyv û bêjeyên xwe bi hev girêdan e ev berhem temsîla rihê civakê dike tê de qala cin û periyan kiriye ku gelek motîf tê de bikaranîne piling , şêr û kûçik di berhema xwe de bikaranîye.
=KTML_Bold=Ç-Nirxandina dawî:=KTML_End=
• Bê guman dema ku xwîner berhemeke dixwîne sûdekê jê digire Sûda vê pirtûkê ku mirov her tim divê çand û zimanê xwe ji bîr neke û zargotina gotin û şîretên ku bav û kalan li me kirin divê em xwedî lê derkevin girîngiya şîretan ji me re xuya dike rewşa kesê ku li ser şîretan bimeşe çawa dibe û yê nemeşe çawa dibe her gotinek paşiya xwe çîrokek heye di nav wan çîrokan de exlaq, bîr û bawerî diyar dibe her wiha jî mirov dibîne Ku mirovên çavbirçî di dawî de bin dikevin û guh nadin şîretan pir bi tiştên rewanî ve hatine girêdan di roja me de jî ev tişt heye lê a rastir ew e ku mirov tenê tiştên madî bingeh ne gire her wiha yên rewanî jî.[1]