Xerabî Bêrgîr
Gundê Xerabî Bêrgîr girêdayî bajarê #Kobanî# ye û bi 30 kîlometran dûrî bajêr e.
=KTML_Bold=Dîrok û Navlêkirina gund:=KTML_End=
Li gorî ku ji xelk û milet û kesên temen mezin tê pirsîn, dîroka gund rasterast ne xûya ye, lê dîroka wê ne ewqas dûr e, çiku nû hatiye avakirin. Destpêlê ev cih bi ser gundê Gikik de dihat hesibandin. Ji ber ku berê ti kes di gund tune bûn û xirabe bû, mirovan bergîr li wir diçêrandin, lewma navê gund Xerabî Bêrgîr lê hate kirin. Rêya wê di nava malan re derbas dibe qulbeyê wê rêya Rodko ye. Niha jî dûrî 3000'kes tê deda dijîn û derdora 30-40 mal tê de hene.
Beriya 40 salî berê xelkê gund bi çandiniya weke genim ceh, nîsk, kîmyon, nok û her wiha bi xwedîkirina ajalên weke pez û dewaran re mijûl bûne û ajalên xwe li gir û çiyayên nêzî gund gerandine û çêrandine. Ji nav miletê gund ji gelek zane, xwende, mamoste, karmend, diktor û endazyar e derketine.
=KTML_Bold=Perwerdeya wê :=KTML_End=
Dibistanê yekem li gundê di sala 1980 an de heta damezrandin, ji bo hemû polên yekem heta şeşan odeyek ji heriyê yekta bû. Di sala 2003 an de dibistanek nûjen ku ji şeş odeyan pêk dihat hate avakirin. Ew dibistan jî (2500) km çargoşe. Bi dehan şagirt ji vê dibistanê di warên cur bi cur de mezin bûne û derketin.
Hêdî hêdî bi demê re ew dibistan berfirehtir bû û pê re xwendekar û mamosteyên wê jî pirtir bû. Ev gund jî mîna gelek gundên devera kobaniyê bi çand, adat û toreya xwe ve girêdayî ne.
Çavkanî: rapirsîna bi xelkên gund re.[1]
wênegirtin: Aras Hiso