Bila „Yar“ ji te ra be „Miradê“ me derengî nexîne…
İkram Oguz
#Yar û Mirad# …
Navê romana hevalê mine hêja Welî Sebrî ye.
Nêzikî salek bere, di destpêka meha Sibatê da beşek ji romana xwe ya hê neweşandî ji min ra şandibû.
Min bi kêfxweşîyek xwendî û li hevalê xwe vegerîyam.
Destûra wî xwest û dû ra ew beşa kum in xwendibû, bi xwendevanên NavKurdê ra jî parve kir.
Ew beş qedîya…
Min beşek din xwest…
Ne daxwaza min qedîya ne jî şandina hevalê min…
Piştî xwendina beşa yekem, nêzikî salek bere min dixwest nêrînên xwe binivîsînim.
Ha îro, ha sibe, nivîsa min heta roja îro ma.
Başe ku ma ye…
Jiber ku ji wê deme vir da min çend beşen din jî xwend û ji Yar û Miradê bêtir agahdarbûm.
Weke min di destpêkê da jî gotibû Yar û Mirad hê nehatîye weşandin.
Heger li hêvîya Welî Sebrî bimîne, di demeke kin da jî nayê.
Jiber ku ew şev û roj li ser romana xwe dixebite û li pey reng û dengan ketîye, bi stran û helbestan dixemilîne.
Ji serî heta dawîyê di yekcarê da nebe jî, min hinek beşên ji romanê bi heweskarî xwend û hinek rûpelên wê jî b. İ heval û hogirên xwe ra parvekir.
Bi xwendin û parvekirinê kêfxweş û bextewar bûm.
Jiber ku xwendina romanek hê neweşandi bi hêsanî nakeve deste mirovan.
***
Yar û Mirad weke navê xwe, romaneke dîrokî ye.
Mijara romanê jî mijareke kûr e.
Tê da derd û kul, daxwaz û serkeftîyên Kurdan cîh digre.
Bi xwendina romanê va mirov xwe di destpêka sedsala 20an da dibine.
Welî Sebrî bi zimanek zelal û herikbar merîya digre û dibe di nav dîrokê da di nav şev û rojên sedsal bere da digerîne.
Di destpêka sedsala 20an, di wan salên dijwar da zilm û zordarîya ku li Gelê Kurd hatîye kirin û berxwedana Gêlê Kurd ya li dijberî wê zordarîyê, bi hostayî dide berçav.
Bi wan hestên merîya dilerizîne, di nav xemgînî û bextewarîyê da dibe û tîne.
Mirov bi xizanîya Kurdan û zilm û zordarîya li wan hatîye kirin xemgîn, bi mêrxasî û berxwedana wan jî bextewar dibe.
Welî Sebrî bi peyv û hevokên xwe bi deste merîya digre, ger di germahîya havînê da ger di sir û seqema payîz û zivistanê da, di nav gund û bajarên Kurdistanê da digerîne.
Geli bi gelî newal bi newal li şopa Mîrê Zirav diğere, merîya di nav çîya û banîyan da derbas dike û di şikeftên binerdê da bi wî dide nasîn.
Di nav ava Çemê Zoro ra derbas dike û dibe li mala Silêmanê Ehmed dike mêvan…
Bi Keremê Kolaxasî û Seidê Telhe ra dike heval…
Bi Ferzende Begê Hesenî ra dike destbira…
Din av rûpelên Yar û Miradê da mirov carcaran dibe zarokek heft salî û di nav pêlên dîrokê da xwe wunda dike.
Weke Dildare ku serê xwe dide ser çokên pîrika Muhbê û bi guhdarîya çîrokên wê yên li ser mêrxasîyê dibihîze û di xew ra diçe…
Carcaran jî dibe xortekî çeleng û weke Navdar di rojek zivistanê da li oda mala Silêmanê Ehmed dibe mêvan û li ser sifra Asya Xanimê xwe dibîne..
Bi berbanga sibê ra lii hespê Şamran sîyar dibe û bi helwestek pîroz ‘ya azadî û ya neman’ dibêje û xwe davêje ber bextê çîyan…
***
Berî weşandinê çiqwas ji romana Yar û Miradê çend beş xwendibe jî, ji nuha da çavên min li rîya tevahîya romanê ye.
Ez bawerim hevalê mine hêja Welî Sebrî jî piştî vê nivîsê wê rojek berê kare xwe yê pîroz biqedîne û me ji romana xwe ya dîrokî, ji Yar û Miradê bêpar nehêle…
Jibo vê yeke jî ji dil bangewazîyek li hevalê xwe dikim û dibêjim:
Hevalo,
Tu jî baş dizanî…
Jîyan wek xewnek ji xewnên şevên payîzê, kin e!
Wek bayê dere biharê bilez tê û derbas dibe.
Êdî bese, hişyar be ji xewa şêrîn!
Rabe, bike û bilezîne…
Li dere weşanxaneyên Kurdan bixîne…
Bila Yar ji te ra be…
Rê li Miradê me negre û êdî derengî nexîne…[1]