Nav: Ezîz
Nasnav: Gerdî
Navê Bav: Ehmed Ebdulla
Dîroka jidayîkbûnê: #1947#
Dîroka koçkirinê: #06-06-2022#
Cihê jidayîkbûnê: #Hewlêr# - #Behirke#
Cihê koçkirinê: Hewlêr
$jiyanname$
Nivîskar û wergerê kurd Ezîz Ehmed Ebdulla, ku bi nav û nasnava Ezîz Gerdî dihat naskirin, li sala 1947an li bajarokê Behirkê ya ser bi bajarê Hewlêrê jidayîkbûye. Ezîz Gerdî qonaxên destpêka xwendina xwe her li bajarokê Behirkê bi dumahî înaye. Bawernameyên ekademî yên wî ji wan pêk tên: Bekeloriyos li beşê zimanê Firensî – Zanîngeha #Mûsil#. Master li wêjeya Kurdî li sala 1999ê. Bawernameya duyê a Doktorayê li koleja ziman a zanîngeha #Koye# li sala 2009ê. Ezîz Gerdî di jiyan û xebata xwe ya wêjeyida gelek ji şakarên edebî yên cîhanî wergerandîne ser zimanê şêrînê Kurdî (Soranî). Em dikarin Ji wan berheman amaje bi berhemên wek Daxistana min berhema Resul Gamzatov, Komêdiya yezdanî a Dante Alighieri, herwisa berhemên Leo Tolstoy û Oriana Fallaci bikin. Gerdî ji bilî zimanê Firensî, şarezayê zimanên wek înglizî, Erebî, Farsî û gelek zaraveyên cuda yên zimanê Kurdî bû.
$Karnameya rewşenbîrî û ekademiya wî:$
• Li sala 1970ê ve endamê yêketiya nivîserên Kurd bûye.
• Li sala 1976ê endamê rojnamevaniya îraqê bûye.
• Li sala 1984ê endamê koma wergêrran bûye.
• Li koleja adab ya zanîngeha Selahedîn mamoste bûye.
• Birêveber û endamê hilsengandina çendîn nameyên master û têzên doktorayê bûye.
• Xwedî pileya zanistî û profesoriyê ye.
$Berhemên wî:$
• Rewanbêjî li edeba kurdî da, Hewlêr, 1972.
• Edeb û rexne, Bexda, 1974.
• Edebî bêganan, bexda, 1982.
• Cûtyarêkî zîrek.
• Piyawêk.
• Serwa, Hewlêr, 1999.
• Kêşî ş’rî kilasîkî Kurdî, Hewlêr; Wezareta rewşenbîrî, 1999.
• Rewanbêjî (Rûnbêjî, Ciwankarî, Watanasî), wezareta perwerde, 2002.
• Raberî kêşî ş’rî kilasîkî lêkolînewey edebî, Silêmanî, 2003.
• Gerdelûlî merg, Hewlêr, 2008.
• Kêşnasî kurdî, 2014.
• Sê derman: heqayetî Kurdewarî, berhevkirina Ezîz Gerdî.
$Wergêrran:$
• Çîrokî ber agirdan, 1978.
• Çîrokekanî Aesop yan Le naw giyandaranda | Aesop
• Lorka; sê trajîdî, 1984
• Çirayek leser madiyan ko | Mensûr Yaqûtî
• Bîrewereyekanî mamostayek | Mensûr Yaqûtî
• Laweç | Mensûr Yaqûtî
• Ême em şî’reman nûsîwe
• Efsaney Ermenî | Charles Downing
• Efsaney Efrîqî
• Efsaney Slavî
• Efsaney Kurdî | M.B Rodênko
• Efsaney wrkiyayî
• Berkotêkî jiyanim | Yevgeny Yevtushenko
• Afiret regezî bêkelk | Oriana Fallaci
• Penelope le cengda | Oriana Fallaci
• Piyawêk | Oriana Fallaci
• Heft giftugo | Oriana Fallaci
• Jiyan û Ceng û hîçîtir | Oriana Fallaci
• Giftugo legell mêjûda | Oriana Fallaci
• Nameyek bo ew korpele nêrîney ke hergîz le dayîk nebû | Oriana Fallaci
• Eger xor bimrêt | Oriana Fallaci
• Çîrokekanî Krylov
• Hacî Mirad | Tolstoy
• Xelk be çî dejî | Tolstoy
• Kewyey damenarî (کەوێەی دامەنەاری), Silêmanî, 2004
• Karîgerî Goranî liser Kurdî nawerast | Michiel Leezenberg | weşana Serdem, 2004
• Dirextî çil dastan | Kelîmulla Tewehudî | weşana Serdem, 2007
• Dastana husênê kurd û çend heqayetêkî tir | Ehmed Azer Efşar | weşana Serdem, 2008
• Zara eşqî şwan | Mihemed Qazî | Silêmanî
• Komêdiya, sê berg: dozex, berzek, beheşt |Dante Alighieri
• Daxistana min |Resul Gamzatov
• Romeo û Juliet
• Yek çiyay gewher: Komele çîrokên efsaneyî yê gelan
• Qolbir | Ezîz Nesîn
• Qutîl | Alphonse Daudet
• Meselek | Henry Elik
$Koça dawî:$
Ezîz Gerdî girêyek şêrpenceyê di gurçikê xwe de hebû, her ev jî bû sedema hindê ku li heyva azara sala 2022an de pêdvî bi neştergeriyê bibe. Piştî neştergeriyê rewşa wî baş bû, lê ji ber sistiya gurçikên xwe hewceyê hindê bû ku seredana dervey welat bike. Li wir piştî çareseriyê neçar dimînin yek ji gurçikên wî derbînin, lê li paşî ku wegeriya kurdistanê take gurçika wî jî tûşê êş û azarê tê. Gerdî ji bo heyamekê li nexweşxaneya taybet a bi navê Jîn li bajarê Hewlêrê tê binçavkirin, lê mixabin di roja duşem a 6ê Huzeyrana sala 2022ê, di temenê 75 saliyê de her li wî nexweşxaneyê jiyanê xwe ji dest dide û bo cara dawî xatira xwe ji wêje, nivîsîn, wergeran û ziman dixwaze. [1]