=KTML_Bold=Ellah Mezar e=KTML_End=
=KTML_Underline=Zehra Mohammedzadeh=KTML_End=
Gelek stranên biêş û xemgîn ên qala serpêhatî û qirkirina gelê kurd li Xorasanê dike, hene. Nemaze behsa bûyer û talan, qirkirin, êş û windakirin, ango revandina jinan dike; ku ev bûyerên biêş û trajîk heya dema Qaçar diçin û jixwe ev serdem ji bo gelê herêmê wek demên bixwîn û şer jî tên pênasekirin; dîroka zindî, hafizeya mirovahiyê jî ev bûyer bi vî rengî tomar kiriye.
Her straneke wan xwedî felsefeyek kûr e. Bi awayek herî baş bûyerên ku di serê wan re derbas bûne vedibêjin. Resen in. Ger ji wê demê heya roja îroyîn ji hêla kesên cuda ve ev stran hatibin xwendin jî, tiştek ji xwe kêm nekirine…
Ew êş û bûyerên hatine jiyîn, wisa hatine rêzkirin û şîrovekirin ku dema mirov îro jî guhê xwe didê, mirov heman hest, keder û êşê dijî… Mîna ku ew bûyer îro hatiye jiyîn, hesteke wisa di kes de dide avakirin, hîsên mirov bi yek caran dixe tevgerê û mirov ber bi deryayek kûr a hestan ve dibe.
Belê strana ‘Ellah Mezar e’ jî yek ji wan stranan e ku xwedî bandoreke cihê ye. Min cara yekê ev stran ji jina kurd a Xorasanî Xangulê ku wek dayika stranên Xorasanê jî tê nasîn, guhdarî kirin. Her cara ku vê stranê guhdarî dikim, dîsa heman hestan dijîm. Dengê wê min ber bi rêwîtiyek bêrawest ve dibe. Xwe di vê rêwîtiyê de winda dikim!.. Li pey deng û qêrîna jinan diherikim û xwe di wechê zarokan de daliqandî dibînim.
Li gorî min kes wek wê wiha zîz û zelal nikare strana ‘Ellah Mezar e’ wiha xweş, dilşewat û bi dengekî zîz bêje. Nizanim! Dibe kesên din jî xweş gotibin lê belê di dengê wê de tiştek din heye ku mirov bixwe re kûr û dûr dibe, di dil de rê li dengvadanekê vedike ku pênaseya wê kêmek zehmet e.
Ji bo ku mirov hîn baştir vê stranê û bandora wê fêm bike, ez dixwazim kêm be jî ji we re hinekî behsa rastiya ku ev stran pêk aniye bikim.
Heyam heyama Qaçar e. Û di vê heyamê de talanker li bakurê Xorasanê belav bûne, nexasim li herêma ku kurd lê xwecih in zêde bûn. Jixwe ji ber provakasyonên Rûsyaya Çar, ewlehiya herêmê diket xetereyê û kesê nedikarî li herêmê di nav aramiyê de rêwîtiyê bike. Komek ji talankeran jî ji wî aliyê sînor dihatin û êrîşê gelê bakurê Xorasanê, xasma parêzgeha ku kurmanc lê diman dikin. Yên dikuştin jixwe dikuştin lê yên dîl digirtin jî; mêr, jin û zarok jî di nav de, hemû dibirin bazarên koleyan ên Xeywe û Bixwara û li wir difirotin.
Di êrîşeke talankeran de jinek ciwan ku nû bi ciwanek ji eşîra xwe re desgirtî bûbû û ev her du evîndarên hev bûn, dîl dikeve destê wan. Ev jina ciwan li xerîbî û dûrî ji kes û nasên xwe, bi taybetî ji dûriya evîndarê xwe ewçend digirî ku her du çavên xwe ji dest dide. Roj nîn e ku dengê wê li esîmanan olan nede. Kêlî nîn bû ku hawar û qêrînên wê agir bi pêsîran nexe û hezar reşke çavan bi du xwe de nerêje.
Dem derbas dibe û rojek ji rojan ciwanên vê êlê êrîşî talankeran dikin, di encama vê êrîşê de jina ciwan jî rizgar dibe û dîsa vedigere nav êla xwe. Ew ê di heman kêliya ku kêfxweşiya azadiyê dijiya pê bihesiya ku evîndarê wê di êrîşa talankeran de hatiye kuştin. Ev êş jî wê bi ser hemû êşên wê de bihatina xwarê û hawar bi dilê wê yê şikestî bixista. Hawarek ku ev demdirêj bû di sînga wê de olan dida. Jina ciwan a kor, wê piştî bihîstina vê bûyerê û ji êşa dil dîn û har bibe. Wê bi aramî li dora xwe binêre û bala wê yekser diçe ser îxtiyarekê ku li ber dîwar rûniştiye, hûr û kûr difikire. Ew ê ji îxtiyar gora evîndarê xwe bipirse, îxtiyar weke ku bi salan be daqoltê bîrek bêbinî bibe, ji nişka ve vediciniqe û çavên xwe li ser wech û çavên jina ciwan digerîne… Henaseyek kûr dikişîne, bi peyvên bijare dibersivîne û jê re dibêje; ‘ger tu evîndarek rastîn bî, tu yê xwe bixwe gora evîndarê xwe bibînî.’
Jina ciwan ku ji ber êşa evînê çavên xwe jidest dabûn, di heman kêliyê de bi girî û hawarê destên xwe radike û yek bi yek li ser goran digerîne heya digihe ser gora evîndarê xwe û bêhna yar ji kûr hîs dike. Hêdîkan û aram radiweste! Û wê gavê hawar û qêrîn pê dikeve:
Ellah mezar mezar e
Wa çi rozigar e
Ellah mezar mezar e
Xerîb rozigar e
Ellah mezar mezar e
Aşiq gunehkar e
Gel û jinên herêmê ku şahidî ji vê evîndariyê re dikin, ji vê rewşê pir bandor dibin û hemû bi yek dengî tev li hawara vê jina ciwan dibin, her yek dibe hevrê û dengê bi êş yê vê jina ciwan û xwe di rondikên wê de aram ber didin. Bi her peyva ku li serê îskeîskên wê diqetîn û dihatin xwarê hevokek pêk hat û jin, ciwan, her kesê ku li wir bû êdî bibû dengê kelegiriyên wê… Êş bibûn keder û xwe li henaseyên wan dixistin. Çavên wê nedidîtin, lê vê gavê di çavên her kesê de evîna wan olan dida![1]