Têkoşîna Kurdan xwedî taybetmendiyên xweser e
ZİNAR YİLDİZ
Di demekê de ku li Tirkiyê di ser nîqaşên têkildarî hilbijartinan re tevgerekê dest pê kiriye, bi taybetî jî hewldanên ji bo berevajîkirina eniya demokrasiyê, ne feydeyê didin têkoşîna Kurdan ne jî têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyê.
Ev nîqaş ji aliyê serokê partiyekê ve ku dibêje muxalîf e lê yekane armanca wê desthilatdarî ye, dest pê kirin û ev jî têra xwe bi guman e. Hemû anketên dawîn nîşan didin ku bloka demokrasiyê bloka muxalefeta bingehîn a li Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê, ji bo qelskirin û jiholêrakirina alternatîfên azadîparêz ên bi nirxên demokratîk derketine holê, van nîqaşan dest pê kiriye û dibe sedema şik û gumanan. Bi taybetî li Kurdistanê îhale dan muxalefetê da ku HDP'ê qels bike, ji ber ku AKP li Bakurê Kurdistanê gelekî qels bûye. Diyar e ku ev peywirdariyeke Erdogan e.
Li aliyê din, hewldanên parçekirin, tesfîyekirin û çêkirina nakokiyan di nava tevgera Kurd de, ne nû ne, ne jî ya dawîn e. Di tevahiya dîroka tevgera azadiyê ya Kurd de însiyatîfên bi vî rengî bi taybetî jî li gorî plansaziya Gladioyê her tim hebûn. Tevgera azadiyê ya Kurd ne xerîbê van polîtîkayên şerê taybet e. Ev hewldan demek e bi giranî li ser Başûr û Rojava tên meşandin. Hewl didin li Başûr Kurdan li hev bixin û vê jî bi rêya PDK'ê bikin. Li Rojava, hewldanên ji bo şikandina şoreşê û radestkirina ji komên hevkar-xayin ên mîna ENKS'ê re, roj bi roj zêdetir dibin. Lê belê nêzîkatiyên hesas û hişmend ên tevgera azadiyê ya Kurdistanê ew hewldan têk birin. Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kesên ku dibêjin em muxalefet in, lê ji bilî ku bibin dûvikên desthilatdariyê tiştekî nakin, hewl didin bloka demokrasiyê ya ku geş dibe, bi paş ve bikişînin û bibin sedema nîqaşeke muxatabiyê.
Têkoşîna azadiyê ya Kurd bi tecrubeya 50 salî ya rêbertiyê her roj xurttir bûye. Ev têkoşîna 50 salî destkeftiyeke dîrokî afirandiye û bi mezinbûn û berfirehbûna xwe ya ji bo xizmeta bi heman armancê re,berdewam dike. Stûnên îdeolojîk, leşkerî, siyasî, çandî û gelek stûnên din ên têkoşînê bûne sazî û hema beje li tevahiya cîhanê bûne hêzeke demokratîk. Di vê rewşê de tu qad nebûne alternatîf an jî dijberê hev û berdewamî di nav avaniyeke sîmbiyotîk de hatiye domandin.
Tevgera azadiyê ya Kurd tevgereke rêbertiyê ye. Ev tê wê wateyê ku helwest û nêzîkatiyên bingehîn ên îdeolojîk, stratejîk û rêgez ji aliyê rêbertî ve tên destnîşankirin. Rêbertî xet bi xwe ye. Rêbertî saziyek e, ne şexsek e. Mijara vê saziyê saziya rêbertî bi xwe ye ku di şexsê rêber Apo de hatiye şênberkirin. Rêber Apo bi salan di dema bicihanîna vê wezîfeyê de bi rengekî bênavber li ser pirsgirêkên rêbertiyê yên taktîk xebitî. Bi berdewamî biserneketina lîdertiya taktîk a ji bo pêkanîna peywirên xwe, rexne kir ku divê stratejiya ku wê daniye holê, zindî bike. Pêwistiya lîderiya taktîk a bi berpirsyariyên xwe yên têkoşînê, mijara bingehîn a perwerdeya rêber Apo bû.
Niha îro nîqaşeke din a muxatabiyê tê kirin. Rêber Apo di şertên tecrîda herî giran de ye, pêdiviyên jiyanê yên herî hêsan jî nayên bicihanîn û heke rêber Apo bi vî awayî bikeve nava nîqaşê, ji bilî xwe ji berpirsyariyên têkoşînê bidin aliyekî, xizmetê ji tu armancê re nake. Di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de divê wek qadên têkoşînê rojeva me ya bingehîn destpêkirina pêvajoyeke nû ya berxwedanê be lê belê ketina nava nîqaşekê bê ka muxatab kî ye, tê wateya paşvekişandina têkoşînê û bêwatekirina pêngavê.
Bê guman her aliyekî têkoşînê yekser ji qada xwe ya xebatê berpirsyar e û yekser ew muxatab e. Her qadeke têkoşînê xweseriya xwe heye. Lê belê hemû qad xizmetê ji armanceke hevpar re dikin; azadiya gelê Kurd misoger bikin û neteweya demokratîk ava bikin. Tu rêyeke vê armancê ne alternatîf an jî dijberê ya din e. Jixwe her çend bixwazin jî, tu qadek nikare bi tena serê xwe vê yeke ragire.
HDP muxataba siyasî ya têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyê ya li ser eksena azadiyê ya gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye. HDP di heman demê de partiyeke Tirkiyê ye ku projeyeke Rêbertî ye. Ne xwedî wê kapasîteyê ye ku bibe alternatîfa Îmraliyê û divê ev ne armanca wê be jî. Di vê çarçoveyê de berpirsyariya her kesî ye ku têkoşîna azadiyê ya Kurd ku hêzên herêmî û hegemon ên mêtinger dixwazin ji hev bixin, rast fêm bikin û nebin amûrên hewldanên tesfiyekirina wê.
Divê rojeva me ya sereke mezinkirina têkoşînê û bidestxistina azadiya xwe be. Tişta herî rast a ku divê were kirin, têkoşîna ji bo Tirkiya demokratîk, Kurdistana azad e. Ji bo vê jî divê her kes bi hişmendiya berpirsyariyên qada xwe ya têkoşînê, tev bigere.[1]