Li Rojava hewl û xebatên dîplomasiyê
RAUF KARAKOÇAN
Her çend statuya rewa ya Rojava bi awayekî fermî neyê naskirin jî, tê zanîn ku serdanên di asta bilind de tên kirin, heyet tên û diçin û heyetên ji MSD'ê li paytextên DYA û YE’yê di çarçoveya têkiliyên dualî de hevdîtinan pêk tînin. Rojava li navenda pirsgirêkên herêmî ye û di çareserkirina pirsgirêkan de roleke sereke dilîze. Di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de girêka destpêkê ye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, lêgerîna li çareseriya pirsgirêka Sûriyê dê negihîje encamekê. Aştiya Sûriyê girêdayî Kurdan e, her wekî li Tirkiyê. Her wiha ne pêkan e ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ku pirsgirêka bingehîn a her du welatan e, aştiya mayînde li herêmê pêk nayê.
Yek ji rojevên sereke yên Rojava jî di demên dawî de mijara dan û standinên bi ENKS'ê re ye. Xeta siyasî ya ku ENKS temsîla wê dike, ji bo şoreşa Rojava bi pirsgirêk e. ENKS ku nakokiyên wê yên kûr bi Rêveberiya Xweser a Rojava re hene, tê zanîn ku di her firsend û zemînê de helwestên ku Rêveberiya Xweser reş dikin, li hemû platforman raber dike. Lê dîsa jî lêgerîna lihevkirin û diyalogê tê domandin. Di van demên dawîn de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gav avêt û qaşo rola xwe ji bo başkirina têkiliyên di navbera Kurdên de lîst.
Ji bo ku têkiliyên Kurdan baştir bibin, divê dawî li aloziya di navbera PDK û PKK'ê de were û atmosfera şer biqede. Lihevkirina Kurdan girêdayî PKK û PDK'ê ye. Destpêkirina ji ENKS'ê û bêbandorkirina du hêzên diyarker, dê çareseriyeke durist bi xwe re neyne. Lêgerîna çareseriyê ya bi tenê li Rojava, bêyî ku tevahiya wêneyê li ber çavan bigire, di heman demê de hinekî dibe sedema şik û gumanan. Divê lihevkirinên di navbera Kurdan de li Qendîl û Hewlêrê pêk bên, lê ji ber ku ev yek li Rojava tê xwestin, şik û gumanan bi xwe re çêdike.
ENKS wek rêxistineke di çembera PDK'ê de tev digere, wek hêzeke ku berjewendiyên giştî yên Kurdan berovajî dike û zirarê dide berjewendiyên Rojava, zirarê dide yekitiya neteweyî û bi dewleta Tirk re ku Rojava dagir dike, her şêwe têkiliyên samîmî bi pêş dixe. A rast, di pozîsyoneke wisa de disekine ku hewl dide şoreşa Rojava tesfiye bike. Pirsgirêk ne meseleya lihevkirinê ye, lê roleke ku ji bo destkeftiyên Rojava metirsiyê çêdike, digire ser xwe. Diyar e ku hemû hewldanên siyasî yên pratîk ên ENKS'ê li ser bingeha dijberiya şoreşê ne. Divê sedema hewldanên ENKS'ê yên diyalog û lihevkirinê yên bi Rêveberiya Xweser a Rojava re bên rawestandin jî divê bê dîtin.
Ji bo diyalogeke jidil, divê ENKS helwestên dijminane biterikîne. Ji bo hewldanên navbeynkariyê yên DYA’yê di vî alî de bi ser bikevin, divê li vê rewşê were nêrîn. Lê divê em jî balê bikişînin ser paşxaneya mijarê. Rengê kaxiza Kurdan a di destê Amerîkayê de xuya bûye. Polîtîkaya wê pir jî ne li gorî berjewendiyên Kurdan e. Ji bo ku bêtir diyarker be, rola navbeynkariyê hilda, ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe guncawtir dît ku bi rêxistinên qels re kar bike. Ev hewldanên diyalogê ku pêşketinên têkildarî hebûna wê ya li Iraqê bandor lê kiriye, ne tenê mijareke wisa ye ku tenê di çarçoveya Rojava de tê nirxandin.
Amerîka armanc dike ku ji ber kêşeya wê ya li gel Îranê, hebûna xwe ya leşkerî ya li Iraqê veguheze herêma federal a Kurdan û qadeke ewletir bi dest bixe. Daxwaza wê ya mayîndebûna li Rojhilata Navîn, lê ferz dike ku bala xwe bide diyaloga navbera Kurdan. Li ser vê bingehê jî dixwaze di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser de lihevkirinekê pêk bîne. Her çend mîna hewldaneke bêguneh xuya bike jî, dixwaze têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re li ser bingeha antî-PKK'ê bidomîne, her wiha bingehe ku PDK lê xurt e, biafirîne. Lihevkirina ENKS’ê û Rojava, li şûna ku xizmeta Rojava bike, ji bo berjewendiya xwe ye ku PDK'ê li herêmê bi bandor bike û Rojava qels bike.
Piştî vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê, çav li hebûna Amerîkayê li Iraq û Sûriyê bû. Daxuyaniya wê ya ku dê heta dawiya salê ji Iraqê vekişe, wek vekişîna ji Sûriyê tê şîrovekirin. Vekişîn an jî nevekişîna bi temamî girêdayî berjewendiyên xwe yên siyasî ne. Divê têkiliyên wê yên bi Kurdan re li ser vê bingehê binirxînin. Di demekê de ku ev nîqaş germ dimînin, divê trafîka dîplomaiyê ya li ser xeta Rojava ya DYA'yê li ser vê bingehê were şîrovekirin. Dijwarbûna êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, divê wek tifaqa bi DYA'yê re were dîtin. Amerîka hewl dide bi darê zorê rêveberiya Rojava bi ENKS'ê re bide lihevkirin, tespîta gefa êrişên Tirkiyê dike û bi vê yekê dixwaze Rojavayeke bi xwe ve girêdayî û îtaetkar biafirîne.
Divê hin rewşên berbiçav ji raya giştî ya Kurd û aliyê navbeynkar Amerîkayê re werin ravekirin. Divê ji ENKS'ê bipirsin ku dibêjin hêza leşkerî ya bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’, pê ve girêdayî ye; Pêşmergeyên Roj li herêmên PKK'ê çi dikin heta ku pê li mayinan dikin? Bi rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava re, ji bo gel vegere herêmên dagirkirî, ketiye nava hewldanan û ewlekariya gel dixe nava rîskê. ENKS bi tu awayî rêveberiya Rojava nas nake û dixwaze destkeftiyên şoreşê bixe nava destê xwe. Di van şertan de behsa kîjan lihevkirinê tê kirin? Têkilî; prensîb, duristî û samîmyetê dixwazin.
Nêzîkatiyên ku parçeyekê ji tevahiyê diqetînin, pirsgirêka Kurd bêhtir bê çareserî dihêlin. Ji bo bandora PKK'ê ya li ser Kurdan bişikînin, hewl didin Rojava ji parçeyê giştî veqetînin. Nêzîkatiyên ku pirsgirêka Kurd parçeyî dinirxînin, dê teqez zirarê bidin Kurdan. Lêgerîna çareseriyê ya ku PKK'ê li derveyî xwe bihêle, hewldanên diyalog û lihevkirinê ji bilî ku zirarê bidin Kurdan, bi kêrî tiştekî din nayên. Hêza Kurdan di yekitiya wan de ye. Hewldanên ENKS'ê yên lihevkirinê divê wek lêgerînên ku li şûna yekitiya Kurdan gefê li destkeftiyên Rojava dixwin, bên nirxandin.
Divê lîstokên DYA, PDK û ENKS’ê yên bi siyasetê hatine nixumandin, baş werin dîtin û pirsgirêka Kurd bi giştî were ser maseyê û her wiha çareseriya wê jî bi awayekî yekpareyî were dîtin.[1]