Mîrateya Azadiyê – 1
Di Çêbûna Gerdûnê De Meyla Azadiyê
Êdî di serdema me de bi taybetî di sedsala 21’an de ji aliyê zanistî ve hatiye piştrastkirin an jî li ser hemfikirbûnek pêk hatiye ku gerdûna ku em di nav de jiyan dikin, 20 milyar sal beriya niha çêbûye.
Ji beriya ku gerdûn çêbibe tu sekn û helwestên ku bihatana pênasekirin li holê tunebûn. Jixwe hol yan jî meydan ku pênaseyeke bi vî şiklî tê de were tarîfkirin jî tune bûye. Tenê li ser vê yekê em dikarin bînin ziman ku eger mirov karibe behsa heqîqeteke bi vî rengî bike ew jî dikeve nav çarçoveya zanista kuantumê. Hûrguliyên vê mijarê raxistin ber çavan û çîroka wê heta piştî çêbûna gerdûnê anîn. Ew mijar bi afirandina cîhanê ve girêdayîn bi serê xwe mijareke lêkolînê ye. Tenê em dixwazin di çêbûna gerdûnê û heta bi çêbûna cîhana me de, bidin ser şopa pênaseyeke ku ji bo civaka mirovahiyê jê veneger e. Piştre dema şertûmercên cîhanê ji bo jiyankirinê guncav bûn, mirov dikare têgîna (azadî) ku di çêbûna civaka mirov a despêkê (klan) de bi çi rolê rabûye, lêkolîn bike.
Li gerdûnê, li cîhanê, di nav xwezayê de her tişt bi rewşa xwe ya dualîte tê naskirin. Mînak; beriya çêbûna gerdûnê, gerdûna me ya niha ji `hebûn` û ‘tinebûnê’ pêk dihat. Her ku ‘hebûnê’ xwest xwe pênase bike, pêwîstî bi ‘tunebûnê’ dît. Yanî ‘hebûnê’ karîbû xwe bi ‘tunebûnê’ bide despêkirin, vebibe û bibe gerdûn (sentez). Dibe ku xwendekar bêjin çi têkiliya vê bi azadiyê re heye? Rast e tenê me xwest em rewşa dualîteyê di çêbûna gerdûnê de, heta ji wê jî pêşdetir beriya çêbûna gerdûnê raxin ber çavan. Belkî jî li nav sînorên gerdûnê û ew qada ku meydana zanista kuantumê ye de, tenê heqîqateke şîrîk hebe, ew jî rewşa dualîteyê be. Herî kêm ev ji bo hêvinê gerdûna me ku ew welidandiye derbasdar e. Mirov dikare bêje hemû sekn û pênase û heqîqetên di gerdûna me ya niha de hatine pênasekirin, di wê çarçoveya tovê gerdûnê de bi awayekî razayîbûn: wekî sekneke herî esasî ya heqîqata gerdûnî ‘azadî’ jî di nav de ye.
Piştî ku di encama bîg-bangê de ku weke teqandineke pir mezin tê pênasekirin gerdûn çêdibe, di heman kêliyê de firehbûna gerdûnê jî dest pê dike. Ji ber têhn û hecmê destpêkê yê di gerdûnê de forma made ku îro li gerdûnê heye, hê pêk nehatibû. Her tişt di rewşa xwe ya enerjiyeke bê ser û ber ya serbestmayî-azadbûyî ku bi lezeke pir mezin hewl dida xwe bigihîne asteke hê bilindtir a azadiyê de bû. Weke tê zanîn îro jî li gerdûnê, li cîhanê û li her dera were bîra me tu şiklên enerjiyê bi dest nayên girtin, nayên qeyd û bendan. Mînak, piştî ku mirov pêlî kepsa fenerekê dike, ew enerjî-şewqa serbest dimîne ku di nava kefa destê me de bû di nîv saniyeyê de xwe li ser heyvê dide û di heşt deqayan de xwe berdide li ser tava me ya ku germahiya wê digihîje milyon derece germahiyê. Peleke kaxizê ya têra xwe zuwa û hişk, dema yek agirekî bide aliyekî wê, qirçeqirç pê dikeve û di dawî de dibe xwelî. Hem enerjiya deng bi şiklê qirçeqirç û hem jî bi şiklê germahî, ronahî li hewîrdorê belav dibe. Yanî dema ji ber destwerdana me beşeke biqasî were paşguhkirin pir zêde biçûk a kutleya wê kaxizê, weke enerjiya nava wê azad dibe, êdî nayê qeyd û bendan.
Dîsa Rêber Apo azadiya ku weke pênaseyeke civakî tê zanîn, dişibîne helwesta enerjiyê. Azadiyê tenê di çarçoveya civakî de teng nagire dest. Dibêje “ji ber ku di enerjiyê de helwestek bê serûber a tevgerê heye, nêzîkî azadiyê ye”. Bi rastî jî ji aliyê zanista kuantumê ve hatiye vedîtin û piştraskirin ku zereyên herî biçûk ên made (kuanta) ji paketokên enerjiyê pêk hatine. Yanî dema em destê xwe diavêjin pênûsekê, parçeyek dar û ber yan jî kulmek ax di nava kefa destê me de enerjiyeke nêzîkî bê dawîbûnê veşartiye. Ev enerjî bi awayê paketokan hatiye sînordarkirin. Êdî ew serbestî û azadiya bêdawî bi formeke diyar hatiye sînordarkirin.
Helwest û sekna gerdûnê ya heman kêliya piştî bîg-bangê pir nêzîkî azadiya bêdawî ku ji vê pênaseya ‘bêdawî’, fîzîknasên wekî Einstein zêde hez nakin, li meydanê hebû. Ji ber ku hemû gerdûn di rewşa xwe ya enerjiyê de bû, bi qesî ku têra hemû hejmarên bîrkariyê bikin, li ber wê bijartekên cuda hebûn. [1]