=KTML_Bold=Gavên çareseriya pirsgirêkên zarokan=KTML_End=
=KTML_Underline=#Yaqob Tilermenî# =KTML_End=
Perwerdekarê bi navê Phillip Mountrose ji 40 salan zêdetir e ku ji bo zarokên di her temenî de karê perwerdehiyê dike. Wî di ber jiyana xwe ya akademîk re ji bo mirovên ciwan ên xwedî kar, li ser xebat, helwest û tevgeran videoyên perwerdehiyê amade kirine û azmûnên xwe jî weke pirtûk ragihandine. Yek ji pirtûkên wî ya girîng bi navê Getting Thru to Kids: Problem Solving With Children Ages 6 to 18 (Pênc Gavên Ji bo Çareseriya Pirsgirêkan) hatiye weşandin. Ger mirov karibe van pênc gavên ku wî diyar kirine di nava jiyana xwe de pêk bîne û li hemberî zarokên xwe bi vî awayî tevbigere, hem ji bo dê û bavan hem jî ji bo zarokan jiyan wê hinekî dîtir hêsantir bibe.
Mahatma Gandhi kerem kiriye ku “Ger em dixwazin li vê Cîhanê bigihîjin aştiya rasteqîn, divê em ji zarokan dest bi kar bikin.” Me di nivîsa xwe ya borî de gihandina zarokên Kurdan bi vî awayî destnîşan kiribû: “Dê û bavên kurd ku ji ber bindestiya dagirkerên xwe, amûr û alavên pêşxistina tevgerên zarokan bi zimanê xwe nabînin, ji ber van bêderfetiyan mecbûr dimînin ku di ser zimanên serdestên xwe re zarokan bigihînin û wan mezin bikin. Ji ber wê jî pirrên zarokên kurdan bi hest û helwest û tevgerên kesên dîtir mezin dibin.”* Ger em gotina Gandhi û tesbîta xwe bidin ber hevdu, hewce ye em nehêlin zarokên kurdan bi zimanên serdestên wan werin gihandin û ji bo jiyaneke aram jî, gerek em ji bo gihandina zarokan her dem di nava keft û lefteke ciyawaz de bin. Ger pirsgirêkên zarokan di zaroktiyê de neyên çareserkirin, ew ê di ciwaniyê de dîsa li me vegerin; ger alozî di ciwaniyê de ji holê neyên rakirin, ew ê bibin kêşeyên navseretiyê û bi xwe re pevçûnên mezin pêk bîne. Ji ber vê sedemê ye ku pirrên psîkoterapîstan ji bo têgihîştina arîşeyên nava mirovan, bi rojan li jiyînên zarokiya wan guhdarî dikin.
Hem di civaka kurdan de û hem jî bi gelemperî di civakên cîhanê de bi navê Gihandina Dê û Bavtiyê, perwerdehiyeke ji bo dê û bavan nayê dayîn. Pirrên dê û bavan vî tiştî di nava jiyana xwe ya jin û mêrtiyê û xwedîzarokbûnê de dijîn. Ji bo xwe pêşxistinê, bêtir perwerdeyên taybet ên bi destên pisporan û xwendinên ji pirtûkên xwepêşxistinên takekesî têne wergirtin. Em jî bi van nivîsên xwe dixwazin ku ji dê û bavên kurd re bibin alîkar ku li derveyî agahiyên pergalê karibin hin zanînan ji xwe re bistînin.
Em vegerin ser perwerdehiya ku Mountrose pêşniyaz kiriye ku ji pênc gavên bingehîn pêk tên, divê em weke pêlekaneke pênc pêlikî li ber çavên xwe şênber bikin û van gavan hîn bibin:
Problem (kêşe)
Divê di serî de mirov pirsgirêkê bi nav bike. Ji bo têgihîştina pirsgirêkê divê mirov hin pirsan ji zarokan bike û karibe bi sebir û aramî li ravekirina wê/î guhdarî bike. Mînak; ger zarok dema hatina ji dibistanê mirûzê xwe tehl kiribe, divê dê yan jî bav bi pirsa xwe ya di dema herî guncav de û bi sebir lê guhdarî bike. Zaroka ku bibîne mezin bi hurmet lê guhdarî dike, ew ê jî bêxem kêşeya xwe vebêje. Ew ê bibêje ku ji waneya matematîkê notên kêm standiye û ew ê ti caran nikaribe ji matematîkê bi ser keve. Yanî problem “wergirtina notê kêm ê ji dersa matematîkê” ye.
Hest (îfadekirina hestan)
Civakên baviksalar zêde guh nadin hestên mirovan. Çinku ji bo wan nîşannedana hestan, ji rêgeza “mêrbûn”ê ye. Ger em ê li dijî vê helwesta nêrane tevgerên şareza rê bidin, piştî pirsên ji zarokan û têgihîştina ji kêşeyê, divê bi guhdarîkirinê re em destûrê bidin zarokê ku hestên xwe li gora cîhana xwe ya zarokî bi me re parve bike. Ji bo vê jî dê û bav dikarin bi karanîna hin peyvên weke “coşdar”, “xemgîn”, “bextewar”, “hêrsbûyî”, “zîvêr” û hwd. piştgiriyê li vebêjiya wê bike. Ji ber ku em weke kurd di zarokiya xwe de dema ji ber lêdana hevaleke/î xwe dihatin malê û me pirsgirêka xwe bi mezinên xwe re parve dikir, bi ser de jî me lêdanek ji dê û bavê xwe dixwar. Wê çaxê kesên guhdariya me bikin, tunebûn. Û ew hestên me yên xemgîniyê di bin hişên me de dihatin veşartin û bi me re enerjiyeke neyînî dihiştin. Em vegerin mînaka xwe ya berê, em ê bi guhdarîkirina zarokê tê bigihîjin ku bi wê re hestên neyînî çêbûne.
Baweriya Neyînî (peydakirina wê baweriyê)
Weke nivîskêr jî diyar kiriye, tiştên di binê hestan de veşartî, bawerî ne.** Piştî ku zarok hestên xwe îfade kirin, divê dê û bav hewl bidin ku çi baweriyeke neyînî bi zarokê re peyda bûye. Çinku “baweriyên sînorkirî, mirovan ji hev parçe dike, dibe sedem ku yek li hemberî ya/ê dîtir feqan vede û navbera mirovan xera bibe.” Mînak; keçeke naşîn û kurekî zarok ên li ser hin alavan tim şer dikin, dibe ku ji bo keça naşîn baweriya neyînî ya weke, “Ez nikarim bi serê xwe bimînim, birayê min tim min zîvêr dike û zerarê dide alavên min” çêbike. Ger dê û bav ji devê keça xwe ya naşîn ev baweriyên neyînî bihîstibin, êdî dikarin ji bo guherandina van hestên wê, pêşniyazan li wê bikin û dikarin ji bo liv û tevgerên kurê xwe yê zarok jî li çareseriyên wekî din bifikirin.
Baweriya Erênî (veguherandina neyîniyê ber bi erêniyê ve)
Dê û bav bi karanîna rêgeza rasteqîniyê dikarin baweriya neyînî veguherînin baweriya erênî. Ji bo vê jî dema guhdarîkirinê divê hay ji gotinên weke “qet”, “ti car”, “her kes”, “ti kes” û hwd. baldar bin. Dema ku keça naşîn ji ber birayê xwe yê zarok bibêje, “ez ti car nikarim bi serê xwe bimînim. Her kes henekên xwe bi min dike. Ti kes li min guhdarî nake…” hingê pêdivî heye ku bi piştgiriyê ev hevokên wê hinekî werin guherandin û rêgeza encaman dikarin di wê baweriyê de hinek serastkirinan bikin. Di serî de dê û bav ji zarokê re bibêjin, ne hewce ye tu li bêqisûriyê bigerî, çinku têkûzî rê li ber binketinê vedike. Em bibêjin, zarokek bi awayekî teqez bibêje ez jîr im û ti caran notên kêm wernagirim. Dema ew notekî kêm bistîne, wê ne li hêviya wê encamê be. Ji ber wê jî gerek dê û bav vegotina zarokê rave bikin û encamên wê jê re diyar bikin. Rêya dîtir a veguherandinê jî, rêgeza guherînê ye. Ev rêbaz bi demkurtî dikare alîkariya zarokê bike. Dema dê û bav bi zarokê fikra wê ya ‘ez ti caran notên kêm wernagirim’ bidin guhertin, baweriya wê ya neyînî dê yekser veguhere ser erêniyê. Dê û bav dikarin bi rêya lîstikan jî liv û tevgerê di navbera xwe de zindî bikin; mezin bi rola xwe ya dê û bavtiyê dikarin zarokê rexne bikin, an jî zarok dikare weke mezinekê/î rexne li dê û bavê xwe bike û fikrên pratîkî yên çareseriyê bi dest bixin.
Pêşeroj (afirandina dahatûyê)
Her çar merhaleyên pêşîn hest û ramanan derdixin pêş û zarok dest bi veguherînekê dike. Ji ber ku kêşe kirasekî nû li xwe dike, rêya fikirînê li ber zarokê vedike û dahatûya ku di serî de weke reşbînî bû, vediguhere dahatûyeke hêvîdar. Kurê ku bi bavê xwe re pirsgirêkan dijî, bi rêya dêya xwe dikare bibe xwedî baweriyeke erênî. Ger kurik dibêje, ‘bavê min qet ji min hez nake!’û vêya weke pirsgirêkekê bi dêya xwe re parve dike, hestên xwe yên xemgîniyê tîne zimên, ew bi awayekî zanebûn dikare bi destê dayikê veguhere gotineke weke ‘belkî bavê min nikare hestên xwe yên hezkirinê aşkera ji min re bibêje!’. Yanî çar xalên pêşîn bi awayekî zanebûn werin birêvebirin, xala pêncemîn “pêşeroja hêvîdar” wê jixweber pêk were.
Helbet dema mirov bi liv û tevgerên neyînî yên zarokên xwe re rûbirû dimîne, tengav dibe, hêrs dibe, li çareseriyan digere û li deriyên cuda dixe. Lê ger bi awayekî bi sebir û bêyî gotinên darizandinî karibin li zaroka xwe guhdarî bikin û bihêlin ku zarok hestên xwe bi rihetî bînin zimên, bi dan û standinê re baweriya xerab a li cem zarokê dîsa bi peydakirina çareseriyan a zarokê re dikare bi hêsanî veguhere baweriyeke erênî û ew zarok ber bi dahatûyeke xweş ve bimeşe. Em nivîsa xwe bi gotina perwerdekar Mountrose biqedînin: “Yek ji sebebên pêşîn ên serlêdana mirovan [û çûna wan a cem] a li terapîstan, peydakirina guhdêreke/î baş e. Ji bo guhdarîkirinê hewce ye mirov li hember kesekê/î pûtepêder be û bi baldarî li peyvên wê/î guhdar bike.”
Çavkanî:
* Liv û Tevgerên Zarokan û Nûbara Biçûkan, Xwebûn hejmara 149, 24-30 Cotmeh 2022
** Phillip Mountrose, Getting Thru to Kids: Problem Solving With Children Ages 6 to 18.[1]