Yekitîyeke çawa û bi çi awayî?
İkram Oguz
ikramoguzEz bi xwe hêjmara partîyên Kurd yên li Kurdistana Bakûr nizanim. Ji vir salan berê, di wan salên dijwar da çend partîyên binerd hebûn, hêjmara wan jî, hêz û quweta wan jî ji alî hemû kurdên bi sîyasetê ra tekildar, dihatin zanîn. Ew bi xwe binerdbana jî, ew bi hin xebatên xwe yên di xalên vekirî da dihatin nasîn. Hinek bi rojname û kovarên nêzikî xwe, hinek bi komelên nêzikî xwe, hinek jî bi navê serokên xwe yên karîzmatîk kifş dibûn. Gelê Kurd jî, ji daxwaz û armancên wan û ji kirin û kiryarên wan kêm zêde hayîdarbû. Di nav gel da her partîyek gor hêz û quweta xwe û gor kirinû kiryarên xwe, xwedî rûmet bû. Sedem binerdbûna wan, rûyê wan ên baş di tarîya şevereş da diçûrisîn, rûyê wan ên din, bi kêmasî û xeletîyên wan va binerd û veşartîbûn.
Salên dijwar li paş man, hêz û partîyên binerd bi her du rûyên xwe va derketin ser erdê, ne hêz û quweta wan a nedîyarî, ne jî kemasî û xeletîyên wan ên veşartî man. Bi derketina ser erdê va hêjmara wan zêde, hêz û quweta wan û rûmeta wan a di nav gel da kêm bû.
Îro, ne ku hêjmara hemû partîyan, hêjmara PDK’yên yek tîp li pêş û li paş jî kes nizane.
Partî pirr in, hêz û quweta wan kêm, nav û serokên wan tevlihev in.
Kîjan parti bi zelalî çi dixwaze, çi dike û serok û rêvebirê wî kî/kê ye, ne ku gel, pirranîya kurdên bi sîyasetê ra têkildar jî nizanin.
Lê ya ku tê zanîn ew e ku, hinkes wek serokên partîyan di civînekî da, an jî di kanalê televîzyonekî da fesalek bibînin, gotinên mezin dikin û bi daxwazên mezin va xwe davêjin nav bazara sîyasetê.
Gor gotin û daxwazên serok û rêvebirên partîyên Kurd, yê ku yekitîyeke netewî nexwaze tune. Ji bilî daxwaza ji bo yekitîyeke netewe, êdî tûk di devê wan da zuha bûye, zimanê wan venagere.
Lê yekitîyeke çawa û bi çi awayî, tu daxwazkerek bersiva vê yekê nade.
Ji ber ku, tu li serokê kîjan partîyê binêrî, di helwest û gotînên wî da tiştekî nû û hevdem nabînî.
Lê di navbera serokê hemû parîtiyan da şirîgtayîyeke balkêş jî heye.
Ku ew jî, ji partîya xwe ya bi salan vediqete, „bila piçûk be, ya min be“, patîyeke nû saz dike, bi heval û hogirên xwe yên berê ra neyartîyê dike, rûyê xwe vedigerine gel, bi gilî û gazin daw û doza yekitîyê dike.
Her kî ku di şert û mercên îroyîn da çil kesî li dora xwe bicivîne, wek gava yekem li Amedê avahîyek kirê dike, navê partîya xwe, bi tîpên mezin û rengîn, di dîwar da diçkîne û ala xwe di ser da dadiliqîne. Gava duyem, klasoreke qalind dike bin çengê xwe û ber bi derê wezareta hundur dilezîne. Dema ku bi çend heval û hogirên xwe va ji wezaretê derdikeve, eger ku mîkrofonek ber bi xwe direjkirî bibîne, wê demê jî wek gava sêyem, heta ku tûk di dev da zuha bibe, daxwaza Kurdistaneke bi her awayî û yekitîyeke netew dike.
Ji ber vê yekê di navbera partîyên Kurd yên Bakûr da tu car yekitîyeke netew çê nabe, bi rewşa wan a îroyîn çêbe jî, ji derd û kelemên kurdan ra tu car nabe derman.
Yekitîyeke netew heger ku di navbera partîyên bi hêz û bi quwet da were sazkirin, ancax dikare di warê daxwaz û armancên netewî da gavên baş û girîng bavêje.
Ji bo vê yekê jî yek şertek tenê pêwîst e.
Ew jî, daxwaza dewleteke serbixwe û azadîya gel e.
Heger daxwaz ev be û di xalên din cûdatî hebîn jî, ew nabin asteng.
Navên wan sosyalist, demoqrat, lîberal û neo-liberal be jî ne xem e, bese ku daxwaz û armanca wan a nîhaî azadîya gel û dewleteke serbixwe be.
Dema ku mirov li rewşa Kurdên Bakûr dinêre, di warê sazbûna yekitîyeke netew da tu çirûskek ronahîyê nabîne.
Partîyên di daxwazên xwe da neteweperest, bê hêz û ji hev qetîyayîne. Heger wek daxwazên wan, nîyeta wan jî yekitî û Kurd û Kurdistan ba, yekitîya bi heval û partîyên xwe yên kevn ra tevdigerîyan û evqas tar û mar nedibûn.
Di tevahîya Kurdistanê da partîyên xwedî hêz jî hene, lê bêle di navbera wan da jî şirîgtayîyeke netew nîne.
Ji wan yek dewletbûnê bixwaze, ya din dijbertîya dewletbûnê dike.
Yek federalîzmê bixwaze, ya din otonomîyê dide pêş.
Serokek bibêje, „Ez Şah im“, yekî din dibêje, „Ez padîşah im“.
Ji ber vê yekê, daxwaza yekitîyeke netew ji bo hemû kurdên neteweperest daxwazeke pîroz û pêwîst e.
Lê belê bi daxwaz û bi lavakirinê jî nabe.
Daxwazên di derbarê vê yekê da, wek bayê derê baharê, di salê da carek gurr dibe, tesîra wî ne li serok û revêbirên partîyan, ne jî li gel dibe. Tenê agirê ku di dilê daxwazvanan da dişewite, hinek sivik dike û dû ra bi xwe ditemir e.
Wek gotina dawî, ji bo yekitîyeke netew û bi hêz, du tişt pêwîst in.
Partîyên bi hêz…
Daxwaza dewleteke serbixwe û azadîya gel…
Partîyên xwedî daxwaz bê hêz in.
Yên bi hêz jî, ji vê daxwazê dûr in.
Welatparêzên ji van partîyan dûr jî, di vî warî da tênê xwe diwestînin…[1]