Kurd û pîrozbûna ziman!
İkram Oguz
Gelo bala we jî kişandîye, xêncî Kurdan tu kes Roja Zimanê Zikmakî pîroz nake.
Ji ber ku hemû gelên cîhanê her roj qîmet û rûmetê didin zimanê xwe û ji bo wan ziman, her roj pîroz e.
Kurd tenê vê rojê pîroz dikin, ji ber ku salê da tenê rojek zimanê wan tê bîra wan.
Kurd, bi taybetî Kurdên Bakur, her sal di vê rojê da pênc peyvan li pê hev rêz dikin û bi rîya telefonê, an jî bi rîya computerê ji dost û hevalên xwe ra dişînin.
Dibên; „Roja Zimanê Zikmakî pîroz bê!“
Çawa?
Li kê pîroz be?
Ez bawerim, Kurd pîrozbahîya vê rojê jî heq nakin. Ji ber ku hemû gelên li rûyê dinê dijîn, hemû rojên salê bi zimanê xwe yê zikmakî difikirin, diaxifin, dixwînin û dinivîsînin. Di her karên xwe da zimanê xwe bikartinin…
Ew Kurdên ku di salê da carê zimanê xwe yê zikmakî tînin bîra xwe, ew çi dikin?
Ew, xwe zêde nawestînin û di vî warî da hemû kêmasîyên xwe bi bahaneyên erzan vedişêrin.
Di salê da carek têkilî meş û şahîyek bibin, heta ku ji wan were, bi dengên bilind diqêrin û dibêjin;
„Zimanê me, nîşana hebûna me ye!“
„Zimanê me, rûmeta me ye!“
Meş û şahî diqede, ziman û hebûna ziman jî tê ji bîr kirin.
Kurd, di salê da 365 rojan bi Tirkî, bi zimanê neyarên xwe, difikirin, diaxifin, dixwînin û dinivîsînin. Bi Tirkî radizên, bi Tirkî radibin. Xewn û xeyalên xwe bi Tirkî dibînin. Her sal roja 21’e Sibatê, zimanê wan yê zikmakî tê bîra wan, ew jî bi Kurdîyeke nîvco hevokek dinivîsînin û ji der dora xwe ra dişînin…
Halbûkî wek salên derbasbûyî îro li Tirkîyê jî Zimanê Kurdî ne qedexe ye. Ne ku di warê çapemenîye da, li dadgehên dewletê da jî tê bikaranîn.
Le dîsa jî Kurd ji zimanê xwe dûr disekinin, di karên xwe yên sîyasetê da, di karên çand û huner da, di jîyana xwe ya rojane da jî Tirkî bikar tînin.
Siyasetvan û ronakbîrên Kurdên Bakûr bi Zimanê Tirkî daw û doza Zimanê Kurdî dikin, lê dema ku têkilî konferansek an jî civînek dibin, derdikevin ser dikê, bi du-sê peyvên Kurdî guhdarvanên xwe silav dikin, dûra vedigerin ser Zimanê Tirkî û axaftina xwe bi Tirkî didomînin. Bi rastî di vî warî da ne xwe, ne jî guhdarvanên xwe diwestînin. Sedem axaftinên xwe yên bi Tirkî bahaneyên xwe yên erzan tînin ziman, kêmasîyên xwe bi tawanbarkirina guhdarvanan va vedişêrin û dibên; „Min dixwest ez bi Kurdî biaxifim, mixabin guhdarvan bi Kurdî fêhm nakîn!“
Guhdarvan kî ne?
Ew jî wek axaftvan Kurd in…
Televîzyonên ku ji alî Kurdan va hatine damezrandin, di weşanên xwe da hê jî Zimanê Tirkî bikar tînin. Lê naxwazin gelê Kurd televîzyonên ku di weşanê xwe da Zimanê Kurdî bikar tînin, temaşe bikin. Bahaneyên wan jî wek bahaneyên sîyasetvanan hazir û nazir e.
Dibêjin, „Dewlet, bikaranîna ziman, me ji daw û doza me dûr dixîne û me asîmîle dike!“
Bi çi asîmîle dike?
Bi zimanê Kurdî…
Roman û çîrokên ku bi Kurdî hatine nivîsandin, di depoyên weşanxweneyan da dirizin. Li Kurdistan û bajarên Tirkîyê 25 mîlyon Kurd dijîn, mixabin li seranserî Kurdistanê ji romanên bi Kurdî yên herî baş jî ancax hezar heb tên firotin. Bahaneyên xwendevanên Kurd jî wek yên din dîsa hazir û nazir e. Ew jî dibêjin; „Em çi bikin, bixwînin jî jê tiştekî fêm nakin!“
Ji çî fêm nakin?
Ji zimanê xwe yên zikmakî…
Di civata Kurdan da kesên ku îro bi zimanê xwe yên zikmakî diaxifin û di jîyana xwe ya rojane da wî bikartînin, ew jî dîsa tenê gundî ne. Mixabin, bi axaftin û bikaranîna wan a tevlihev jî ne ziman pêşda diçe, ne jî dewlemend dibe…
Roja Zimanê Zikmakî Pîroz be!
Li kî û kê pîroz be!
Mirov dikare bêjê, bila ev roj li Tirk û Ereb û Farisan pîroz be!
Ji ber ku ne tenê ew, Kurdên di bin bandora wan da dijîn, ew jî bi dil û can, bi kêf û eşq bi zimanê wan diaxifin, dixwînin û dinivîsînin. Qasî ku ew qîmet û rûmetê didin zimanê xwe, Kurd jî qîmet û rûmetê didin wan û zimanên wan…
Sedem vê yekê ye ku Kurd, wek mirovên ku di meha rojîyê da rojîyê nagrin û tenê îdê pîroz dikin, pîrozkirina vê rojê heq nakin.
Nuha nizanim, lê berê di meha rojîyê da mirovekî rojî negirtiba û roja îdê yekî îda wî pîroz bikira, kesên derdorê, henekên xwe lê dikirin û digotin; „Ma wî rojî girtîye ku hûn îda wî pîroz dikin!“
Nuha mesala Kurda ye, Kurd zimanê xwe bikar tînin ku, ev roj jî li wan pîroz be! [1]