Kêmasî û Zêdeyîyên Kurdan
İkram Oguz
Dema ku Kurd li ser pirsgirekên xwe mijûl dibîn û diaxifin, ji hev ra gilî û gazinên xwe dikin û dibêjin; „Em bêxwedî ne, di rûyê dinê da tu dewletek tune piştgirîya me bike. Kêmsîyên me zê dene, dagirkerên me bi hêz û quwetin. Sedem vê yekê jî hemû rê û dirb li pêşîya me girtî ne û bêçare ma ne“.
Heger mirov ji dûr va li wan binihêre, di van gilî gazinên wan da tu şaşîyek nabîne. Lê mirov nêzikî wan bibe û li jîyan û kirinên wan binihêre, wê demê têdigihîje ku çiqasî kêmasîyên Kurdan hebin, ewqas jî zêdeyîyên wan jî hene û astengên li pêşîya wan, bi piranî ji zêdeyîyên wan pêk tên.
Ev zêdeyî çi û çinin?
Gor raya min ew du beşan pêk tên.
Ji van yek ideolojî û sîyaseta çewt e.
Ya din jî bîr û bawerîyên wan ên olî ne.
Ev her du tişt ji bo Kurdan zêde ne û ew wan ji kurdayetîyê dûr dixînin û nêzikî dagirker û neyarên wan dikin.
Kurdên ku ji salan vir da li ser hîmê sosyalîzmê sîyasetê dikin û hê vê sîyasetê didomînin, duh jî xwe wek kesên entarnasyonalîst binav dikirin, îro jî wusa xwe binav dikin.
Duh digotin; „Em sosyalist in û tenê Kurdistanek sosyalist dixwazin“.
Îro jî daxwazên xwe yên ji bo Kurdistaneke sosyalist dane alîkî û tenê dawa biratîya bi gelê serdest ra dikin. Hê ji bindestîyê û ji bin lingan nefilitîne, ji bo seranserî dinê daw û doza demoqrasîyê dikin. Sedem vê yekê jî roj bi roj ji ziman û çand a xwe, ji welat û nasnama xwe dûr dikevin. Ne wek Kurd dimînin, ne jî dibin Tirk. Di nav kurdayetîyê û Tirkayetîyê da diçin û tên…
Dema gavek pêşda bavên, hevalbendên wan ên sosyalîst û enternasyonalîst, wan bi nijadperestîyê tawanbar dikin, sosyalîstîya wan dikeve bîra wan, şûnda vedigerin û du gavan paşda davêjin. Bi vî awayî rê li pêşîya dirêj dibe û astengên nû derdikevin serê rîya wan.
Kurdên oldar jî ji du beşan pêk tên û ew jî ji sosyalîstan şunda namînin.
Kurdên Elewî xwe bi mezheba xwe binav dikin û wî didin pêşîya nasnameyên xwe. Ji bo wan ne ziman ne jî nasname muhîm e. Hebûn û tunebûna wan bi elewîtîya wan va girêdayî ye.
Tu nasnama wan dipirsî, ew dibên; „Em elewî ne“.
Tu ol a wan dipirsî, ew dîsa dibên; „Em Elewî ne“.
Tu hinek zorê bidî wan, wê gavê jî dibên; „Em ji Xorasanê hatin e“,
Kurdên Şafiî dinihêrî, ew jî ji Kurdên Elewî kêm namînin.
Tu dibê, tu kî yî, ew dibên; „Elhemdulîlah em misilman in“.
Tu dibê ji kîjan miletîyî, ew dibên; „Em ji umeta Mihemed in“.
Tu hinek zorê bidî wan, wê gavê ew jî dibên; „Dîn û dîyaneta me yek e, em hemû ji xalîyê çê bûne û di dawîya emrê xwe da jî dîsa dighîjin eslê xwe“.
Ji bo her sê beşan jî ne ziman, ne nasname, ne jî welat û azadîya welat gring e.
Ji bo kesên sosyalîst hê rêça Marx û Lenîn, ji bo kesên Elewî şûrê Hz. Alî, ji bo kesên Şafiî jî dîn û dîyaneta Hz. Mihemed…
Lê ne sosyalîstan bi rêça Marx û Lenîn rîya xwe serrast kirin, ne Elewîyan xwe bi şûrê Hz. Alî parastin, ne jî Şafiî bi dîn û dîyaneta Hz. Mihemed ji bindestî û xizanîyê xilas bûn.
Kurd kîngê van zêdeyîyên xwe bidin alîkî, ancax wê demê dikarin li ziman û nasnama xwe xwedî derkevin, dikarin azad û serfîraz bin.
Sedem vê yekê mirov dikare bêje, astengên li pêşîya Kurdan ne ji kêmasîyên wan, ji zêdeyîyên wan pêk tên.
Wek gotina peykersazê Fransî yê bi nav û deng Rodîn.
Rojek ji Rodîn dipirsin, dibên; „Tu van peykeran çawa çê dikî?“
Rodîn dibê, „Ez zêdeyîya keviran davêjim, peyker dimîne“.
Kurd jî kîngê ji van zêdeyîyên xwe xilasbin, ancax wê gavê dibin Kurd.
Bi Kurdbûna xwe ji bindestîyê xilas nebîn jî, wunda jî nabin…[1]