Berhremendê kurd Xelîl Mehmûd di dîroka 01-04-2000' î de di nava malbateke normal û nexwende de jidayîk bûye. Lê xelîl ne mîna zarokên din bû, di pênc saliya xwe de çavên xwe ji derd dan û nekarî pê bibûne, bi vê yekê re ji bo malbata wî pêşeroja wî hate wendakirin. Çiku wan nedizanî ku kesên astengar jî dikarin bixwînin û binivîsin û bighêjin armanca xwe.
Û Xelîl ne tenê zarok bû ku di nav birayên xwe de çavê xwe ji dest dabû, belkî ew zarokê pêncemîn û biçûk bû di nav wan kesên ku çavê xwe ji dest dabûn, û ev yek berûvajî bi awayekî pozîtîv li wî xûya dikir, ji ber ku birayê wî yê mezin ji heman polê bû. Her tim li dibistanekê digeriya ku wî bihewîne. Ji bextê “Xelîl” re, dema ku ew neh salî bû, birayê wî yê mezin dibistanek ji bo koran dît û “Xelîl” derbasî wê dibistanê bû û hertim di nav kesên yekem de bû ta ku gihîşt pola şeşan a dibistana seretayî, û piştre şer li Sûriyê derket û nebû qismet ku xwendina xwe di wê dibistanê de biqedîne.
“Xelîl” sê salan ji xwendinê dûr ma û hêvî dikir ku careke din vegere dibistana xwe, lê ji ber şer nedikarî vegere xwendinê. Piştî derbasbûna sê salan ji bilî ku bi şagirtên saxlem re di dibistana gundê xwe de tevbigerin, çareyek nedît, bi rastî jî kete wê dibistanê û li wir qonaxa amadekariyê qedand, paşê bawernameya navîn wergirt û paşê jî i belgeya amdehiyê jî wergirt.
Paşê li bajarê Şamê dest bi xwendina zanîngehê, Beşa Zanistên Siyasî kir, lê ji ber kirîza Sûriyê nekarî xwendina xwe biqedîne, lê karîbû li Enstîtuya Şehîd Zozan li bajarê Kobanî li gel xwendekarên saxlem xwendina wêjeya kurdî bixwîne. Piştî vê yekê wî û birayên xwe biryar dan ku di warê perwerdekirina kesên xwedî pêdiviyên taybet de bixebitin û ji bo vekirina dibistanek ji bo koran li Kobanî kar kirin û li wir pêşwaziya zarokên kor kirin. Xelîl her wiha ji bo perwerdekirina civakê di warê çanda kesên xwedî pêdiviyên taybet de, bi amadekirina bernameyeke radyoyî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, û di radyoya (Kobani FM) de pêşkêş kir, û gelek ders di bûyerên civakî de di vî warî de pêşkêş kir. Paşê bernameyeke din a radyoyê li ser dersa zanîngehê amade kir û di Radyoya (Kobani FM) de pêşkêş kir.
Derbarê berhremedniyên xwe de jî, “Xelîl” di karê kompîturê de baş e û bi leza nivîsandina kompîturê tê ferqkirin, ji ber ku di xulekê de nêzîkî 200 tîpan dinivîse, herwiha ji werzişê jî hez dike û dike û di melevaniyê de jî baş e.
Kurdîpêdiya – wergera ji zimanê erebî [1]