Danasînek li ser Êla Şedadan:
Di vê kurtelêkolînê de em ê li ser êla şedadan bidin naskirin, di warê danasîk, dîrok, hebûn, parçebûn û heta bi dawiya wê de. Wekî ku tê naskirin jî êla şedadan di nava dîrokê de xwedî êleke dîrokî û kevnare bûne.
- Ev êleke gelek kevnar e.
- Vê êlê bi êla Rewadî re hevalbend bûn.
- Beşekî ji vê eşîrê di peyre tevlî nava eşîra El-Berazî bûn.
- Ji serokên yên dawiyê li sûriyê Feyad Xelîl Axa.
- Hejmara wan li sûriyayê 4000 hezar e.
- Li sûriyayê bi awayekî sereke li Kobaniyê û Girê Spî dijîn.
- Serokatiya vê êlê di qonaxa osmaniyan de û demeke dirêj di malbata Ekrad Oxlo bûne.
- Di dîrokê de di sala 951'ê zayînê vê êlê dewleteke bi hêz di bi navê ''Dewleta şedadî'' ava kir û damezrînerê wê jî Mihemed Bin Şedad e.
- Şerefxanê Bedlîsî di pirtûka bi navê ''Şerefname'' de tekez dike ku bi hebûna girêdaneke bi hêz di navbera Şedadî û Eyûbiyan e bû.
- Hinek çavkaniyên dîrokî didin tekez dikirin ev êl ji beşê El-Hezbaniyan e.
- Dewleta şedadiyan bi hevpeymaniyên Selcûqî û Bêzantiyan re hatiye pêşxistin.
- Hinek çavanî bi nasnavê ''Azadî – El-Kurdî'' li şedadiyan dikin.
- Di sala 1072'ê zayînê de dewleta şedadiyan dabeşî du parçeyan bû. Her parçeyek kete destê birayekî.
- Di sala 1164'ê yê zayînê de Şahê selcoqiyan bi operesyoneke leşkerî ya mezin ya dijî dewleta şedadiyan êrîş kir û hebûna wan ji hole rakir.
Çavkanî: Kurdîpêdiya – wergera ji zimanê erebî. [1]