Gotinên Leyla Zana, Kurd û Erdoxan
İkram Oguz
Di nav sîyaseta Kurdan ya îroyîn da Leyla Zana serok û hevserok nebe jî, ew figureke gelek muhîm e. Qasî ku di nav Kurdan da tê nasîn, ew qas li dervayî welat jî tê nasîn. Ji alî dewletên Europa Leyla Zana wek sembolek ji sîyaseta Kurd tê qebûlkirin.
Ji ber wê yekê ye ku gotinên wê, di nav Kurdan da zêde neyên munaqeşekirin jî, Tirk li ser gotin û kirinên wê kur û dur disekinin.
Ji ber ku Leyla Zana, di warê sîyasetê da wek paşnavê xwe xanimek zana û xwedi tecrûbe ye. Têkilîyên wê bi gel ra xurt e, rabûn û runiştina wan, daxwazên wan, derd û kulên wan baş dizane.
Kîngê çi dibêje, an jî çi dike, ji berê da dipîve û gor zanîn û tecrûbeyên xwe diaxife û gavên xwe davêje.
Gotin û kiryarên wê carcaran dijberî hevduh bin jî, di navbera wan da sedemîtîyeke xurt heye. Ew gor şert û mercên guhêrbar da li civatê û meseleyên civatê dinêre, di wan da guhartin hebe, ew jî nêrînên xwe gor wan diguherîne.
Gor raya min Leyla Zana ji piştî derketina zîndanê, sê caran bi gotinên xwe yên balkêş di rojeva Kurd û Tirkan da cîh girt. Mixabin, her sê caran jî ji alî hemu Kurdan va rast nehat fêmkirin, bîlakîs bi gotinên tûj û tund va hate rexnekirin.
Cara yekemîn di Newroza sala 2007’an da, li Amedê, di axaftinek xwe da digot ku, „sê serok û rêberên Kurdan hene, ji wan yek Talabani, yek Barzanî yek jî Ocalan e.“
Ji bo van gotinên wê dewleta Tirk di derheqê wê da dawe vekir û di dawîya dawê da jî Zana du sal cezayê hapsê girt.
Li ser van gotinên wê, Kurd jî ji dewletê şûnda neman. Wan jî ji du alîyan va wê rexnekirin. Li alîkî Kurdên derdora PKK’ê, ji navê Talabanî û Barzanî nerazîbûna xwe dianîn ziman û digotin; „ev fikrên Leyla yê şexsîne û di vî warî da nêrînên me ne wusa ne“.
Li alîyê din jî, yên ku xwe serok û rêber dihesibandin û navên xwe di nav gotinên Zana da nedidîtin, wan jî bi awayek din Leyla Zana rexne dikirin û digotin; „mexseda wê Talabanî û Barzanî nîne, ew bi navê wan va seroktîya Ocalan ilan dike“.
Mirov ku ji wê rojê vir da li gotin û kiryarên Zana binêre, dibîne ku ew, rexneyên ku di derheqê wê da, ji du alîyan va hatibûn kirin, ji binî va puç derketin. Ew îro jî li pişt wan gotinên xwe ye û gor wan gotinên xwe jî gavên xwe davêje…
Cara duyem jî dîsa di axaftinek xwe da got ku; „di şertên îroyîn de çek sigorta Kurda ye, bila cîhê bîla bê sebeb neyên berdan“.
Bi van peyvên xwe Leyla Zana carek din dîsa ji du alî va hate rexnekirin.
Îjar jî yên wê rexne dikirin, Serokwezîrê Tirk Erdoxan û Kurdên aştîxwaz bûn…
Erdoxan ser van gotinên Zana digot; „madem wusa ye, çi karê wê li parlamentoyê he ye, bila ew dest ji wan karê xwe berde û berê xwe bide çîyê“.
Kurdên aştîxwaz jî digotin; „Leyla ji bo postên bilind ji çekdaran zêdetir pesnê çekdarîyê dike“…
Zana çend meh berê jî di hevpeyvînek xwe da wuha digot; „ez bawerim Erdoxan dikare pirsa gelê Kurd çareser bike. Ji bo vê yekê ez xwedî bawerim û vî bawerîya xwe jî wunda nakim. Kurdên di nav BDP’ê da ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo destxistina mafên Kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da Kurd nînin. Kurdên di nav AKP’ê da dixebitin, di hestên xwe da Kurd, lê ji bo Kurdan tiştekî nakin.“
Li ser van gotinên wê, yên kû salek berê Zana rexne dikirin, kêfxweşîya xwe anîn ziman, yên ku salek berê bi gotinên wê kêfxweş bibûn, ew jî rexne dikirin. Serokwezîrê Tirk Erdoxan digot, „heger Leyla Xan bixwaze, em dikarin werin ba hew û bi hev ra dan û standinê bikin“.
Serokwezîrê ku salek berê rîya çîyê nîşanî Zana dikir, li ser van gotinên wê yên nû kêfxweşîya xwe dianî ziman û Zana bi fermî dawet dikir. Li ser wê dawetê, Erdoxan di koşka wezaretê da bi Zana ra hat ba hev û li ser pirsa Kurd, bi Zana ra dûr û dirêj guftugo kir.
Kurdên aştîxwaz jî bi awayekî din kêfxweşîya xwe nîşan dikirin û digotin; „Leyla jî wek me, BDP’ê û rêvebirên BDP’ê Kurd nabîne û hêdî hêdî ji wan dûr dikeve.“
Kurdên derdora PKK’ê û BDP’ê jî Leyla Zana carek din dîsa rexnedikirin û digotin; „ew gotinên wê yên şexsîne û gotinên ne rast in“.
Di dema greva birçîbunê da jî Leyla Zana ferqa xwe nişanî hemû kesan da û carek din dîsa gor şert û mercên nû gav avêt.
Wekîl û rêvebirên BDP’ê, karên ku ji wan dihat hêvîkirin danîn alîkî û bi piranî ketin nav kuçe û kolanan, bi polês û bekçîyan ra çavçirtonek lîstîn.
Leyla Zana jî li parlamena Tirk rûnişt û carek din adrêsa çareserîyê bi zanayî nîşan da û gor rastîya xwe, bi serê xwe tenê gav avêt…
Çend roj berê jî di Kongira Navnetewî da, kongra ku li paytexta Belcîka Brukselê lhatibû lidarxistin, axifî. Di axaftina xwe da Zana, Kongra Navnetewî ji bo çareserkirina doza Kurd pêşketineke mezin rava dida û wuha digot; „Gelê Kurd ji ber politîkayên Tirkan gelek êş dîtin, lê em îro pêwîst dibînin ku di navbera Kurd û Tirkan da, girêdanên jiyana hevbeş bi hêz bikin.“
Dibe ku hinek kes van gotinên wê jî rexne bikin. Lê ez di van gotinên wê yê dawîyê da işareta gavên nû dibînim, ew gavên ku ji alî hukumet û PKK’ê va tên avêtin.
Ev gotinên wê û gotinên hinek wekîl û rêvebirên BDP’ê wek hev bin jî, di navbera wan da firqek gelek mezin heye. Ew jî, Leyla Zana qasî ku di warê kurdayetîyê da nêzikî wan be, di warê kemalîzmê da jî ewqas ji wan dûr e.
Ji ber ku navê wê Leyla ye…
Di hestên wê da kurdayetî he ye…[1]