Zana û Kêmasîya Kurdên Şoreşger
İkram Oguz
Tam mehek berê rojnama Hurriyetê bi Leyla Zana ra hevpeyvînek çêkiribû. Ji wê demê vir da gelek kes li ser gotinên Zana sekinîn, ji wan hinekan Zana rexnekirin, hinekan jî piştgirî dan Zana…
Lê mixabin ji wan tu kes zêde li ser gotinên Zana yên di derbarê Kurdên di nav AKP’ê û BDP’ê da dixebitin, nesekinî…
Gor raya min di nav wê hevpeyvînê da gotinên Zana yê herî rast û girîng jî ew bûn…
Zana digot;
„Kurdên di nav AKP’ê da dixebitin, di hestên xwe da Kurd, di fikrîyatên xwe da ne Kurd in. Yên di nav BDP’ê da jî, di fikrîyatên xwe da Kurd, di hestên xwe da ne Kurd in.“
Bi awayekî din Zana dibêje ku Kurdên di nav BDP’ê da ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo destxistina mafên Kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da Kurd nînin. Kurdên di nav AKP’ê da jî, di hestên xwe da Kurd in, lê ji bo Kurdan tu tiştek nakin.
Ev gotinên ku Zana ji bo BDP’yîyan dibêje mirov dikare ji bo hemû hêz û partîyên Kurdan yên din jî bêje. Lewra himê vê yekê jî di salên 60’î da hatîye avêtin. Wek tê zanîn, di wan salan da Kurdên ku dest bi sîyasetê kiribûnn, çiqwas armanc û xebatên wan ji bo azadî û serxwebûna Kurdan ba jî, daxwaza wan Kurdistaneke sosyalîst bu. Sedem vê yekê jî sosyalîstbûna wan her tim li pêşîya Kurdbûna wan cîh digirt…
Wek mînak, ji wê demê hata îro hemûyan daxwaza perwerdeyîya zimanê zikmakî dikir, lê ne daxwazên xwe da zimanên xwe yên zikmakî bi kar dianîn, ne jî bi wî diaxifin.
Li alîyê din, Kurdên ku ji sîyasetê dûr disekinîn, ew jî, ji daxwazên bo perwerdeyîya zimanê zikmakî hayîdar nebûn, lê bi jin û zarên xwe va bi Kurdî diaxifîn.
Îro jî wek gotina Zana, yên ji bo xilasbûna Kurdan dixebitin di hestên xwe da ji kurdayetîyê dûr in, yên ku ji bo Kurdan tiştek nakin û bi dagirkerên xwe ra kar dikin, ew jî di hestên xwe da Kurd in…
Piştî hevpeyvîna Zana, ew kesen ku gotinên wê rexne kir, ji wan yek jî Murad Qarayilan bû.
Qarayilan di axaftineke xwe da, hem gotinên Zana hem jî hevdîtina wê û Erdoxan rexne dikir û digot; „Heger Dewleta Tirk gavên erênî nevêje û bi me ra danûstandinê neke, wek alternatifek emê bi Başûr ra bibin yek…“
Dema ku min ev gotinên Murad Qarayilan di rojnamê da xwend, ji nişkeva got „Xwedê neke…“
Dengê min çû Xanima min.
Ew bi vî gotina min şaş û metal ma.
Min gotinên Qarayilan ji wî ra jî xwend.
Hinek fikirî û got, „di van gotinan da çi xirabî heye, tu çima wusa dibêjî?“
Min jî got, „dibe mesela me û Said Gebarî…“
Ser wê yekê dengê xwe birî û di cîhê xwe da sekinî…
Hûnê bêjîn mesela we û Said Gebarî çi bû?
Ezê wê jî bêjim.
Sala 1993’an da Said Gebarî ji bo „Şevên Piştgirîya Rojnama Azadî“ hatibu Îstenbolê.
Said Gebarî nêzikî mehekî li Îstenbolê ma. Her roj sibê zu dihat buroya Azadî û hata êvarê li wir rûdinişt. Êvarê jî mala kîjan hevalî musait ba diçû li wir radiza…
Said Gebarî dema ku hat Îstenbolê tu peyvek Tirkî nizanî bu. Piştî hefteki şûnda bi me hemûyan ra dest bi axaftina Tirkî kir. Gava ku em bi Tirkîtîya wî dikenîyan û pê qilfên xwe dikir, ew jî hêrs diket, me rexne dikir û digot;
„Kemalîsta di 70’ê salî da mala we xirab kir, we jî di 7 rojan da mala min xirab kir û we min kir nîvtirk…“
Nîyeta Qarayilan çi dibe bila bibe, ji bo çareserîya pirsa Kurd pêşnîyara wî ne xirab ê.
Lê dîsa ew îmkan hebe jî, ez bi xwe, di şertên îroyîn da naxwazim Kurdên Bakûr û Başûr bibin yek. Bi yekbûna Kurdên Bakûr û Başûr va dewleteke xurt û serbixwe were avakirin jî, ew serîda zirarê dide Kurdan…
Hûnê bêjin çima?
Daxwaza pirranîya Kurdan, an jî dil dilê hemû Kurdan da ji pêkhatina her çar parçeyên Kurdistanê avakirina dewletek serbixwe nîne?
Bi rastî jî wusa ye…
Şert û mercên wî îro tunebe jî, di dilê hemû Kurdan da yekitî û azadîya Kurda cîh digre…
Lê mixabin, îro her çar parçeyên Kurdistanê ne wekhev in.
Li alîkî Kurd û kurdayetî li pêş e, li alîyê din şoreş û şoreşgerî…
Piranîya Kurdên Bakûr, di gelek xalan da ji Kurdên Başur zêdetir nêzikî Tirkan in.
Dîndarên wan jî, sosyalîstên wan jî wek Tirkan radibin û rûdinên, bi Tirkî diaxifin û dinivsînin…
Nijadperestên Kurd hebin, ew jî wek nijadperestên Tirkan dijîn û bi zimanên wan diaxifin…
Tişta ku îro Kurdan ji dagirkerên wan vediqetîne, tenê ziman e û ew jî li ba Kurdên Bakur nema ye…
Ji ber wê yekê ye ku wek pêşnîyara Qarayilan, îro Kurdên Bakûr bi Başûr va bibin yek, ji daxwazîya Kurdan zêdetir ya Tirkan tê cîh.
Bi saya Kurdên Bakûr, Kurdên Başûr jî ewê dest bi axaftina Tirkî bikin û di jîyana xwe da jî wî bi kar bînin…
Heger Kurdên derdora BDP’ê li pê Qarayilan herin, ewê ne tenê mala xwe, wek mesela me û Said Gebarî, 7 rojan da mala Kurdên Başûr jî xirab bikin.
Lê ji gotinên Zana dersek derxînin û xwe biguherînin, nebin xwedî dewlet jî, ewê Kurd bimînin…[1]