Ziman û bikaranîna ziman
İkram Oguz
Di kongreya Partîya Demaoqrat a Kurdistanê da Mesûjed Barzanî dibê; „Xwedê gelê Kurd xuluqandîye û zimanê wê û mafên wî jî Xwedê daye“.
Gor bawerîya Olî ev gotin raste û tu kesek xwedîbawer nikarê îtiraza vê yekê bike. Kî ku vê rastîyê qebûl neke, bi bawerîya xwe ya bi Xwedê ra jî dikeve şikê ku, ew jî ji bo wî kesî sebebê gunehkarîyê ye.
Dema ku mirov li rewşa Kurda û cînarên wan ên misilman dinêre, mirov bi bîr û bawerîyên wan va dikeve şikê. Ne Kurdên misilman ji bo mafên xwe yên ji Xwedê va hatine dayîn, dixebitin, ne jî cînarên wan ên misilman van mafê Kurdan qebûl dikin.
Mirov dikare bêje, Kurd ji bo nexwastina mafên xwe, cînarên wan jî ji bo nenaskirina mafên Kurdan gunehkar in.
Di vê babetê da rewş û gunehkarîya cînarên Kurdan hata alîkî tên fêmkirin, lewra misilmanên wan jî, demoqrat û sosyalîstên wan jî, lîberal û mirovhizên wan jî, bîr bawerîyên xwe tenê ji bo xwe û ji bo menfata xwe dihebînin. Ji bo van kêmasîyên xwe kîtab û mishaban li ser hev diqelibînin û dawîyê da ji van kêmasî û xeletîyên xwe ra qûlpek dibînin.
Misilmanên cînar dibêjin; „Em hemû ji ometa Muhammed in, Xwedayê me yek e û em hemû bira ne. Ne hewceye ku hûn bi netewa xwe, xwe binavbikin û ji bo bikaranîna zimanê xwe îsrar biikin“.
Demoqrat û sosyalîsên cînar dibêjin; „Em di warê miroatîyê da wekhev in û hemwelatîyên dinyayekî ne. Armanca mirovên wek me, ne parastina zimaneke, ne jî ji bo damezrandina dewletekî ye. Ji bo zimanê xwe jî xem nekin, ne tenê zimanê we, zimanê me jî di pêşerojê de winda dibe. Dest ji van daxwazên xwe yên paşverû berdin û bi me ra bimeşin…”
Lîberalên cînar dibêjin; „Hevalno, dem dema destbixistina mal û milk e. Ne dema bi axaftina zimanê zikmakî, ne jî parastina axa bi sînor e. Dest ji ziman û sînora berdin, li cîhanê binêrin. Bi kîjan zimanî pere qezenç dikin bi wî biaxifin, li kîderê pere tê ezençkirin, wir wek welatên xwe bihesibînin. Hewl bidin xwe û fêrî zmanên navnetewî bin û pêşerojê da peyatî nemînin.“
Beşek ji Kurdên li pê misilmanan diçin, gor wan jîyana xwe didomînin û xwe ji kok û bingeha xwe dûr dixînin.
Beşek ji wan, xwe demoqrat û sosyalîst dihesibînin, wek demoqrat û sosyalîstên derdora xwe, karên xwe yên rojane didin alîkî û ji bo damezrandina cîhanêkî nû xewn û xeyalan dibînin.
Hinekên wan jî, xêncî mal û milkê dine tu rûmetê nadin tiştekî û tenê bi pere û pûlên xwe, xwe binav dikin.
Yên ku xwe ronakbîr û welatparêz dihesibînin, ew daxwaza zimanê xwe yê zikmakî dikin, lê piranîya wan, ne bi zimanê xwe yên zikmakî dixwînin û dinivsînin, ne jî wî di têkîlyên xwe yên rojane da bi kar tînin. Daxwazên xwe yên divî warî da jî, bi zimanên bîyanîyan tînin ziman û sebebê hemû kêmasîyên xwe, dagirkeran xwe nişan didin. Ji bo pîr û paktîya xwe serî da xwe, paşê jî kesên der dora dixapînin.
Ji bilî van beşên civata Kurd yên ku zimanê xwe bikartînin ew jî, tenê gundî û karker in. Çiqwas li Kurditî û çand û hunera xwe xwedî derdikevin bila derkevin, li ba hemû bêşên din ew, nezan û xizan tên bi nav kirin.
Li ber xwedîderketin û parastina ziman, astengên ji nav me û ji dûrî me bi kurtayî ev in.
Di rewşa îroyîn da tu kes li himber van astengan bê çare jî nîne.
Ji bo vê yekê jî ne hewceye armanca şoreşek bi nav û deng bê kirin. Bese ku her Kurdek li ber neynikekî mezin raweste û serî da li xwe binêre, pişt ra jî gor daxwazên xwe gav bavêje…[1]