$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Songul Tarinci
Nasnav: Roza Rênas Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 12-09-2022 / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me yê kevnar Amed ku di dîroka Kurdistanê de bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê navê xwe li dîrokê neqişand, li Kurdistanê her tim bûye navenda israra di jiyana azad de. Gelê me yê welatparêz ê Amedê ku xwe spartine sûrên kevnare yên Amedê û kevneşopiya berxwedanê nifş bi nifş mezin kirine, bi rê nedayîna dagirkerî û mêtîngeriyê re hebûna xwe parastiye. Amed ku bûye zemîna gelek derketinên dîrokî, di rojên destpêkê yên partiya me PKK'ê de ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ev mîsyon bi layiqî bi cih aniye. Bajarê me Amed ku malovanî ji bingeha PKK'ê re kir, partiya serketinê ya gelê me, bi berxwedana dîrokî ya li Zindanên Amedê bi pêş ket re careke din rabû ser piyan û bûye navê berxwedana bênavber. Bajarê me Amed ku bû yek ji cihên destpêkê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê şîn bû û kok a xwe lê girt û bû gel, bi serhildanên xwe re têkoşîna me hembêz kir û li Kurdistanê bû navenda berxwedanê. Gelê me yê Amedê di serdemên ku dewleta mêtinger a Tirk êrîşên xwe yên herî dijwar pêk anî de bi hezaran ewladên xwe yên leheng şand nava refên têkoşînê û şehîdên me yên nemir bi serhildanên mezin pêşwazî kir û bi vê sekna xwe bûye mînak ji tevahî Kurdistanê re.
Hevrêya me Roza jî bi vê kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî di nava malbata me ya welatparêz de bû xwedî şans ku mezin bibe. Hevrêya me Roza ku bi çanda xurt a berxwedanê mezin bû, ev yek hişt ku ji biçûktiya xwe ve rastiya gelê Kurdistanê û têkoşîna me nas bike. Hevrêya me ya ku zû bi azadiyê ve hate girêdan, mîna jineke ciwan a Kurd li dijî dagirkeran bi hêrs bû. Hevrêya me yê di nava Serhildanan de mezin bû, di nava xebatên ciwanan de cih girt û di vê pêvajoyê de Rêber Apo û partiya me PKK’ê ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Roza ya ku bû şahidê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ên li hemberî gelê me yên li Rojava û Êzidiyên Şengalê, xwest di refên pêş ên têkoşînê de cih bigire û bersivê bide êrîşên dagirkeran.
Hevrêya me ya ku di wê baweriyê de ye ku divê Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku rûmeta mirovahiyê ye divê bi her awayî bê parastin, di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrê Roza ku di pêvajoya şoreşê de cih girtibû û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî milîtanî şer kir, di vê pêvajoyê de kedeke mezin daye û di heman demê de bû pêşengeke jêhatî. Hevrêya me bi hişmendiya ku destketî û azadiya rasteqîn a gelê me tenê bi berxwedana dîrokî ya li dijî mêtingeran li çiyayên Kurdistanê dikare were parastin tevgeriya û di sala 2018'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava gerîlayên azadiyê bû.
Hevrêya me Roza ku xwedî tecrubeyeke xurt a şer e, bi perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê ku li qada Qendîlê dîtî jêhatîtir bû û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû. Hevrêya me ku bi sekna xwe ya wêrek, biryardar û tevlîbûna xwe ya jidil û bênavber zû pêş ket, piştî pratîka xwe ya serkeftî ji qada Qendîlê berê xwe da qada Garê û xebata xwe domand û bi coş xizmeta têkoşîna şoreşê kir. Hevrêya me Roza ya ku bi vîna xwe ya Apoyî hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma derbas kir û bi hewldan û fedekariyê xwe ji nû ve afirand, di demeke kin de bû yek ji hevrêyên me yên ku bi pêş ket û berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêya me ya ku di felsefeya Rêbertî û Îdeolojiya Azadiya Jinê de xwe kûr kirin esas girtiye, hewl daye tiştên ku hînbûye bi jiyanî bike. Bi qasî pêşketina xwe girîngî daye pêşketina hevrêyên xwe û li ser vê esasê tecrûbeyên xwe ligel hevrêyên xwe parve kiriye. Hevrêya me Roza ku meşa xwe ya azadiyê bi biryardarî didomîne, di her karek de serkeftin esas girtiye. Hevrêya me Roza ya ku bi baldarî nêzê xebatên xwe yên di Akademiyên Apollo de bû, bû namzeteke fermandar a pêşeng ku di asta herî pêş a jiyanê de cih girt û xwedî paşerojeke bi hêvî. Hevrêya me Roza ku xwe berpirsyar û deyndarê Rêbertî şehîd û gelê me dibîne, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bênavber têkoşîn esas girtiye. Hevrêya me Roza ku evîna wê ya hevrêtiyê bêsînor e, li dijî dagirkeran hêrseke wê ya mezin hebû. Hevrêya me ku her roj bi tevlîbûna fedaî ya di xeta Zîlan de leza tevlêbûnê zêde dike, bi pratîka xwe ya serkeftî bûye milîtanekî PKK û PAJK'ê yê mînak.[1]