$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Îbrahîm Demîrcan
Nasnav: Amed Mayis
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sûltan-Hatîp
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2022 / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me Mêrdînê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û bi serhildanan hat silavkirin, tevî ku rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a mêtînger hat jî, ji meşa azadiyê tawîz neda. Bajarê me Mêrdîn ku yek ji kevintirîn niştecihên Kurdistanê ye, bûye hêleke hevpar a bi hêz ku tê de gelek gel, ziman û çandên cihêreng, bi taybetî jî gelê Kurd, di nav biratî û wekheviyê de bijîn. Hevrêyê me Amed li navçeya Şemrex a Merdînê ku nirxên civakî yên exlaqî û kevneşopiya Kurdistanî bi xurtî lê tê jiyîn, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Amed ku bi dîtina çanda berxwedanê ji nêz ve mezin bû, bû xwedî kesayetek têkoşer ku ji temenê xwe yê biçûk de bi nasnameya xwe haydar bû.
Coş û kelecana têkoşîna gelê me yê Rojava yê ku bi felsefeya Rêber Apo ji bo şoreşê meşiya û êrîşên dagirkeran ên ku xwestin Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetisînin, bandorek mezin li hevrêyê me Amed kir. Pêvajoya şerê giran a li Rojava ya sala 2015’an, hestên xurt ên welatparêzî û wijdanî yên hevrêyê me derxist holê û xwesteka wî ya bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me yê ku baş dizane şerê tê meşandin beriya her tiştî şerê mirovahiyê ye, şerê ronahî û tarîtiyê ye, lêgerînên wî kûrtir bûye û ji ber nirxên exlaqî yên ku ji civaka xwe girtiye ew zêdetir ber bi têkoşînê ve biriye. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet hevrêyê me Amed ku li hemberî newekhevî û bêedaletiyê bêdeng namîne, biryar da ku biçe Rojava û tevlî şerê giran bibe. Piştî demekê hevrêyê me Amed ku li gelek deverên Rojava ma û li dijî dagirkeran Rojava û Şoreşa Azadiyê ya Rojava parast, bi hesta ku dema tevlîbûna nava refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya ku xeyala wî ya zarokatiyê bû hatiye, di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gerîlayê azadiyê.
Li Metîna ku qada yekemîn lê dima, kêlî bi kêlî bi xebata xwe re girêdanên hezkirina çiya û hevrêtiyê di dilê xwe de mezin kir. Ev destpêk ji bo wî bûye çavkaniya armancên mezin. Hevrêyê me Amed ku bi tecrubeyên xwe yên şer bi taktîkên gerîlayên serdema nû re kir yek û encamên bi bandor bi dest xist, hînî hevrêyên xwe kiriye û ji hevrêyên xwe jî hîn bûye. Hevrêyê me Amed ê ku di Cotmeha 2019’an de ji bo xwe nêzî Rêbertî bike, ji bo kurahiya jiyana Rêbertiyê fêm bike û bi jiyanî bike tevlî Hêzên Taybet bû, û li ser vê esasê bîrdozî û felsefeya Rêbertî ji bo hevrêyê me bû nexşerê. Hevrêyê me Amed bi zindîbûn, dilnizmî û rengê xwe yê jiyanê şopên kûr li ser hevrêyên xwe hiştiye. Hevrêyê me Amed ku bi coş û kelecanek tevlî PKK'ê bû, bi kelecan û rûyê xwe yê bi ken û bi taybetmendiyên xwe yên moralî ve her tim balê hevrêyên xwe kêşandiye. Hevrêyê me Amed li ser esasê tesbîta Rêbertiya me ya “Evîn ked dixwaze” di hemû qadên jiyana xwe de bi kedên bêhempa hezkirina xwe ya jiyanê û hevrêtiyê kûr kiriye û ev hezkirin bûye sedema geşbûna hestên tolhildanê û hêrsa li hemberî dijmin. Hevrêyê me Amed ku hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de jêhatî bû, yek ji hevrêyên yekem bû ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi çekan derbek li dijmin xist. Hevrêyê me Amed ku beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabêrê ya Şehîd Savaş Mereşê bû, li çeperên şer û tîmên bi tevger cih girt û erk û berpirsyariyên xwe yên di şerê dîrokî de bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Amed ku hêrseke wî ya bêdawî li dijî dagirkeran heye, li cihê ku pêwîst bû bersiva pêwîst da êrîşên dagirkeran.[1]