$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Kadriye Tetîk
Nasnav: Asya Kanîreş
Cihê jidayikbûnê: Ordû
Dayik-Bav: Nazîfe-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 15 -06-2023 / Xakurkê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Asya Kanîreş li gundê Kaynartaş ê navçeya Unye ya Ordûyê ji dayik bû. Hevrêya me Asya ku biçûka pênc xwişk û bira bû, bi hezkirineke mezin a malbatê mezin bû. Hestên mirovî û cewhera civakî ya xelkê Derya Reş di dilê xwe de hewand. Hevrêya me Asya ku xwedî lêgerîn bû, baldar bû û lêdipirsî, ji aliyekî ve diçû dibinstanê, li aliyê din jî weke ciwaneke Tirk a rewşenbîr xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me ku bi berpirsyariya li nava malbatê li pêş bû, li ser lingên xwe sekinî, ji komkirina findeqan heta bi gelek karên cuda bi keda xwe nirx afirand. Hevrê Asya hem mirovahiya bindest, hem ked hem jî çîna karker ji nêz ve nas kir. Hevrêya me fêhm kir ku ziman, nijad, zayenda mirov çi dibe bila bibe, modernîteya kapîtalîst a hov wan talan dike, ev sîstem sîstemeke li dijî mirovahiyê ye. Piştî ku sîstema kapîtalîst nas kir, kir ku bikeve nava lêgerîneke alternatîf, fikrê çep û îdeolojiya sosyalîst nas kir. Dît ku sosyalîzm ji bo azadiya gelan û demokrasiyê rêya yekane ye. Beşa mamostetiyê qezenç kir û çû Zanîngeha Samsûnê. Li zanîngehê lêgerîn û xwendina xwe xurtir kir, îdeolojiya sosyalîst hîn bi kûrahî nas kir. tevlî nava ciwanên Tirkiyeyê yên sosyalîst bû, cihê xwe di nava karên ciwanan ên şoreşger de girt, ber bi jiyaneke şoreşger, rewşenbîr û sosyalîst gavên destpêkê avêt.
Di nava tevgera çep a Tirkiyeyê de îdeolojiya Apoyî û PKK nas kir, bi baldarî û meraqeke mezin xwend, hewl da hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêya me Asya ji ber ku li nava derdoreke ji fikrê çep û sosyalîst mezin bû, fikrê faşîzan û nexweşiya neteweperestiyê sînor dananîn ber mejiyê wê, bi fikrê azad û hestên mirovî li paşerojê nihêrî. Dema ku dûrî pêşhukmî lêkolîn li ser PKK'ê kir, şoreşgerên enternasyonal ên mezin ên gelê Tirk, ewladên leheng ên xelkê Derya Reş, pêşengên nemir ên partiya me PKK'ê hevrê Hakî Karer ê ji Ordûyê û Kemal Pîr ê ji Gumuşhaneyê nas kir. Piştî ku hevrê Hakî û Kemal nas kir ku wan bi rêbertî û kesayetiya xwe ya şoreşger a mezin PKK kirin PKK, di dilê wê de kêfxweşiyeke mezin rû da. Hevrê Asya dît ku PKK ne tenê tevgera Kurdan e, tevgera azadiyê ya tevahiya mirovahiyê ye. Hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ji gelên Tirkiyeyê dûr bixîne, li nava gelê Tirkiyeyê dijberiya li Rêber Apo û PKK'ê biafirîne, tecrîdkirina fikrên Rêberê me li pêşiya hevrê Asya nebû asteng kuk Rêber Apo nas bike. Hevrêya me Asya, komkujiyên ku dewleta Tirk kir, zilma li gelan dît, bi hişmendiya sosyalîst demokratîk biryar da ku li ber van rabe. Dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê dest dan hev, di sala 2015'an de li Pirsûsê bi rengekî hovane komkujî kir, di encamê de jî ciwanên şoreşger qetil kir ku piştevaniya gelên kurd û Tirk mezin dikirin û bûbûn pira biratiyê ya navbera gelan. Şehadeta hevrêyên şoreşger ên herî hêja li Pirsûsê, kir ku hevrêya me Asya biryarê bide û di sala 2015'an de tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû.
Bi eşq, daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, bi xwe dît ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo çawa ketiye meriyetê. Dît ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî, mirovên ji her ol û baweriyê bi hev re di nava aştî û demokrasiyê de dijîn. Paradîgmaya Rêber Apo ji ber ku ji bo gelên bindest û jinan veguherî şoreşekê û li Rojava kete meriyetê, ev yek bû kabûsa hêzên netewe-dewlet ên faşîzan û êrîşên hovane lê hate kirin. Hevrêya me Asya dît ku li her derê zilm li gelê Kurd tê kirin, êrîşên faşîzan têne kirin û weke şoreşgereke Tirk a sosyalîst demokratîk êşa gelan di dilê xwe de hîs kir. Bi rengekî bêteredût tevlî têkoşînê bû, du salan li nava Hêên Azadiyê yên Rojava bi rengekî bêeman têkoşiya. Bi wêrekiya xwe ya bilind û kesayetiya xwe ya dilxwaz cihê xwe di gelek çalakiyan de girt, di taktîka sûîqestê de tevlî perwerdeyê bû û bû pispor.
Hevrêya me Asya ku digot 'Têkoşîn bi tena serê xwe têrê nake, divê mirov di asta herî bilind de têbikoşe' tempo û rêbaza xwe ya têkoşînê di ber çavan re derbas kir û biryareke mezin da. Li ser bingeha vê biryarê berê xwe da çiyê, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, cihê xwe di nava Hêzên Taybet de girt. Hevrêya me Asya xwest meşa xwe ya şoreşê li ser xeta fedaîtiyê dewam bike, di asta herî bilind de û bi tempoya herî bilind têbikoşe. Weke ewladeke gelê Tirk di şexsê xwe de ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve xwest rexnedayina xwe bide. Rexnedayin jî ne tenê weke gotinê û nîqaşên ne şênber nirxand, di kesayetiya xwe de fedaîtî afirand, bi rengê herî xurt têkoşiya û tevlîbûna li nava Hêzên Taybet ji xwe re kir pêvajoyeke rexnedayinê. Hevrê Asya bi dilê xwe yê kûr, bi fikrê xwe yê bê dawî, bi hişmendiya xwe ya xurt a şoreşgerî, bi kesayetiya xwe ya jin a azad û sosyalîst bi rengekî awarte tevlî nava Hêzên Taybet bû. Li qadên ku lê ma bi sade, dilnizmî û kêfxweşiya xwe ya mezin, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê, ku kêfa wê gelekî ji pêşketina hevrêyên xwe dihat. Feraseta neteweya serdest di kesayetiya xwe de parçe kir, sekna jinê ya azad û kesayetiya sosyalîst a demokratîk li ser bingeha tevlîbûna fedaîtiyê pêk anî. Hevrê Asya bi dilxwaziya xwe ya mezin, bi tevlîbûna xwe ya bêfikar a bi pakbûna xwe ya milyaketî, bi sekna xwe ya xwedawendî, rêbaz, tempo, hunera xwe ya mirovî, biryardariya li ser pîvanên milîtanî û serketinê, bû xwedî meşek bi rengê Zîlan.
Hevrê Asya da ser şopa Hakî û Kemalan, bi vî rengî bû şoreşger û weke şopdara Zîlanan bû fedaî û têkoşiya. Li qadên cuda yên wezîfeyê, her wezîfe bi eşqeke mezin û pîvana serketinê nirxand. Li herêma Xakurkê ku ji bo wezîfeyekê lê bû, tevlî çalakiyê bû, li refên herî pêş beşdarî vê çalakiyê bû, derbên herî xurt li dijmin xist û bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve meşiya. Li vê derê di şerê dijî dijmin de heta nefeda xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevrê Asya, ewlada leheng a xelkê Derya Reş, şopdara Kemal û Hakî ya li çiyayên Kurdistanê, keça gelê Tirk a bi rengê Zîlan têkoşiya, fedaiya ku sekna jin a azad di kesayetiya xwe de pêk anî, weke şoreşgera sosyalîst û enternasyonal a têkoşîna me navê xwe li dîrokê neqişand. Têkoşîna ku Hakî û Kemalan beriya nîv sed salê dan destpêkirin çawa ku îro di şexsê Asyayan de bênavber dewam dike, têkoşîna bi rengê fedaî ya Asyayan jî heta afirandina cîhaneke bi biratî, demokratîk û azad wê bênavber dewam bike.[1]