$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Diyako Saîdî
Nasnav: Koçer Medya
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Tamîna-Sidîq
Dem û cihê şehadetê. 15-06- 2023 / Xakurkê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi hezaran sal in li xaka Kurdistanê ye her tim bûye lêgerînerê jiyana azad. Timî li dijî hêzên ku dixwestin wan ji azadiyê bêpar bihêlin, serî hildan. Gelê me tevlî her têkoşînê bû ku bi vê armancê hate kirin. Gelê me ji bo azadiya xwe bi her awayî fedakarî kir û berdêl da. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bi van têkoşînan her tim hêviya xwe ya azadiyê zindî hiştiye. Gelê me yê Rojhilat ê welatparêz ku tevlî têkoşînên azadiyê yên li qadên Kurdistanê bûye, ji bo pêşketina zanebûna neteweyî bûye xwedî mîsyon. Ji salên 90'î û vir ve, tevlîbûnên xwe yên partiya me PKK’ê pêk anîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêş dikeve. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku sala 1999’an de li dijî Rêbertiya me hate kirin, rabû serhildanan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da. Dîsa li Rojava û Başûrê Kurdistanê di êrîşên DAÎŞ’ê de yên li hemberî gelê me, xelkê me yê Rojhilat ref bi ref tevlî refên têkoşînê bû. Şervanên azadiyê yên Rojhilatî ji Rojava heta Şengalê û gelek qadên Başûrê Kurdistanê, ji wir jî heta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê têkoşiyan û li Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî pêşengî kir.
Hevrêyê me Koçer li bajarê Sineyê ku ev kevneşopiya berxwedanê pir zêde lê heye, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û bêguman bi vê çandê mezin bû. Hevrêyê me Koçer li gorî ziman, çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Ti carî li hemberî êrîş, zext û polîtîkayên bişaftinê yên dijmin serî netewand. Malbata hevrêyê me Koçer bi hezkirinê girêdayî nirxên xwe yên Kurdbûnê bûn, vê yekê bandoreke xurt li wî kir. Ji bo vê yekê bi têkoşînê azadiyê ya Kurdistanê re eleqeder bû û dest bi lêkolînê kir. Têkoşîna ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê li dijî sîstema qirker a dewleta Tirk hate kirin, bala hevrêyê me Koçer kişand. Bi taybetî têkoşîna Rêbertiya me ya di bin şert û mercên dîlgirtî de, bû çavkaniya sûdwergirtinê ya hevrêyê me Koçer. Nêzîkatiyên PKK’ê yên ji yekîtiya neteweyî re, gelekî bandor li hevrêyê me Koçer kir, ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Di pêvajoyekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn, hevrêyê me Koçer biryar da ku tevlî refên têkoşînê bibe. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Koçer li qada Qendîlê tevlî perwerdeyên destpêkê bû û PKK ji bo xwe weke destpêka jiyaneke nû dît. Ji bo di nava jiyanê de bi rola pêşengiyê rabe, bi fedakarî têkoşiya. Bi perwerdeyên îdeolojîk rastiya gelê Kurd û pirsgirêka azadiyê ya gelê me, hîn baştir fêm kir. Rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Hevrêyê me Koçer di aliyê leşkerî de gihişt tecrûbeyekê û pêvajoya xwe ya perwerdeyê ya destpêkê bi serketî qedand. Hevrêyê me piştî perwerdeyê, dîsa li qada Qendîlê tevlî kar bû. Bi taybetî di çêkirina tunelên şer de bi kesayeta xwe ya kedkar, fedakar û xebatkar û tevlîbûna xwe derket pêş. Di vê wateyê de ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê û pê ve bû mîlîtanek ku gav bi gav armanca xwe pêk anî. Hevrêyê me nêzî du salan di karên pratîkê de cih girt û xwest ji êrîşên dijmin re bibe bersiv. Ji bo vê yekê di wateya taktîka leşkerî de xwe têrker nedît. Hevrêyê me xwe di branşê sûîqestê de bi pêş xist ji ber eleqederiya xwe ya bi perwerdeyê bû sekvanekî profesyonel. Hevrêyê me piştre berê xwe da qadên ku şer lê zêde û li qada Xakurkê têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me li vir jî tevlîbûna xwe ya bi çalak domand û her tim ji xwe re kiriye armanc ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Koçer ne tenê bi teorîk, di heman demê de ji aliyê pratîkê jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me li qada Xakurkê pêşengî ji gelek çalakiyên li dijî hêzên dagirker re kir û bû sedem ku di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin werin xistin. Hevrêyê me Koçer bi wêrekî û xwînsariya xwe bû mîlîtanekî mînak û yek ji fermandarên me yên ciwan.[1]