Hevparîya Çepgir û Omedparêzên Kurd
Sıraç Oğuz
Tirkîye şeş sed sal bi distûra Împaratorîya îslamî hatîye bi rêve birin. Sed sale jî bi navê komara Tirkîyê xwedî dewlete. Mixabin ne dema împaratorîyê ne jî di dema rejîma Kemalizmê da, ji bo mirovatî û demokrasî û biratîya gelan gavek piçûk jî nehatîye avêtin.
Heta Tirk bibin xwedî dewletek demokratîk, wer tê xûyakirin gerek hefsed sal derbas be, belkî tirk werin guherandin û bibin demokrat. Loma ew kurdên daxwaza yekitî û biratîya tirkan dikin, bila bizanibin ew jî xeyalek gelek kûr û dûre.
Li bakurê Kurdistanê, partî û kesên ji ziman û dîroka xwe dûr, ketine pê doza demokratîzekirina Tirkî yê. Tiştê herî ecêp ewe ku, gelo partî û sîyasetmedarên kurdan ji dîroka tirka tiştek fehmnekirine ya na.
Ew çepgirên hê nikarin zimanê xwe bikarbînin û rêveberîya partîya dikin, ketine hevrika demokratîzekirina komara tirkîyê. Bi daxûyanîyên çewt pêşî li xebatên ji bo doza netewa kurdan digrin.
Oldarên kurdan û partîyên wan jî li pey xeyalê xelîfetîyê ketine, galgalî ya yekitî û biratîya gelên omedê dikin.
Miratê herî xirab jî ewe ku, ew fem û ferasetên bêyom tu qey dibê bûye para kurdan tenê.
Mirov dikare bêje, ew partî û kesên çepgir, oldar û sosyalîst ji fikr û ramanên kurdatîyê dûrin. Ji ber ku di her gav û gotinên xwe da, ji doza neteweya kurdan zêdetir doza biratî, omedê û yekitîya tirkîyê dikin.
Îslamîstên kurdan jî berê xwe didin tarîqet û omedê. Lê gerek neyê ji bîrkirin, îro ola îslamê di bin bandora tirk, ereb û eceman da ye. Heta ew dewlet hebin ne li vê dinê ne jî li axîretê tiştek nakeve destê kurdan û nabe para îslamîstên kurdan.
Îro ew ên li ser pirsgirêka kurdan, gotinên pûç û vala dikin, malxirabîya herî mezin li miletê kurd dikin. Ew xirabîya herî mezin jî ji alîyê şopgerên Boran û Çayan tên. Dema dikevin dengasîyê, hema berê xwe didin sosyalîzm û serokên kemalîstên berê.
Umetparêz şerîetê, çepkir jî xwedêgiravî bo demokrasîyê, bi dil û can dixebitin û dixwazin angorî fikrên dagirkeran, dewletên dagirker bikin dwletên adîl û demokrat.
Ji ber van daxwazên wan ên îdeolojîk, miletê kurd li ber dewletên dagirker êsîr û bêçare ma ye.
Bi serok û partîyên ji orf û adet, ji ziman, dîrok û netewa kurdan dûr ketine, ne dewletek neteweyî, nejî gomek tê avakirin.
Divê berî her tiştî kurd daxwazin xwe yên netew, bi zimanek vekirî û zelal bînin ziman û biparêzin. Biratî û yekitîya kurdan, encax bi daxwazên neteweyî û bi fikr û ramanên Kurdistanî tê cîh.
Ji bo vê yekê jî, divê miletê kurd wek xala yekemîn zimanê xwe biparêze û bi dil û can li nasname û netewa xwe xwedî derkeve…[1]