Kî ne Em: Destên reş an Rûyên reş
#Ferzan Şêr#
“ez ji kû bûm Hrant, tu ji kû bûyî?
Gerapêt ji kû bû, Dîkran ji kû bû?
kalê min cîranê kalê te bû, ez kirîvê te
ne ji wir im li dû te, ez jî ne ji vir im.
li welatekî digerim, Jaklînê:
her kişwer bihar, her heyv nîsan.
Biqasî min bêriya Ûsivê Filleh dike, taxeke Nisêbînê!”
“agos”, Payîza Peyvê, Arjen Arî
Suat Baran, Ferzan Şêr
Di 18_04_2020an de (di 19ê Nîsanê de nû kiriye) nivîseke bi navê “Fırat Aydınkaya: 8 Soruda Kürtler ve Ermeni Soykırımı (Fırat Aydınkaya: Di Heşt Pirsan De Kurd û Qirkirina Ermenan)” di malpera Nûpelê de çap bû. Çawa ku divê mirov birînên xwe yên bingehîn ji bîr neke, divê mirov birînên ku di laş û giyana xelkê de kiriye jî ji bîr neke. Mirov dema qalikeke derûnî li birîna xwe ya simbolîk dipêçe û wê li cihekî ewle ya derhişê bi cih dike (ew jî bi pêvajoyeke tekûz, bi şuxlekî şîngirêdanê pêk tê) wê birînê ji bîr nake, lê belê hînî wê dibe. Divê kêm zêde “kiryarên” birînan jî bi vî awayî tevbigerin. Kurd dibêjin “Xwediyê birînê, bi birîna xwe dizane”. Lê belê di karên civakî de, mirov weke endamê civakê divê hay ji bîra xelkê jî hebe, herî zêde jî di wan deman de heke ew bi xwe jî kiryarê birînê be. Di van demên dawî de her ku hukma di destê kurdan de zêde dibe sinifên cur be cur jî ji wê desthilatiyê dertên. Ne bi mahneya xwe ya klasîkî bibe jî sinifeke “rastgir” jî ji vê yekê peyda dibe. Ew sinif jî ne zêde bin jî dixwazin bi tevahî destê kurdan ji qirkirina ermenan bişon, heta bi gavekî zêdetir diçin bo nimûne İbrahim Halil Baran dibêje “berî her tiştî eqlê ermenî, lêborînekê deyndarê kurdan e ku bi sûcên li hemberî Kurdistanê re kurdan perîşan kirine.” Di mijarê de weke ku li dunyayê jî gelek babetên bi vî rengî hene, di esasa xwe de rûberîbûyîneke heqîqî lazim e. Ne mirov destê xwe jê bişo, ne jî destê xwe li teniyê bide, bi destê xwe rûyê xwe reş bike. Belê di vê mijarê de ne rûyê kurdan lê belê destê wan reş e. An na wê ev bişibe “te kir û min nekir” a ermen û tirkan.
Aydınkaya di nivîsa xwe de dibêje “di biryardayîna qirkirinê de daxilîbûna kurdan nîne. Lê di sepandina biryaran de rêjeyeke girîng ji kurdan tev li vî karê rûreş bûne”. Vê tevlîbûna kurdan jî weke “bûrokrasiya qirkirinê”, weke “zîncîrê bûrokrasiyê” bi nav dike. Kurdên di vê zîncîrê de di komîsyonên “tahkikan” de kar kirine. Aydınkaya meseleya “aktoran” di vê babetê de weke cihekê revê û bêmantiq yanî dûrî angaşta qirkirinê dibîne, lê belê bi xwe dema behsa aktorên sereke dike, behsa mekanîzmayan dike, bêguman behsa “aktoran” jî dike û pirr bi zelalî jî kurdan weke aktoreke sereke derdixe pêş. Tiştên ku ew îtîraz dike nîqaşa “gelo kurd aktor bûn an na?” ye. Lê belê “sosyolojiya aktoran” ji vê pirsê tenê pêk nayê. Belkî ji paşguhkirina “sosyolojiya aktoran” bêtir, baldayîna “sosyolojiya aktoran” elzemtir e. Encax bi saya sosyolojiya aktoran hemû hêlên xwe ve kirin û kiryarên wê demê zelaltir bên fahmkirin. Lewma di vê babeta bûrokrasiyê de em dixwazin pirseke wiha bikin, gelo di nav kurdan de bûrokrasiyek hebû? Ger hebûya bûrokrasiyeke çawa bû? Belkî peyva bûrokrasiyê di vir ne guncan be lê gelo têkiliyan kurdan ên di nav vê bûrokrasiyê de çawa bûn, her wekî din di mijara kurdbûnê de pozîsyonên wan him di nav xwe de him jî di çavê dewletê de çawa bûn? Mixabin her pirsên me tê di mijara nasnameya yekgirtî ya kurdbûnê de dieliqe û em dikevin wê feqa cudakirina kiryaran û civakê. Di destpêka avakirina komara Tirkiyê de hewleke bi vî rengî çêbûye, cudakirina hin faîlan ji kirina bi giştî. Qesta me ne ew e, çawa ku mirov nikaribe kirina çend kesan bixe stûyê kurdan, mirov nikare bi kirina çend kesan jî kurdan ji vê sûca dijmirovî azad bike. Ew yek ne rêyeke dûrî xetereyan û bêterefî ye, lê ji bo eşkerekirina heqîqatê nerîneke bivênevê ye, da qenebe dil û ûjdana mirov pê rehet be. Wekî din sûcdar kirin û înkarkirin her du jî rêyên pir hêsan û erzan in, lewma her kes dikare ji xwe re hilbijêre û hemû angaştên xwe li ser vî xîmê dûrî heqîqatê bi cîh bike. Ji ber hîndê qesta me li vir ew e, em dixwazin bi nîşe û pirsên din ve mijarê ber bi rêyeke “heqîqî” ve bibin. Lewma yek bi yek nebe jî ji heşt pirs û bersivên Aydınkaya tespît û dîtînên xwe em ê li vir diyar bikin.
Di serî de Aydınkaya dibêje “ne ji van kesên dîstrîbûtora qirkirinê bana, dê ev biyar bi vî rengî bêqisur nehata tetbîqkirin”, her wekî din “li navendên taşrayê bi hebûna van kesên dîstrîbûtor re helwest û sekna xelkê di vê babetê de hat manîpûlekirin”. Bêgûman ev ji hêla diyarkirina tetbîqkirina wê biryara giştî, ji hêla manîpûlekirina xelkê ve ne bi taybetî bo kurdan lê ji bo her xelkî, bo her şêweyên qirkirin û cureyên qirkirinan rast e. Şîdeta dewletê ji xwe bi vî awayî kar dike. Aydınkaya lê zêde dike “ger ne îştîraka kurdan bana, em dev ji parastina ermeniyan berdin, ger kurd bi temamî bêliv û bi serê xwe bimana me yê îro behsa tiştekî din bikira”. Helbet me yê behsa tiştekî din bikira, lê bi ya min bi tu awayî ne ev bar sivik dibû, ne jî qedera ermenan. Em li cîhanê binêrin, li serdema Holokostê gelek kes bêdeng man, gelek kes bêliv man, gelek kesan jî cihûyan veşartin, ew parastin, ew filitandin. Lê Holokost pêk hat. Gelek kes hebûn bi nijadî ne alman bûn, ne endamê partiya Naziyan bûn, bi xwe ne Nazî bûn, lê karê Naziyan sivik kirin, ji wan re xweş kirin, bi hesabên cur be cur (ji tirsê heya bi berjewendiyan) vê yekê kirin, lê di encamê de kiryarê Holokostê Nazî bi xwe ne, kesên ku destbiratiya wan jî kirine kirasê Naziyan li xwe kirine, bûne Nazî. Her wekî din bi sedan, dehan, bi deh hezaran çepgir, homoseksuel, qereçî, kesên kêmendam (kesên xwedî astengiyên fîzîkî, derûnî û civakî), kesên ku alîkarî bi cihûyan kirin di Holokostê de hatin kuştin bi destê Naziyan û hevalbendên wan ve. Dema mirov Auschwitzê dibîne û avahî û plansaziya wê dide ber çavê xwe mirov wê hingê, ne bi tevahî lê belê parikî fahm ji sazûmana qirkirinê dike. Ji biryara kesekî, çend kesan û ji îtîraza kesekî û çend kesan zêdetir e. Serkeftina qirkirinan, di têgiha qirkirinê de veşartî ye, ji ber ku bi ser ketiye qirkirin e. Lewma jî kurdan tişt nekirina jî wê ev qirkirin pêk bihata, piştî serkeftina wê li derveyî Kurdistanê wê bi her awayî bandor li Kurdistanê jî bikira. An jî wê nekira. Dîrok wiha ji nû ve tê nivîsin lê ne wiha, bi texmînî nayê nivîsin. Bo nimûne angaşta “dewleta kurdan hebûna ango di asta biryardayînê de kurd hebûna belkî ev qirkirin pêk nedihat” çiqas şaş be, ev angaşt jî ewqas şaş e. Îro kêm zêde em dikarin bibêjin li hemberî qirkirinên li Tirkiyê tirk dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe ji wan bikin wê qirkirinên pêşerojê dubare nebin. Kuştina Hrant Dink bifikirin, her sal hezaran kes li dijî wê bi yekdengî diqîrin, lê ew kes ji ber ku ne civaka serdest in (kurd in, tirk in, ermen in, cihû ne) mixabin rê li ber kuştinên pêşerojê nagrin. Ger berovajiya wê li civaka navendî ya tirkan nerazîbûnek bilind bibûya belkî Tahir Elçî nedihat kuştin. Belkî wê bihata lê di esasa xwe de civak jî weke mirovan in. Ji bo ku mirov rê li ber nexweşînan bigrin di tibê de têgehek heye dibêjin profîlaksî. Di civaka modern de jî karên profîlaktîk hene, ew jî ruberîbûna van tiştan bi esehî ye.
Di kiryarên qirkirinê de amilên ku berê kurdan dan cînarên xwe yên ermenî bi berfirehî hatine lêkirin. Belkî mirov karibe lê zêde jî bike. Lê belê ev amilên hanê nikarin qirkirina ermenan bixe tenê stûyê kurdan çi wek cîranê wan çi jî wek “hêzeke” herêmî. Mirov dikare vê weke “xerabiyên banal” binav bike, ku her kes bi awayekî tê de cîh girtiye, kesî destê wî paqij tunebûye. Arendt jî li ser vê dîmenê digot “kujer û temaşevan”, dema li cihekî karê mêrkujiyê pêk hatibe û xelk lê temaşe bikin, temaşevan jî dibin kujer. Di nivîsa xwe de Aydınkaya ji bo pesendkirina aktorbûyîna kurdan di babeta qirkirinê de, karên ku giregirên kurdan (çi dînî çi neteweyî) weke bûrokrasiyê bi nav dike, navên Feyzî beg, Hecî Bedir Axa, Gulo axa hwd. dide û parselîzasyona Kurdistanê jî di ser wan re diyar dike. Lê gelo kesên mînanî Muhtila Beg [ Miks- Wan] çi kes nîne? Ewên ermenan ji destê kujerên wan xelas kirine. Ev angaşta dijî wê em pêşkêş dikin “di xwe de pûç e”, ji ber ku karên enfalkirinan, qirkirinan bi “te kir û min nekir”an nabe. Tirkan jî heman angaştan bikar tînin ji bo redkirina qirkirinê. Filankesên tirk ermenan xelaskirine. Qesta redkirina qirkirinê divê ji vê neyê fahmkirin. Çawa ku bi alîkariya “çend kesan” mirov nikaribe destê qirêj ê kurdan ji qirkirinê bişo, bi destê qirêj yê çend kesan jî mirov nikare rûreşiya kiryarî ya qirkirinê bide kurdan. Belê rûreşiya kurdan heye, divê hebe jî heta hetayê jî ne ji ber kuştinê tenê, ji ber ku nekarîne rê li ber bigrin jî divê ji xwe şerm bikin. Ev amilên hanê sûcên wan, riya ku wan avêtiye sûcdariyê diyar dike bi awaya derûniya civakî lê aktorbûyîna wan teqez nake.
Mijara qirkirina ermenan, an tunebûna ermenan li Kurdistanê sûc û hevkariya kurdan e heta derekê gotineke ne neheq e. Lê mirov bala xwe baş bidiyê dîroka çand û belavbûna ermenan di tevahiya Anadola (Asia Minor) berê, xweş dibîne ku ermenên İzmîrê, Trabzon, Ordu, Samsûn, Merzîfon, tevahiya Pontosa qedîm, Îzmît, Kırklarelî (Sarantaeklisies/Çil Dêr), Edîrne, Mugla, hemû jî îro tunene; bi qewlê Aydınkaya em bêjin, heke tirkên nîştecihên wan deran biryara hikûmetê qebûl nekirana îro ermen jî li wan deran hebûna. Bi awayekî dî em bêjin, hingê gelo ew “delirium” an jî “jihêşçûn”a kurdan e em îro dibêjin ermen îro li Kurdistanê nemane. Lê qirkirin ne mijara tenê li Kurdistanê, lê di tevahiya Anadolê ye; ew der jî ji serî heya dawî di desthilatiya tirk û osmaniyan de bû. Lewma bi me sekna sereke ne li ser neteweperweriyê lê bêtir li ser îdeolojiya dînî ye ku bi destê hikûmeta osmaniyan xweş hatiye manîpûlekirin. Ji xwe mirov li peymana tirkbûnê ya Bariş Unlu dinêre ew bi xwe jî diyar dike ku di avakirina vê nasnameyê de xala esasî a ewil misilmanbûn e. Lewma mirov bersiva hin tiştan dikare rehettir bide, mesela gelo niştecihên tirk/ecem ên Diyarbekir, Bilîs, Wan û Elazîzê, erebên Mêrdîn, Riha û Sêrtê di vê qirkirinê de cîh negirtine, heke ew bar bikeve tenê ser milê kurdan? An jî mirov hebkî derî misilmantî bifikire, elewiyên Semsûr, Meletî, Dêrsîm û Çewligê çi kirine? Pişta ermenan girtin û xweyî li wan bûne? An jî bûn şîrîkê qirkirina wan? An jî ji bo bûyer û qetlîamên hêj beriya 1915an li Edeneyê dest pê kirin em çi bêjin? Ên niştecihên wê derê kî bûn? Ê welatê wan ji ermenan xalî kirine kurd bûn? Pirraniya nifûsa wê derê ya tirkmen û erebên misilman bûn. Têkiliya wê qirkirinê bi qirkirina mezin tunebû? Du tiştên cuda ne an jî beşên cuda ên heman projeya mezin a dewleta osmanî ne? Ev yek aliyekî, li aliyê dinê problemê jî ew e, her çiqas sûryan (ortodoks) jî hatibin kuştin, gelo çima keldaniyên Mêrdînê (sûryanên katolîk) bi alikarî û ixbarkirina sûryanên Mêrdînê teslîmî hêzên hikûmeta hingê dibin? Mirov li ser vê rastiyê dikare bêje sûryanan jî ermen kuştine û divê lêborînê ji wan bixwazin. Jixwe navê resen yê vê qirkirinê ya ermen û sûryanan e (keldanî û miletên xiristiyan jî tev de tê de ne). Bi rastî jî dîmenên pir ecêb dertên wexta mirov bala xwe dide her bûyerên vê qirêjiya mezin a wê serdemê. Lê bi kurt û kurmancî qirkirina ermenan ne tenê bi destê kurdan lê bi destê her kesî ku ermen li wê derê “dîkeya” wan bûn pêk hat. Sûryan li cihekî hatibin kuştin li cihekî dibin alîkarê dewletê. Kurd li cihekî hatibin kuştin (li herêma Serhedê) bi destê ermenan, li cihekî din bûn kujerên wan. Çi ji ber tirs be çi ji ber xwe-dilî be. Ew encamê naguherîne. Lê xuya ye, kê ermen wek reqîbê xwe dîtîbe xwestiye van tune bike. Ev tişt sûca qirkirinê naxe stûyê komekê bêdewlet û bêdezgeheke fermî. Di nav ewqas miletan de encax dewletek û eqlekî dewletî (saziyî) dikare xerabiyeke wiha rêxistinî bike û eqlê dewletê jî eqlê misilman-tirk bû. Her wekî din tespîtkirina van kesan, komikan, sûcdaran jî dîsa dewlet e. Lewma he çi tirk, he çi kurd, he çi misilman, elewî kî be divê bi ûjdanê xwe berpirsiyariya vê kuştînê di dilê xwe de bihewîne, lê mercê hesabê ne ew bi xwe nin, mercê hesabê dewlet in, dezgehên fermî û hikûmet in.
Di pirsa duyemîn de tiştekî balkêş e, pirs li ser “vîna kurdan” ya di “qirikirinê” de ye. Lê Aydınkaya analojiyê çewt dike, kurdan û cihûyan dide ber hev du. “Ka em heman mantixê li Holokostê bikin. Te dî di dema qirkirinê de tiştekî bi navê ‘vîna cihûyan’ ne pêkan bû. Ana divê ji ber ku vîneke navendî ya cihûyan nîn bû gelo em ê bibêjin “qirkirin li cihûyan nebû”. Gelo kes gotiye qirkirin li ermenan nebû? Di vir de Aydınkaya îradeya mexdûr û serdestan tev li hev kiriye. Berawirdkirina nezaniya mexdûr û failan ne yek e. Divê kurd bi almanan, ne bi alman be jî bi hevalbendên almanan bo nimûne bi poloniyan bihatana berawirdkirin ne bi cihûyan. Di Holokostê de cihû mexdûr bûn, di qirkirina ermenan de ermen mexdûr bûn, di Holokostê de em behsa vînê bikin em ê behsa Naziyan bikin, di babeta ermeniyan de jî behsa tirkan bikin, lê di esasa pirsê de jî behsa vîna kurdan tê kirin. Mirov dikare di “semîtîzmê” de behsa vîna cihûyan bike. Lê bi tu awayî mirov nikare di qirkirina ermenan de behsa vîna kurdan bike. Ew bi xwe di Lozanê de jî aşkere bûye ku ne texayûleke kurdî ya yekpareyî heye, ne jî berpirsiyarên kurdan. Her wekî din Aydınkaya term û têgihan jî jixweber bikartîne. Mesela dibêje “gotineke mîna ‘lê belê vîna kurdan nîn bû’ ku xwe dispêre hinceteke sûrreel paradokseke cidî ye. Di serî berî ku nîqaş bikin, nayê fahmkirin bê çima gotina “lê belê vîna kurdan nîn bû” sûr-reel e. Em ji edebiyatê tiştên sûrreel baş nas dikin. Bo nimûne di romana Sobarto ya Helîm Yûsiv de Pîra Felekê heye ew kesekî sûrreel e. Lê belê di vir de çima ev gotin sûrreel bûye nayê fahmkirin. Lê qesta wê ji “reeliyê”, rastbûyîn, rasteqînî tiştên bi vî rengî be, na ew gotin ne sûreel, xwedî giraniyek, angaştek e dîrokî ye. Lewra her kirin bi saya kiryaran pêktê çi bi zanîn ji jî bêhemdî, bêzanîn. Qesta vê gotinê eyn di hevoka Aydınkaya de veşartiye, di destpêka axaftina xwe digot “di biryardayîna qirkirinê de daxilîbûna kurdan nîne.” Di wê de ne ku kurdan neçûne biryardayînê, hêzekî wan î di wê miqamê de nîn bû. Yanî vîna wan nîn bû ku wê biryarê bidin.
Ku em dîsa vegerin li ser nivîsê, li gor Aydınkaya “qirkirin ji xwe fiêleke derasayî ye, bi ûsûlê zibareyê ye, total e, fragmanterî ye û anonîm e. Ji ber vê yekê binavkirina çend navê eşîran re mirov nikare vê makîneya hûtî ya mirinê rave bike. Ger em bi pêwenda kevneşopiya aktorî bipeyvin eşîr herî zêde dikaribû li Kurdistanê qetlîaman bikira, ji bo qirkirinê ji eşîrê zêdetir divê.” Di van gotinan de mafdar e Aydınkaya, dema xebatên li ser misogerkirina qirkirinan dikin bes li di ferhenga siyasî, civakî û ramyarî de dema nîqaş li ser qirkirinan çêdibe, her çiqas şahidî, xebatên şahidiyê, bîra civakî û her wekî din bîra devkî girîng bin jî li belgeyan digerin, li talîmatên nûnerên fermî, li organîzasyon û planên wan dinêrin. Nameyên ku paşayên osmanî şandine, ji gotina “filankes bavê min kuşt” girîngtir e ji bo pesendkirina qirkirinan. Bila neyê wê mahneyê ku ev xebat ne girîng in, ji bo bîra civakî, ji bo kewandin, qebûlkirin û şîngirêdanê karên gelekî hêja ne. Em di vir de behsa misogerkirinê dikin. Belê ji bo qirkirinê “ji eşirtiyê zêdetir divê”, nexwe em bipirsin gelo di destê “tevahiya” kurdan ji eşîrtiyê zêdetir, jê mezintir çi nûnerî, çi berpirsiyarî, çi hêz hebû?
Bêguman kurd hatibin bikaranîn jî, hatibin xapandin jî, bi dil û daxwazeke bêhempa jî kiribin qismek mezin ji kurda tev li vî qirkirinê bûne. Divê em li qirkirinên hatine serê kurdan bifikrin biqasî wan belkî ji başûr heya bi bakur tê de kurd hebûn. Kurdên ku di Mabahadê de li gel Iranê bûn, di enfalan de li gel Iraqê bûn, hema kîjan bobelat hatibe serê kurdan li aliyê serdestan qismek mezin ji kurdan hebûne. Gelo em dikarin bibêjin komkujiya Dêrsîmê kurdan kiriye an jî qirkirinên Enfalê kurdan kirine. Weke din li biryardayîna mahkemeyên îstîqlalê em bifikrin. Di nav wan de kesên kurd tunebûn qey? Mirov dikare bibêje ku kurdan mahkemeyên îstiqlalê danîn. Her wekî din di nav leşkerên osmanî de komên ermeniyan hebûn, di nav wan de jî ji ber tirsan, ji ber berjewendiyê ji ber gelek “amilan” belkî di nav de cih girtine, mirov dikare bibêje “ermen di qirkirinan ermenan de” xwedî vînekê bûn. Di Holokostê de cihûyan bi cihûyan dida kuştin gelo şansê wan ên redkirinê çi bûn? Nabêjin kurdan nedikarin red bikin ango rewşa kurdan ev yek in. Her wekî din “koruciyan” bifikrin di caran êrîşên li dijî PKKê de dibe ku hejmarên korucî û leşker û tîman û ên polîsan ên esil-kurd ji tirkan zêdetir in, gelo ev vê “êrîşa” wan dike êrîşa kurdan, şewitandina gundan û avêtîna bîrên asîtan dike sûcê “kurdan”? Belê dikaribûn nekirina, lê kirina wan jî wan weke kurd bi giştî, bi nasnavekî giştî wan nake “kirdeya” qirkirinê. Wan nake şîrîkê vê qirkirinê wan dike “amûrê” qirkirinê, weke her “amûran” kurdan jî encamên amûrbûnê ji xwe re kirine derfet. Helbet ew tevlîbûna kurdan tiştên li dij kurdbûna mînanî hêzên serdestan, yên daeş û kujeran di nav kurdan de jî wek mohra xayîntiyê dihat û tê binavkirin, heke ew xayîntî weke rastiya kurdan bî û ji hêla kurdan hê jî bi awayekî zîndî tê domandin, em çawa xayînên berê nikarin ji tevahiya kurdên berê cûda bikin. Xayîntî têgeh û rewşa îroyîn e gelo? Ne asteng e û asteng bû li ber yekitiya kurdan? Îro hem rewşenbîr û zanayên kurd û hem jî ne-yên kurd dîroka kurdayetî û kurdan perçekirî nîşan dide. Çawa mirov dikare texeyyûla kurdayetî bi awayekî anakronîk bigihêne hezar salên berê û wek nîşaneya hêzeke sereke û yekperçeyî nîşan bide, ew yek çiqas anakronîk, dûrî zanist û aqilê be, ê tawanbariya tevahiya kurdan jî wek ew yekitiyeke hazir û nazir bin heman şiklî dûrî zanist û aqilê ye. Helbet dema li holê nasnavên millî ava dibin bêguman ew li ser mîtên avakirinê saz dibin. Tiştên heyî ji xwe hene, mîtên heyî ji xwe li ber dest in, lê gelek caran netewe ên nebûyî jî lê dike. Çîrokeke wê ya milî tune be hûn çîrokek çêdikin. Em li dîroka kurdan dinêrn hîna bi xwe jî mirov nikare ji sedî sed bêje nasnaveke kurdî ya milî ava bûye. Lê belê mirov li dîroka kurdan ermenan weke dîkeyekê di texeyûla kurdan de nabîne. Belê li cem Hecî Qedrê Koyî heye, lê belê mirov fahm dike ku helbestên wî konjektûrî ne, lewra şûna ermeniyan bi awayekî mutleq xirabî nîne, carê pesnê wan jî dide “Hem heqqyane ermen xîretkeşî yektir in/ Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran”. Kurd û ermen ji dijminayitê bêtir bi “krîvantiyê” li hev dinêrin. Weke ku Aydınkaya ermenan weke dîkeya kurdan pênase dîke nîne, belkî em dikarin bibêjin bi awakî şîzofrenîk e lê belê kurd dîkeyên xwe ne.
Li ser pirsa “gelo tespîtên te giraniya qirkirinê ji dewletê digre davêje ser kurdan” Aydınkaya wiha dibêje: “Belê, ev tespît pirî caran tê bilêvkirin. Lê belê di eslê xwe de rabêjeke sterîl ya înkarê ye, metodolojiya xumamîkirina kirdeyê ye. Di vê gotine de Adyinkaya dîsa têgehan li hev xistiye. Heqîqatên heyî berovajî kiriye, rê li ber nîqaşan jî girtiye. Li gor wî nîqaşkirina “aktorbûna kurdan”, “vîna kurdan” rêbaza şîlokirin û xumamîkirina kirdeyê ye. Em vê tevliheviya tiyorîkirî parikî vekin. Di esasa xwe de dema mirov weke dîroknûsên fermî yên tirkan bibêje “dema şer bû ermenî jî tirk jî ji hev kuştin” belkî dibe ku tiştekî wiha jê derkeve. Lê belê ne wisa ye, kurd bi aşkereyî kirdeyê diyar dikin û qebûl dikin, dibêjin tirkan qirkirinê pêk anîne, kurd bikaranîne (di vê karanînê de razîbûn û dilxwaziya kurdan jî heye helbet) lê esasa xwe de şîlokirin û xumamîkirina kirdeyê li holê nîne. Firat Aydınkaya tiştên ji bo tirkan wergerandiye, heman kirasê li kurdan kiriye. Tiyorî û nîqaş bi awayekî bi şablonî nabin. Dema deq û naverok li hev nekeve tiyorî ji der ve li deqê bê kirin ew dem mesafeya di navbera deq û tiyoriyê ji zelalkirinê bêtir dûrkirinê, ji aşkerebûnê bêtir şîlobûnê derdixe holê. Di eslê xwe de metodolojiya Aydınkaya berovajî ye, çawa ku mirov karibe ronahiyê projektoran ji bo dîtina derdorê pêxe, di heman demê de mirov projektorê bixe çavê xelkê da ku ew kes wê nebînin ango korbûneke ji ronahiyê pêk were.
Her çi ji bo rola rewşenbîrên kurd Aydınkaya dibêje: “Rewşenbîrên kurdan di mijara tevlîbûna kurdan a qirkirinê de çi difikrin, em vê yekê bi temamî nizanin. Ji ber ku hema hema bêje wek ku biryareke hevpar dabin tu kes vê mijarê bi hûrguliyên wê nepeyivîn.” Em dibên sinifa siyasî, rewşenbîrî û hunermendî jî tê de îro bi rêjeyek bilind hay ji vê meselê, hay ji daxilbûna kurdan hene. Romanûsên kurdan vê yekê di kitêbên xwe de gelek bikar anîn. Firat Cewerî, Hesenê Metê, Mehmed Uzun, Arjen Arî çendên ji wan in. Bo mînak di novellaya Hefsar ya Hesenê Metê de zilamekî ku zarok jê re nabe, li Diyarbekirê li ber mizgeftê zarokek dibîne, dibe cem jineke ermen, jina ermen şîr didê. Li gor kesê sereke yê di romanê de zilam dema behsa ermenen dike weke dostê bavê xwe behs dike. Bi awayekî xurt binê vê yekê xêz dike, “ez li mala dostê bavê xwe bi şîrê Evelîn xanima dayika ermen mezin bûme…dayikeke bavfile û dilovan, dayikeke bi şîrê pak û helal” (48). Dûre didomîne li heqê şîra qîza Evelînê jî difikire. “Bêguman çêyî û qenciya şîrê Evelîn xanima dayika ermen, ez ê ti carî nikanibim li wê vegerînim. Û ez ê ti carî xatirê wê xûşka xwe ya ermen jî ji bîr nekim ku şîrê xwe li min par kir…xuşka min a ku hîn jî heye û hîn jî bi navê Vardanûşê ye” (49). Cihên ku serê wan xêz kiriye jî bi awayekî resen di kitêbê de bi vî awayî xêzkirî cih girtiye,rojnivîska lehengê ye. Ev bi xwe jî amaje bi guherîna di civaka kurd de dide, di fahma întelektûwelên kurdan de nîşan dide ku wan serê gotinên “bavfile” xêz kirine û bala xwe dane merivantiyê (dost, xwişk û dayik). Hrant Dink ji ber îmakirina ermenbûna Sabiha Gokçen hat kuştin, ev cure têkilî di nav civatên misilman de tabû ne. Lê di berhema xwe de Hesenê Metê behsa pakbûn û helalbûna şîrê dayikeke ermen disêwirîne. Ev bi xwe daxwaza “helalkirinê” ye. Lê belê edebiyata kurdî bi awayekî ji xwe bawer vê rûberîkirinê daniye ber xwe. Arjen Arî di helbestên xwe wê êşê xweş dide der. Di helbesta bi navê “agos” de diyar dike ku Nisêbin jî axa ermenan e, bêriya ermenan dike, li pey çûna ermanan êdî şair jî ne wê derê ye, li gor wî her meh nîsan e, meha qirkirinê ye. Lê ji aliyekî din ve jî ew tirsa ku ermen wê axa we ji destê we bistîne û bike ermenistan di nav kurdên wê dewrê de berbelav bû, risteyên Hecî jî helwestên ronakbîrên hingê jî bi wî awayî ne. Lê rewşenbîrên mînanî Halide Edib yên Tirkan jî qirkirina ermenan wek problema dewletê û berpirsiyariya dewletê didîtin.
Nîşeya dawîn li ser nivîsê, gelo çi destkeftiyên aborî û siyasî ya kurdan heye piştî qirkirina ermenan? Her kî dest danîbe ser mal û milkê wan ne ji bo sermiyana kurdan ji bo sermiyana şexsî û ya Komara Tirkiyê daye xebitandin. Aneha jî di destê kurdan de tiştekî aborî û siyasî nîne. Neha bajarên Ermenistana Rojava giş di destê tirkan de ye, çend şaredarî di destê kurdan de heye ew jî ne tu tişt in. Lê di warê siyasî de ermenî weke gelekên çepgirên tirkan bi saya serê kurdan di siyaseta Tirkiyê de deng didin, belkî yekem car ermenî bi saya siyaseta kurdan ketine parlementoyê her wekî din “kêmarên” din jî. Qesta Aydınkaya ji jestê çi ye? Lê belê dewleta tirk dikare malên di destên kesan de li wan kesan vegerîne, encamên qirkirinê hilgire ser xwe bi her awayî madî manevî telafî bike. Li kîjan bajarê Kurdistanê, her kî be dikare şopa malên ermeniyan bajo, mal milkên ku kurd dest danîne serî li wan vegerîne. Lê gelo kîjan partî û rêxistina kurdan dikare vê yekê bike? Bi awayekî beloq Aydınkaya kirasê dewletê, taybetmendî û berpirsiyariyên dewletê avêtiye ser civakekî bêstatû. Tiştê ku lazim e înteklektûelên tirkan ji dewletê xwe bikin Aydınkaya xwestiye ji kurdan bike lê bi awayekî “qaçaxî” vê yekê kiriye. Ji xwe dînamoya sereke tevgera kurd e, gotiye “tevgera kurd ya sereke komkujiya pêkhatî bitemamî qebûl dike” nexwe kî dimîne weke din?
Xulase, wexta em bi gelemperî li ser bûyerên qirkirinê difikirin dîsa tên ser vê rastiyê ku berpirsiya xelkê û berpirsiyariya dewletê divê ji hev cihê bin. Dema tu berpirsiyariyên dewletê, sazî û kevneşopiyên dewletê li xelkê bikî tu carî şîngirêdana di qirkirin, bobelat û karesetan de bi awayekî “aramî” çareser nabe, him ji bo xelkê kirde him ji bo xelkên mexdûr. Her û her wê li hev sor bin. Xelkê kirde, destê bobelatan, divê li xwe mikur were, heqîqetên xwe, qisûr û kêmasiyên xwe (ji kirinên xwe heya bi bêdengiya xwe ve) divê qebul bike. Yek ji peywira girîng a van xelkan ew e ku karibe rê li ber qirkirinên pêşerojê bigre, her wekî din divê her daîm jî bizanibe ku bi lêborîneke ev mesele safî nabe, hêrs û kerba mexdûran jî divê timî daîm fahm bike. Li dijî wan hêrsa kirinên xwe neke mertal, raboriya xwe ya sûcdar bi hêrsên wan ên heyî paqij neke, kerb û hêrsên nû tûj neke. Lê belê, he çî dewlet e, berpirsiyariya wê hîn zêdetir e, ji ber ku berpirs û mesûlê bobeletan e, divê berdêla wê bide, heqên wan li wan vegerine, ji bo ku li ber dilê wan bixe çi ji destê wê tê divê bike, peydekirina sûcdaran, darizandina wan heya bi sazkirina rêlibergirtina qirkirinên pêşerojê divê bifikire, kar bike.
Çavkanî
Arî, Arjen. Payîza Peyvê. “agos”. Çapa 1. Diyarbekir: Belkî, 2011. 9.
Aydınkaya, Fırat. “Fırat Aydınkaya: 8 Soruda Kürtler ve Ermeni Soykırımı”. Nûpel. 18ê nîsana 2020an. https://nupel.net/firat-Aydınkaya-8-soruda-kurtler-ve-ermeni-soykirimi-85131h.html Ragihanî 22ê nîsana 2020an.
Baran, Ibrahim Halil. “Ermeniler, Kürtlerden Özür Dilesin”. Rûdaw. 24 ê nîsana 2015 an. https://www.rudaw.net/turkish/opinion/240420151 Ragihanî 22 ê nîsana 2020 an.
Hacî Qadirê Koyî. Dîwan. Çapa dijîtal. Stockholm: Nefel , 2004.
Metê, Hesenê. Hefsar. Çapa 1. Stenbol: Weşanên Peywend, 2018.
Simon Des Fr. Precheurs, 1915 Bir Papazın Günlüğü: Kartal Yuvası Mardin’de Beklenmedik Bir Felaket, Ermeni, Asuri, Keldani Katliamı. Wer.: Mehmet Baytimur. Stenbol: Peri Yayınları, 2008.
Suat Baran kî ye?
Sala 1986'an li Wanê hatiye dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Terebzonê derbas bûye. Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen û Mamostetiya Îngilîzî kuta kiriye, dûre di beşa Cultural Studies (Xebatên Çandê) de ji Zankoya Istanbul Bilgiyê mastera xwe wergirtiye, li ser wêjeya minor xebitiye. Niha li Zankoya Boğaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Hem di warê helbest û çîroknûsînê hem jî di xebatên akademîk ên li ser wêje û teoriyê de hewl dide binivîse û biafirîne.[1]