Rêbera Rêbazên Nîşandayina Çavkaniyan (MLA û APA)
#Ferzan Şêr#
Rêbera Rêbazên Nîşandayina Çavkaniyan
Rêbaza APAyê (American Psychological Association)
Rêbaza MLAyê (Modern Language Association)
Piştî vekirina beşên kurdî li zaningehên bakûrê Kurdistanê derketina kovarên akademîk, nîv-akademîk û hakemî rêbazên nîşandayina çavkaniyan bêtir ket rojeva nivîskar û lêkolîneran. Ne bes di van waran de li her cihên ku mirov serî li çavkaniyan dide him ji hêla ilmî him jî ji hêla hiquq û ehlaqa nivîsandinê ve hewceyî bi rêbazan dibîne. Ji bo ku em qaydeyên aîdiyeta fikrî û kedê bin pê nekin, agahiyan bi awayekî rêk û pêk derxin holê, belav bikin û rê li ber întîhal, şaşxwendin û manîpulasyonan bigrin, ev rêbazên çavkaniyan li gel gelek qaydeyên din ên ilmî mecburî ne.
Li gor pêdiviyên gelek dîsîplîn û beşên zanistê rêbazên nîşandayina çavkaniyên cuda, standartên cihê ên navneteweyî hatine amadekirin. Ji hêla şêwe û dîtbariyê ve gelek cudahî di navbera wan de hene. Lê tiştê ku qet naguherin û wê stûna ilmî ava dikin hêmanên sereke ku bi çi şêweyî be bila be, tê de cih digrin wiha ne: Navê nivîskar, sernavê berhemê, agahiya weşanê, mêjû û jimara rûpelan. Lêkolînerek ger fêrî yek ji van standartên gerdûnî bibe bi hêsanî dikare derbasî çavkaniyên dîtir bibe. A girîng ew e ku lêkonîner her kîjan rêbazê bi kar bîne, divê standart be. A herî xetere û talûke jî ew e ku lêkolîner xwe girêdayî tu standartan neke, pêşkêşkirina çavkaniyan bin pê bike û çavkaniyan “çawalêhat” bi kar bîne.
A soxî û giştî di pêşkêşkirina çavkaniyan de du boçûnên sereke hene, pêşkêşa têbinî ango nîşeyên dawîn û pêşkêşa di çavkaniyê de. Çend cureyên rêbaza jêgirtinên di çavkaniyan de hene; APA, MLA û Chicago yên sereke ne. Piraniya zanistên civakî APAyê bi kar tînin, beşên wêjeyê jî MLAyê bi kar tînin. Ev nayê wê mahneyê ku yek ji beşên din nikare a din bi kar bîne. Lê pêşniyaza me bo wêjeyê bikaranîna MLAyê ye, jixwe di vê nivîsê de em ê li APA û MLAyê binêrin û em ê bibînin him ji bo dîtbarî, him ji bo herikbarî û ergonomiya xwendinê MLAyê kêrhatîtir e.
Ji bo dosyaya giştî li vê lînkê binêrin:Rêbaza APAyê û Rêbaza MLAyê
Her wekî hûn dikarin ji vê nivîsê jî sûd werbigrin: Çend Pirsgirêkên Rêbaznasiya Akademînûsiyê
[1]