Fesadiyek: Mezhebparêzî Bo Azadiyê
#Ferzan Şêr#
Emil Michel Cioran di pirtûka xwe ya bi navê Tarih ve Utopya [Dîrok û Ûtopya] de wiha dibêje: “Cûdahiya mezhebekê, ji cûdahiyên doktrînî zêdetir, arezûya kirpandina etnîkî der dide; ê ku bi riya wê xuya dike ji berberiyeke razber bêtir, reflekseke etnîkî ye”. Cioran avabûna neteweya rûsî bi mezheba ortodoksiyê ve girê dide, li gor wî bi vê yekê re rûsan “vîna veqetînê” xistin navbera xwe û Rojava. Em ji nêz ve dizanin ku faris bi hêlên xwe yên Şîîtiyê, tirk jî bi hêlên xwe yên Sûnnîtiyê form dane neteweya xwe, cîhana ereban wekî îstîsnayek e, pir berbelav û tevîhev e.
Di van vegotinên mezin (ol, ideolojî û hwd.) de ya girîng nakokiyên avakar û nakokiyên dabeşkar in. Nakokiyên kurdan ên dabeşkar pirr in. Sûnnîbûn yek ji wan e. Neha milê başûr, nemaze PDKê bi Dewleta Tirkiyê, bi elîtên Sûnnî re li ser sûnnîtiyê jî polîtîkayekê dimeşîne. Sûnnîbûn yek ji pişka hevpar ya Tirkiyê û Başûr e di nav mezhebsaziya Îslamê de. Her wekî din terîqata Neqşebendiyan jî roleke wiha dilîze.
Nakokiyeke din a dabeşkar jî laîsîzm e. Ew jî li milê bakûr, di serî de PKK, hema hema hemû rêxistinên çepgir ên kurd laîk û sekuler dixuyên. Aysel Tugluk, di demên xwe de, gelek caran balê kişandiye ser “laîkbûna kurdan” ku bi awakî (ne)veşartî bang li kemalîstan dikir. Her du nakokiyên hanê jî kurdan ber bi perçebûyînê, ber bi serdestên xwe ve dikşîne. Em kemalîzmê jî wekî mezhebeke modern a paşverû bihesibînin, ev daxwazeke ne ya xêrê ye bo kurdan. Lê mirov dikare bi awakî din jî, bi hêlên wan ên avakar jî sûdê bigre. Laîkbûna kurdan, ji bo bidestxistina piştgiriya cîhanê li dojeheke tundrew ya mîna Rojhilata Navîn mertaleke xurt e bo kurdan. Her wekî din li Rojhilata Kurdistanê Sûnnîbûn jî dikare nakokiya di navbera faris û kurdan de kûrtir bike.
Nakokiyên mezin di vegotinên mezin de, li ser mezhebên mezin dertên. Lê wekî reflekseke neteweyî cûdahiyên biçûk jî dikarin karîger bin. Ji bo Bakûrê Kurdistanê dipeyivim, kurd piranî şafiî ne, tirk jî henefî ne. Dema Komara Tirkiye hat avakirin, kesên ne-misilman xistin tûrika dûrkirin, koçberî, nijadkujiyê; kurdên misilman jî kirin tûrika pişaftinê. Ger kurd ne misilmanbûna ew ê tûşî komkujiyê bibûna, lê ber bi tirkbûnê ve asîmîle nedibûn. Îro her ku misilmantî nasnaveke hevpar e jî, mîrov dikare fesadiyeke xêrê bo kurdan jê derxe. Merdan Newayî di xwendinên xwe yên li ser Seîdê Kurdî de bala min dikşîne li ser cûdahiyên jiyanî (ên) di navbera şafiî û henefîbûnê de. Li gor wî mezhebê henefî li gor jiyana sosyal, şaristanî û bajarvanî; şafiî jî li gor jiyana melbendî, û gundewarî teşe girtine. Xwendinên Merdan Newayî xwendineke teolojîkî ya civakî ye, ne ya çînî ye. Lê tirk heman xwendinê, -ev xwendin jî koka xwe ji elîtîzma kemalîst digre- li ser pêşveçûyîn û şarezabûnê dibînin. Li gor wan şafiîbûn paşvemayîn e, adinbûyîn e, reş e, pîs e. Hêla teolojî-civakî ya van gelek girîng e. Li gor Merdan Newayî ev cûdahiyên emelî ne, ango yên pratîk in; cûdahiyên mezin ku mezheban ji hev dikin, ne yên emelî ne, yên bawermendî ne. Jixwe ger meseleya bawermendî be, ew xwe bi xwe cûdahiyeke mezin saz dike. Ortodoks-katolîk, Sûnnî-Şiayî û hwd. Ji ber van hêlên pratîk, esil kurd dikarin di navbera xwe û tirkan de nakokiyan kûrtir bikin. Loma di navbera kurdên oldar û bawermend de, ji nakokiya di navbera wan û tirkên henefî de, nakokiya di navbera wan û laîkan de elzemtir in. Çalakiyên “îna sîvîl” mînakeke baş bû. Îro di gelek xutbeyan de mele wekî karmendên dagirkeriyê tevdigerin. Loma ji dêvla ku nakokiyên dabeşker ên laîk û bawermendên kurd hev du perçe dikin, divê şafiî û henefî perçe bibin; ji dêvla ku şafiî û henefî di milê sûnnîbûnê de xwe ji elewiyên kurd ûêzdiyan cihê bikin, divê kurdên elewî û -her çiqas dûrî hev bin jî- kurdên şafiî ji hevdû re saz bikin, xweşbîn bin.
Wekî gelek pirsgirêkên bi vî rengî, ev meseleya nakokiya emelî ya mezheban jî xwedan rîsk e. Di şerên man û nemanê ya neteweyî de, gelek caran tiştên bo avakirina pêşerojeke wekhev, aram û aştîyane tên paşguhkirin. Meseleya jinê, meseleya çînê, meseleya çandê û hwd. Carinan jî ev meseleyên han wekî ewrekî reş xwe li paceya şerê rizgariyê dipêçin. Mijara jinê dikeve pêşiya rizgariya gel, mijara mezhebî dikeve pêşiya rizgariya gel, meseleya çînê û her wekî din. Hindik bin jî kurdên hanifî jî hene, dibe ku di navbera wan de nakokiyên avakar veguhere bibe nakokiyeke dabeşkar.
Wekî peyva dawî, em dikarin seriyek bidin sahneya dawî ya Mem û Zînê. Piştî mirina Beko, Mîr axaftinekê dike, di wir de diyar dike ku li gel qenciyan, di civakê de hewceyî bi kesên mîna Beko yên fesadî dikin jî heye. Di vir de ew ji bo dîtina qenciyan, lazimiya xerabiyan nîşanî me dide. Lê wek li jor jî kêm zêde diyar dibe, biqasî Kawayan Bekoyên bi vî rengî jî lazim in. Hinek derew hene malik xera dikin, hinek derew jî hene derewên spî ne, malan ava dikin. Fesadiyeke bi vî rengî, Bekotiyeke bi vî awayî dikare ji kurdan ra malek û bawermendiyeke biaram saz bike.
Çakvkanî
http://www.bas-haber.com/ku/article/2617/fesadiyek-mezhebparezi-bo-azadiye
[1]