Fitûnameyek: Biryara Xwe Bide Şener Özmen!
#Ferzan Şêr#
Di pirtûka xwe ya bi navê Postmodernizmin ABC’si (Elîfbêya Postmodernizmê) de Alî Akay diyar dike ku bi bikaranîna malzemeyên tevhev û teknolojîk re di demên postmodern de nêrîneke post-têgehî derket. Ev jî li gor wî vegotinê li “têgeha bêvegotin” zêde kiriye. Pêşangeha Unfiltered/Filtresiz (Bêfiltre) ya Şener Özmen jî wekî xebatên wî ên din, bi vê hêla xwe xwedan vegotin e. Ger mirov ji teoriyên hunerekê fahm neke, hay ji bizav û têgehên wê nîn be, nikare rexne bike, nikare xwendinekê li ser bike. Naveroka her hunerê, ji hêla vegotinê ve dikare bê rexnekirin, em dikarin bibêjin çîrok, dikarin bibêjin hêma, her çi be, dixe hundirê xwe ev vegotin. Berhem çi vedibêje?
=KTML_Bold=Xwendinên Textan=KTML_End=
Di hemû huneran de dema pirsa “filan tişt çiye (mînak wêje çi ye?)” tê kirin, bersiveke hevpar li gel bersivên cur be cur heye; malzeme. Malzemeya huneran, pênaseyên wan jî bi bîra me dixe. Malzemeya wêjeyê nivîs e (berê deng bû, lê ew dem kar ne li ser wêjeyê bûn), ya mûzîkê deng e hwd. Wekî mifteya naverokê ev jî ji bo nirxandina huneran kêrhatî ye. Dema mirov li malzemeya di hunera Şener Özmen de dinêre, text û dîtbariyên dîjîtal li gel hev in. Text textên me yên adetî û amûrên modern ên mîna video, televîzyon, sînevîzyon… Di karên berê yên Şener Özmen de dîsa malzemeyên wî yên dîjîtal û kurdewar hebûn. Şener Özmen di vê pêşangehê de textan wekî platformeke hunerê, yanî wekî tuwaleke wênesaziyê bi kar aniye. Him li ser textan îkon kolandiye, him jî amûreke dîjîtal tê de bi cî kiriye ku di wan amûran de hunereke din heye. Em romanan bînin bîra xwe çîrok di hundirê çîrokê de hatiye vegotin, her çîrok jî bi tevneke cuda. Textên kurdan bi roj tazî, bi şev çarşevkirî (star) ne. Mirov berêvaran textan datînin, carina ji bo şevbihêrk û xwarinê jî piranî ji bo raketinê bi kar tînin. Lê ji bo ku kes wan nebîne, bi çarşevan tê dorpêçkirin. Mahremiyeteke wê heye. Odeya raketinê ye. Şener Özmen di textên xwe de, belkî jî qesta wê filtresiz ji wir dest pê dike, textan bê çarşev, tazî dike li ber çavê me. Di textê duyem de wekî pêvekek çarşev heye, ne ku hatiye ji bîr kirin, lê ew jî wekî xemleke erotîk e, ji dêvla “rût û tazî” nîv-li-xwekirî ye.
Îkon di nav xelekê de hatine sînorkirin. Ji ber ku xelek e, mirov nikare bibêje sînorkirin; belkî tercîha xelekan, vebûn e, xelek dikare her tiştî bixe hundirê xwe, dikare vebe, lê şiklên din ên geometrik ewqas ne azad in, goşebendên wan hene û her şeqek ji wan goşebendan dikare li bin guhê ya din bixe. Xelek ne wiha ye.
Ji textê ewil heya ya sêyemîn çîroksaziyeke îkonan heye. Textê yekemîn hemû rengên Kurdistanê (bi awakî mîtolojîk Mezopotamyaya jorîn) dihewîne. Tenê îkoneke çêkirî ya der-demî/anakronîk pengiziye hundirê wê: “Kûfî yaziyla: Türksen övün” (Bi tîpên kûfî “ger tu tirk bî pê bipesne”). Em bêjin tiştekî der-demî, ango dijî dema xwezayî, wekî “êrîşeke dagirkerî” xwe li texta yekemîn ferz kiriye. Vê yekê rasterast bi tîpên xwe yên resen (latinî) nekiriye, bi dirûveke kevn ya tirkan ketiye navê. Ber bi textê duyemîn ve êdî çîrokek şexsî jî dest pê dike, em ber bi (der)hişî ve diçin. Îkonên Înanna, sêgoşeya navranê, berga pirtûkeke (ya bavê hunermend) bi navê “Kadınsız Memleket (Welatê Bêjin)”, û dîmena kêliya ku Tahir Elçi tê kuştin. Di vir de dîsa ji dema aneha tiştek pekiyaye hundirê motîfan. Di textê sêyemîn de êdî motîfên mîtolojîkî nîn in, em tam di qada “vegera tiştên çewisandî” de ne, îkonên di zaroktiyê de vegerin ser zemîna textê.
Text di heman demê de xwedan amûrên dijî-teknolojîk in. Di textê yekemîn de “dûrbîneke” ji wan foto-makîneyên bi wêne heye. Berê ji Hecê, ji Sûrî filan dianîn. Di wir de Şener Özmen xwe dike objeya xwe, hunermend Özmen dibe obje Şener Özmen. Di vir de Şener Özmen nîşan dide ku her hunermend, nemaze jî ê/a kurdan; her kes, nemaze jî kurd, di şert û mercên herî dijwar de dikarin bibin xwedan xeyaleke dûrî wan. Belkî wateyeke wiha zordayînek be. Lê ji hêla teknîkê ve, yanî di platformeke textîn î bi îkonên kevnare xemilandî, mirov ji dûrbînekê li pêşerojê binêre, bi min dûrbîniyeke hêja ye. Em ji bo helbestê bifikrin çawa ku Xanî hîna di cîhanê de fikrên netewebûnê ava nebûye, qala netewebûna kurdan dike, tiştekî wiha ye ev kar. Di textê duyemîn de, jinên kurd bi “lîstika benê” dilîzin, xwe ji ser benê davêjin. Benik, her ku diçe tozê zêdetir dike, heya ku lîstîkvan tê de wenda dibin, lîstik didome. Di vir de sê tişt bala min kişandin. Benik ji derekî gund hatiye girtin, ne ji van ên modern in. Gundewarî tiştekî wiha ye, hûn lîstokên xwe ji xwezayê peyda dikin. A din toz e. Em ji gelek berhemên edebî jî dizanin, nemaze jî ji ên rojavayê Kurdistanê toz yek ji meseleya ekolojîkî ya kurdan e. Welatê tozê derbas dibe di berhemên Helîm Yûsiv de. Wekî din toz çiqasî xwezayîbe jî, di rewşên awarte de dewamkirina lîstokê jî di nav wê tozê de gelek girîng. Başûr-rojhilata Bakûrê Kurdistanê (Hekarî û derdorên wê) belkî çêtir zane, lê em ên hinekî din li bakûr-rojava ne jî dizanin ku dema li navçeyê, li gund şer çê dibe, gule diqetin lê em zarok dîsa jî dev ji lîstika xwe bernadin. Domandina lîstîkê di nav tozê de hinekî jî ev e. A sêyemîn jî motîfeke xurt ya folklora kurdan e: memik. Navê vê xebatê “Memelerden Duyduklarım (Tiştên Ku Min Ji Memikan Bihistin)” e. Di dawetan de, di stranên dengbêjeyan de wekî hêmayeke erotîk, evînî û çandî memik cihekî girîng digre. Ev vîdeo, tevî bêzariya xwe kurdî û kurdewar e. Di textê sêyemîn de bi xelekan, bi çend zimanan (ji bilî kurdî, û tirkî jî nîne) “media offline” dinivîse. Êdî filtereyek heye di vir de. Vîdeo hatiye astengkirin. Hunermend bala me dikşîne ser sansurê, her wekî din ew xelek bi rûtînekê dizîvrin. Bi vê zivrê re acizbûn û tengezariya sansuran şanî me dide. Sansur tim sabît in, rûtîn in, tiştekî nû li pêş me naxe.
=KTML_Bold=Rexneyek Ji Rexneyeke Din re=KTML_End=
Di qatalogê de sê nivîs û bîranînên Şener Özmen hene. Yek ji van nivîsan bi sernavê xwe ya “halanker” bang li min dike. Sernavê nivîsa Sureyyya Evren wiha ye: “Açık Konuş Şener Özmen! (Bi Awakî Servekirî Bipeyve Şener Özmen)”. Dema min ev sernav weke kurdek xwend, wek qepîkên li ser çûçikên xwe min xwe qep kir. Min destê xwe avêt ber xwe, tiliya min li ser tetîkê, destê min li ser destika demançê. Gelo Sureyyya Evrenê bi “sê y”ê fen û fûtek danî ber Şener Özmen?, ev banga banga çi bû?, gelo ji servekirî qesta wî çi bû, gelo tiştên ku Şener Özmen “sergirtî kiribû (veşartibû)” hebûn? Bi xwendinê re destê min li ser destikê sist bû, lewra nivîseke argûmentatîv hebû, rexneye “maqûl” î xwedan fikr hebû li ber min. Taybetmendiya vê rexneyê ew bû, ku hewcehî bi demançê nînbû, ji diyalogê re vekirîbû.
Yek ji wan argûmentan meseleya “nasînê” ye. Li gor Evren “daxwaza nasînê” ji hêla hunermend ve bo “bêîstiqrarkirina nasnameyan” wekî gavek e, di heman demê de “daxwaza dawîlêanîna înkarê ye”. Bi kurtî wekî ku dixuye, “daxwaza nasînê” ne ew e ku “ji min re cihekî veqetînin li ba xwe”. Dûre “cîhana hunerê” wek ku ji tona nivîsê xuyaye ev cîhan “spî ye, serdest e, elît e” filan. Bi guman nêzî hunermendên mîna Şener Özmen dibe, lewra mesafeyek dixin nava xwe û hunermendê ku “nasnavê” derdixe pêş. Li gor Evren ev “asêbûna nasînê” ye û di berhemekê de ev mesele çareser dibe, lê di berhemeke din de cardin ji serî de dest pê dike. Lewra “qebul” dubare dibe û ev pêvajo jî ji serî de dest pê dike. Vê heyamê jî wekî “heyama piştî nasînê” bi nav dike. Bi ya min ev girêk gelek girîng e, lewra tu carî girêk wekî ku di berhemekê de çareser dibe, çareser nabe. Ber bi demeke din ve tê ajotin, tê paşxistin. Ji wê hingê de diyar e, hatiye “rezervkirin” û rupela “tapukadastroyê” cardin vebe. Di vir de kesên mîna Şener Özmen, hunermendên mînor, bi dilekî rihet dikarin vegerin axa xwe (ne axa teritoryal), mala xwe. Özmen vê yekê pêk aniye. Ji xwe di vir de girêk û pirsgirêk di şexsê hunermend de ne ya wî ye, ya wê “cîhana hunerî” ye.
Bi ya min, ji xwe meseleya “daxwazê” jî bi pirsgirêk e, li gel ku pênaseya wê şoreşger e jî. Ji xwe ne tenê di cîhana hunerî ya “spî” de, di cîhana xwe ya malê de bi xwe jî hunermend nasnav, sabît û gelek tiştên “elît” û ji pêş de diyarkirî bêîstîqrar dike. Lowma ev “daxwaza nasînê, asêbûna nasînê, qebul”, derveyî hunermend e, ev mesele bi xwe “objeya” qada “endamên” wê cimeatê ne. Mînakek em ji siyaseta tirkî bigrin; bi dehan car ji Selahattin Demirtaş tê daxwazkirin ku bang li PKKê bike, bila PKK çek deyne. Dehan caran bang dike, lê dîsa ev daxwaz bi dawî nabe. Sî sal e wekî ku ji her kurdî/ê tê pirsîn “gelo PKK rêxistineke terorê ye an na?”. Bersiva van pirsan hene. Lê tu carî bersiv cihê xwe nagre, lewra “guhek” li hember tune ye. Bes pirs heye.
=KTML_Bold=Li mala Şener Özmen, li cîhana kurdî çi dibe?=KTML_End=
Bi rastî ev meseleya “daxwaza nasînê” wekî “daxwaza erêkirinê” ya Şener Özmen di cîhana kurdî tê nîqaşkirin. Daxwaza erêkirinê wek ku em ji ferhenga Fanon dizanin yek ji patolojiya gelên bindest e. Ji ber ku min baweriyeke wiha heye ku “kesên ku bi kurdî dinivîsin dikarin bi her zimanî binivîsin”, ez vê rewşê wekî bi fitû dixwînim. Lê divê kevanek jî li vir vekim ku di vê xebata “Unfiltered / Filtresiz” de çavê min tim li kurdî geriya. Çima qatalog jî tê de kurdî tune bû. Mirov li sernivîsan binêre; Sanatçı Görünmez Düşmanlarına Karşı Savaşırken (Kêliya ku Hunermend li Hember Dijminên Nexuya Şer Dike), “Memelerden Duyduklarım (Tiştên ku Min Ji Memikan Bihistin)”, Kendi Gölgende Oyna! (Di Siya Xwe de Bilîz’!), dibîne ku giş bi tirkî saz bûne. Ne mînor in jî bi ya min. Lê dema mirov nivîsa kuratorê vê xebatê dixwîne, dibîne ku serê xwe bi “em kurdî çawa bikin”ê êşandine. Û wekî jestek cih jî nedanê, wekî kotaya jinan neheqî lê nekirine, xwestine zimanê hunerê bi xwe vê yekê vebibêje. Ev fikir bi rastî kêm zêde fikrên min in jî. Di hunerên bênivîs û bêaxaftin de, “naverok” dibe zimanê berheman. Ev hêlekê ye. An na em ji pêşangeha There is a Way Out (Rêyek Heye Bo Derketinê) jî dizanin ku “Lead Trilogy (Sêyîneya Risasê)” bi sê zimanan bû, kurdî tê hebû. Lowma di hunera Özmen de xemeke kurdî heye, ne bes heye, xwedan giraniyeke jî. Wekî din her carê ev karê lêgerîna temsîliyeta kurdî dibe wekî girêka nasînê. Hêla din jî di hunera Şener Özmen de cihek bo tunebûnê heye. Di There is a Way Out xalîçeya “Heterotopia/yokulke (nînwelat)” hebû, li wir cihê hemû welatan hatibû guhertin, bes Kurdistan tune bû. Nînwelat, tunebûna bi xwe hebûnekê îfşa dikir. Tunebûna tiştan jî di hunera Şener Özmen de hebûnek e. Bi riya tunebûnê hebûnê dixe çavan.
Wekî encam, ez çûm du heb pêşengehên Şener Özmen, di her duyan de jî çavê min li kurdiyeke “tazî” geriya. Şener Özmen kurdî bi awakî din pêşkêşî me dike. Bi awakî nîv-tazî. Dema mirov ji vir ve lê dinêre rewş wiha ye. Li aliyê din tu carî rewş zû bi zû, bi hêsanî naguhere. Lewra ew der ne mala Şener Özmen e. Sureyyya Evren bi awakî qerfî/îronî dibêje ” Bi Awakî Servekirî Bipeyve Şener Özmen!” lê, li hemberî van peyvan bersiva me ne ev e: “Biryara Xwe Bide Şener Özmen!”. Ji xwe biryar hatiye dayîn. Hinek hunermend hene ku fitûya xwe ji siyasetê digrin, hinek hene ji derdorên kom û komikan digrin, hinek ji dewlet û saziya dewletan digrin. Berî ku bipeyvin fitûnameyek ji wan re divê. Lê Şener Özmen fitûya xwe, bi xwe nivîsandiye.
Çavkanî:
http://www.bas-haber.com/ku/article/2553/fitnameyek-biryara-xwe-bide-sener-ozmen
[1]