Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,952
Wêne
  124,010
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,813
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Le Petite Mort: Kurdistana Xeyalî Di Nexşeyan de Binaxkirî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ferzan Şêr
Ferzan Şêr
Le Petite Mort: Kurdistana Xeyalî Di Nexşeyan de Binaxkirî ye
#Ferzan Şêr#
Apê Mûsa (ne)xweş digot “di ferhenga wan de kuştina me kurdan paqijî ye”. Demên modern yanî ezmûna kurdan ya bi Kemalîzm û dewletên din ên dagir re tim navê kurdan, erdnîgariya wan kiriye (pirs)girêk. Ji “ekradê pîs” heya “kart û kurtên tirkan”, ji paqijî û îslahkirina şerqê heya “meseleya terorê” kurd û pirsgirêkên kurdan tim ji hêla serdestên xwe ve hatine binavkirin. Ji bo ku kurd dilê tirkan xweş bikin, her carê dibêjin “hûn çima li dijî navê Kurdistanê ne, yekem car Sencer Sultanê Selçukiyan ji axa kurdan re gotiye Kurdistan”, her wekî gotinên Mustafa Kemal jî wekî referans tê dayîn.
Gelo kurd xwe çawa bi nav dikin?
Şêx Mehmûdê Berzencî Keyaniya Kurdistanê ragihandibû. Ew Keyaniya Kurdistanê realîze nebû. Li pey wê jî gelek serhildan rû dan, heya qonaxa îroyîn kurd sê caran (Kurdistana sor ne tê de) nêzî dewletbûnê bûn: li rojhilat, başûr û rojava.
Komara Kurdistan bêtirî di nav kurdan de wekî Komara Mahabad tê nasîn; sembolên çarçira, Qazî hwd. navdar in, tên zanîn. Dema di nav kurdan de em bêjin Komara Kurdistan piraniya kesan ew ê nizanibe ku em behsa Mahabadê dikin. Tercîha bijartina peyva Mahabad dibe ku ne otosansurek be, lê dema mirov ji dêvla Komara Kurdistanê bikarbîne, rastiyê vedişêre di hundirê xwe de.
Îro li başûrê Kurdistanê her roj gavekî din ber di serxwebûnê ve dimeşe. Ray û rayedarên bakur ji bo başûrê Kurditanê dibêjin başûr, dibêjin bakurê Iraqê, rêveberiya herêmî, Kurdistana Iraqê hwd. Bi fermî KRG (Kurdistan Regional Goverment), Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ye. Îcar di serxwebûnê de helbet ew ê nav ne ev be. Gelo wê çi be? Kurdistan bi tena serê xwe îhtimala herî mezin e, ji ber ku “cîran cîran” jî pê naêşîn(?). Kurdistan bi xwe bi pirsgirêk e, lewra hemû beşên din ên Kurdistanê vedikşîne xwe, erdnîgariya xwezayî ya gewre biçûk dike, di hundirê xwe de difetisîne. Ji xwe Kurdistana demografîk her ku diçe biçûk dibe, îcar bi awakî metonomîk -biçûk şûna mezin bigre- Kurdistan bê temsîlkirin ew ê rewşa hişmendiya serxwebûnê biguhere. Kurdistana gewre dê di xeyalan de biçûk bibe, dê bi navekî din welatê kurdan hebe û ew nav dê bibe welatekî din ku kurd tê de dijîn.
Li Rojavaya Kurdistanê, ku li Tirkiyê wekî “Rojava” ketiye literatura siyasî tirkan jî. Peyva rojava ji bakûrê Sûrî xweştir, guncantir e lê bi ya min ew bi tena serê xwe bi pirsgirêk e. Lewra di her qadên fikrî û hunerî de Rojava û Rojhilat dubendiyên sereke ne. Cîhaneke Rojavayê heye, fikreke Rojavayê heye. Bivê nevê tevheviyeke biçûk be jî di vî warî de çê dike. Ev ne girîng e zêde. Lê peyva rojava wekî mînaka “başûr” her ku peyveke kurdî xistibe literatura tirkan jî esil peyva Kurdistanê vedişêre. Neha gelek akademisyenên, rojnamevanên tirk vê peyvê bi kar tînin. Tirk ji peyva Rojava natirsin. Lê em bibêjin “Suriye Kurdistani (Kurdistana Sûrî) an Bati Kurdistan (Rojava Kurdistanê)”, ew kesên ku peyva Rojava bi kar tînin, piraniya wan ew ê van peyvan qebul nekin. Ji wan re Rojava egzotîk e, lê Kurdistan rastiyeke paranoyakî ye. 17'ê adarê Federasyona Bakurê Sûrî bi mizginiyekê hat ragihandin. Ev nav, wekî “Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê” ye, lê Kurdistan jê kêm e. Kurdistan ji peyva Rojava ber bi paş ve çûye, ber bi Sûrî ve çûye. Heman tiştên ku ji bo başûr hatin gotin ji bo Rojavayê Kurdistanê jî dikare bê gotin ku qedera wan hinek dişibe hev.
Di her sê mînakên me yên jorîn de xuya dike kurd di navlêkirina xwe de heqê kedên xwe yên salane, heqê serkeftinên xwe yên rêveberî û siyasî xwarine. Di her sê mînakan de jî dixuye ku Kurdistan wekî “kirdeyeke veşartî” di hevoksaziyê de hatiye lê kirin. Wekî cînavkeke nediyar…
Gelo cihên ku em dibêjin rojhilat, rojava, bakur û başûr referansên xwe ji ku digrin? Ji dewletên serdest digrin bêguman. Ez bi xwe ev e nêzî 10 sal e bi kurdî dinivîsim, di nav cîhana kurdî de me. Ez bi xwe rojhilat, rojava, bakur û başûrê Kurdistanê, yanî erdnîgariya xwezayî ya Kurdistana Gewre nizanim. Helbet cahiliya min parek e ji vê nezaniyê re. Lê ez dibêm mesele ji nezaniye şexsekî bêtir, mezintir e. Meseleya pirsgirêka Kurdistanê jî tiştekî wiha ye. Bi salan dewlet behsa “pîlana şerqê, pirsgirêka şerqê, pisgirêka terorê” filan û bêvan bi kar anî. Ferhenga rewşenbîrên tirkan jî ji bilî çend kesan ji van ne cuda bû. Ên herî wêrek digotin pirsgirêka kurd. Mixabin ji aliyê kurdan ve ev ferheng wiha şaşomaşo hatiye lêkirin. Bi kurt û kurmancî dema hûn bêjin Kurdistana Başûr an Başûrê Kurdistanê, Kurdistana Rojava an Rojavayê Kurdistanê hwd. Kurdistana Gewra tim di cihekî (der)hişê we de cih digre an na bi navên din, Kurdistan biçûk dibe, tune dibe, berê kurdan ber bi dilê serdestan ve dajo.
Bi fransizî têgehek heye ku tam li gor vê rewşa Kurdistanê tê: Le petite mort. Mahneya wê mirina biçûk e, ji bo xewê jî tê bikaranîn; lê esil ev peyv tê wateya “orgazmê”. Navlêkirina bi vî rengî, dema biçûk para mezin veşêre, ji mirina biçûk a bi kêf bêtir dê mirineke mezin ya bi êş bi xwe re bîne.
Çavkanî:
http://www.bas-haber.com/ku/writer/ferzan-ser
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 965 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-04-2016 (9 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 965 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!