Denîz Nakî û Nivîskarên esil-kurd
#Ferzan Şêr#
Rênas Jiyan li gel helbest û nivîsa afrîner, gelek tiştên “bi xêr û guneh” xistiye cîhana fikrî û hunerî ya kurdî. Geh helbesta wî, geh ceribînên wî, şanonivîsa wî gelek têsîr li civakê kirine. Yek ji van têgehên hêja jî “kompleksa Kawayî” ye. Li gor xwendina Rênas Jiyan a destana Kawayî, Kawa li dijî desthilatdariyê ye, desthilatdariyê qels dike, a herî girîng ji fersenda desthilatbûnê direve. Li gor wî Kawa dikaribû piştî Dehaq bikeve şûna wî, desthilatdarî bixista destê xwe. Lê Kawa ev red kiriye. Redkirina hêza îqtîdarê kompleksa Kawayî ye di ferhenga Rênas Jiyan de. Ev fikra redkirina îqtidarê, di gelek cihan de, di fikrên anarşîst de, di fikrên utopîst û yên piştî şoreşê de hene. Bi vê hêla xwe ve ne afirandî ye. Lê taybetmendiya herî xweşik ya vê têgeha kurdîbûna wê ye û bi kurdî ne çêkirî lê belê lihevhatî ye. Nivîsandina bi kurdî, afirandina têgeheke kurdî her çiqas beramberî wê fikreke heyî ya gerdûnî bibe jî, gelek pîroz e. Tiştê ku baweriya zimanan zêde dike, ev têkiliyên berawirdî ne jixwe. Ev kurdînûsî di warê rexneyê de, nemaze ku ev cîhan cîhana serdestan e, gelek girîng e. Gelek nivîskarên piştî dagirkerî û mêtingeriyê di zimanên dagirkeran de kar kirine, bivê nevê bandor ji wan girtine. Ferhenga xwe bi deyn ji wan girtine. Edward Said gotiye “oryantalîzm”, bi erebî tiştek negotiye di şûna wê de. Rênas Jiyan ferhenga xwe bi xwe û bi taybetî bo kurdî daye şuxilandin. Têgeha kompleksa Kawayî di ferhenga Rênas Jiyan de bi awayekî berfireh xwedan taybetmendiyên cuda ye jî. Ev ji ber ku derveyî mijara me ye, ez ê nekevim kûrahiya wê, lê belê teqez divê şerhekê mirov jê re deyne. Ez tevî fikr û mahneya kompleksa Kawayî dibim. Lê îtîraza min ji peyva “kompleksê” re heye. Rênas Jiyan ji bo fahmkirina kompleksê di semîneran de qala wekî mînak kompleksa odîpûs û ya elektrayê bi kar tîne. Helîm Yûsiv jî peyva “girêka” odîpûs bi kar tîne. Wekî mînak em dikarin kompleksa biçûkdîtinê, kompleksa xwemezindîtînê lê zêde bikin. Kompleks bi xwe girêkek e, mahneye neyinî ye, negatîf e. Lê belê kompleksa Kawayî erênî ye, pozîtîf e. Her kes nikare bike. Lê her kes dixwaze ji wan kompleksên jorîn derbas bike. Her kes dixwaze bibe kompleksa Kawayî, ez ne bawer im ku kes bixwaze bibe xwedan kompleksên din. Bi kurtî, fikreke serketî, ramaneke girîng wekî ku kirasekî xweşîk bi aksesuarekê nelihevhatî bê bikaranîn. Loma bi ya min em bibêjin “Kawaîzm” an go “Kawagerî (mn. şoreşgerî)” ew ê hîn çêtir be. Her ku “-îzm” xwedan rîsk in jî, di pratîkê de Kawaîzm kêrhatîtir e. Yek ji başiyên vê peyvê jî mirov dikare li gor kesan bi yek derbî bi kar bîne. Ji dêvla ku mirov bibêje kesê xwedan kompleksa Kawayî, Kawaîst xweştir e. Neha em ê dikarin derbasî qada çend mînakan bibin.
Denîz Nakî piştî lîstikên futbolê yên di navbera Amedspor û tîmên din ên tirkan de ketiye rojeva kurdan. Kariyera Denîz Nakî ne di asta “stêrkan” de ye, lê di lîga herî bilind ya Tirkiyê de dilîst. Li Lîga Superê di tîma Gençlerbirligi de. Ji ber kurdbûna xwe li Enqerê, hat lînçkirin, lêdan xwar. Dûre dev ji wê tîmê berda, derbasî Amedsporê bû. Amedspor ji ber navê xwe ji xwe di gelek bajarên tirkan rastî êrîşan dihat. Lê vê carê gelek bi ser ket û tîmên Lîga Superê ên mîna Bursasporê têk bir. Dûre pêvajoya faşîst ket rojeva tirkiyê. Amedspor ji ber ku pankarta “Bila Zarok nemirin, werin lîstikan” hat cezakirin. Di encamê wî bi xwe 12 lîstik cezaya nelîstinê xwar ji Federasyona Tirkiyê. Di van hemû lîstikan de Denîz Nakî dengê xwe bilind kir wekî gelek lîstikvanên tîmê. Di vir de ya girîng ne faşîzma di futbolê de ye. A girîng ew e Denîz Nakî hîn di destpêkê, di asta herî bilind de dev ji “hêzê” berda, hat Amedsporê. Denîz dikaribû çav û guhên xwe li bûyeran bigre, bes karê xwe bike. Belkî helbet li gor hunera xwe dikaribû biçûya Fenerbahçeyê, Beşîktaşê, Galatasarayê ji wir jî belkî biçûya Barselonayê, em nizanim ew û çîroka wî çawa bihata nivîsin. Lê wî dev ji wir berda. Belkî di pêş de dîsa vegere. Ev ne girîng e. A girîng reaksiyona wê rojê bû. Helwesta wî tam li gor pênaseya Rênas Jiyan Kawaîst bû. Vê dawiya di Newroza 2016an de li Amedê, bi daxwaza gel derket ser vînçê, gel silav kir. Bû semboleke azadiyê.
Em kurd, û miletên din jî, yanî çanda girseyan, xelkê zû dikin qehreman zû jî dikin xaîn. Ev şerhek e li vir. Lê wekî helwest, di demekê diyarkirî de, li cihekî, li hember tiştekî, helwesta Denîz Nakî helwesteke Kawaîst bû. Denîz Nakî di qada kesk de Kawaîstekî kurd e. Di vê beşê de, ya girîng wext û cihê helwestê ye. Dapîra min tim gotineke pêşiyan bi kar tîne dibêje “rûmet wekî dûvê masîyan e, carek ji dest çû nema tê zeftkirin”. Loma ev wext û cihê helwesta Kawaîzmê girîng e.
Neha ji hêla dem û wext ve em derbasî qada wêjeya kurdî bibin. Di kurdî de geleke ên Kawaîst hene. Şener Ozmen, Îlhamî Sîdar, Selîm Temo, Helîm Yûsiv, Jan Dost, belkî Suzan Samanci. Ên ku nehatine bîrê jî hene, mirov dikare lîste dirêjtir bike. Ji nav van hînan hê jî carinan bi zimanê serdest dinivîsin. Jan Dost bi erebî dinivîse, Selîm Temo bi tirkî dinivîse. Kesên ku bi kurdî binivîsin mafê wan ê her zimanî heye. Lê ya girîng ew e ku helwesteke Kawaîst danîye. Ne bi awayekî sembolîk jî, bi rastî danîye.
Kurdên ku bi zimanê serdestan dinivîsin jî gelek in. Di lîgên mezin ên tirkî de (Ayrinti, Iletişim, Dogan …) de dinivîsin. Ji Metin Kaygalak heya Yavuz Ekinci; ji Kemal Varol heya Burhan Sonmez. Nîqaşeke mezin, qiyametek rabû li ser minoriyê filan. Ez ê nekevim wan mijaran. Tenê dixwazim behsa girîngiya helwesta Kawaîzm û wextê wê bikim. Dawiya dawî tercîha zimanan “bijartinek e” her ku her bijartin bi şert û mercên civakî û polîtîk ve girêdayî be jî. Divê em rola şoreşgerî ya mînoriyê jî ji bîr nekin. Ji bo tirkînûsan, her weha bo wan kesên ku di zimanî serdestan de dinivîsin mesele dûvê masiyan e. Dikarin wê hêz û derfeta di “lîga super” de bi kar bînin, dikarin xelatan bistînin, bikevin listeyên bestseller. Lê dema wan xwest ku dûvê masiyê bigrin (vegerin zimanê xwe) ew ê hinekî zehmet be. Lê ji civaka kurdan, ji bo kurdînûs û Kawaîstên din meseleyên din hene. Yek jê divê mirov xwe bi “reşkirina” nivîskarên tirkînûs mijûl neke. A din û girîngtir jî ew e ku Denîz Nakiyan li xwe zêde bike. Tiştê bo Denîz Nakî kirine bo nivîskarên xwe jî bikin. Lazim e ev yek jî ne bi nepixandinê, biheqdayînê be.[1]