Sola Diya Hesen
Serdar Şengül
Ji ber ku modernîzm di çarçoveya siyaset û pratîkên mêtinger da tê bikaranîn, têkiliyên kurdan bi saziyên modern re her tim bi zor û zehmet bûne. Mektebên modern jî yek ji wan saziyan e û ji ber vê yekê bîranînên destpêkirina mektebê ji bo her kurdî/ê tirş û tahl in. Stûnên gramer, dîrok, edebiyat, dîn, zanînên hemwelatîyê zarokan dorpêç dikin û têkiliya wan bi cîhana wan re qut dikin.
Zarok li ber deriyên mekteban hebûna xwe diyarî didin serdestan, zimanê bav û kalan jî li heman derê û li kêleka hebûnên xwe dihêlin. Armanca pedagojiya bi vî rengî ew e ku zarok bi riya ziman û zanistên mekteban kirasê hebûneka nû li xwe bikin. Hînkirina zimanê “fermî” ku di heman demê de bi hemû nîşaneyên xwe temsîla jiyana modern e, bingeha wê pedagojiyê ye. Bavê min jî yek ji wan zarokan bûye ku cara ewil di mektaban de rastî zimanê tirkî hatiye. Rojekî bîranîneka xwe ya destpêkirina mektebê bi min re par ve kir.
Şêst sal berê, li gundekî Amedê, li mektebeka kavil û wêran hemû telebe di polê da kom kirine. Zarok bi halên xwe yên reben û bi cilên xwe yên peritî li devê mamosteyî dinihêrin. Mamoste yek bi yek nav û paşnavên wan ji wan dipirse û dibêje “Adın soyadın nedir?” (*)(1) Ew pêşî bi tiliyên xwe xwendekarekî îşaret dike ku navê wî Hesen e. Hesen, qederekê disekine. Dizane ‘ad’ çi ye lê nizane ‘soyadı’ çi ye. Hesen zorê dide xwe da ku maneya ‘soyadı’ peyda bike. Piştre di dilê xwe da dibêje, “Herhal pirsa sola diya min dike” û wiha bersiv dide: “Adı Hesen e, sola diya min lastîk e.
Gava bavê min ew bîranîn parve kir, dilê min bi wan şewitî û xîreta min hikmê zimanê mekteban qebûl nekir. Di seranserê perwerdeya min da siya sola diya Hesen tim li ser min bû û tesîreka mezin li rêwîtiya min a ber bi kurdî ve kiribû.
Dem diherî, dewran guherî. Sala 2012yan, li yek ji zanîngehên li Stenbolê mamosteya beşa edebiyata tirkî bîranîneka xwe bi xwendekarên doktorayê re parve dike û dibêje:
Rojekê, xwendekarekî min ê gelek zîrek û şêrîn, di destê wî da kitebek bi pêça diyariyê pêçandî hat û li ber min sekinî. Bi kelecan û bişirîn kitêb dirêjî min kir û got ‘Mamoste, dixwazim vê kitêbê diyarî te bikim’. Gelek kêfa min jê re hat. Bi kelecanî pêça diyariyê jê kir û kitêb hilda destê xwe. Lê min nekaribû bixwînim. Ziman xerîb hat. Du sê caran, bi baldarî min lê mêze kir da ku fêhm bikim ka çi ye. Kitêb ne bi tirkî bû. Ji çend navên kesan û mekanan min derxist ku bi kurdî ye. Min bi ecêbmayî jê re got ‘Lê ev bi kurdî ye’. Sekinî, li orta çavên min nihêrî û bi tinazî got ‘Qey hûn kurdî nizanin. Min qet texmîn nekir. Hûn behsa biratiya hezar salan dikin, min got herhal hûn heta niha zimanên xwişk û birayên xwe hîn bûne!
Mamoste piştre wiha dewam dike,
Wî xwendekarî, da ku mesaja xwe bide min, tevahiya wê mîzansenê li dar xistibû. Min di jiyana xwe da ewqas fedî nekiribû. Wî xwendekarê kurd derseka jiyanê dabû min, ku tu caran ji bîra min naçe. Min bi bişirîn lê mezê kir û got ‘min meseja te wergirt, spas ji bo vê diyariyê.
Ji ber ku rêvebirên netewedewletan saziyên modern wek amûrên mêtîngeriyê bi kar tînin modernbûn bi awayê asîmîlebûnê pêk tê. Serdest hewil didin bi tenê du rê li ber gelên mêtînkirî bimînin: Yan li ser navê modernbûnê asîmîlebûn yan jî çand û zimanê xwe wek li derveyî dîrokê wekî tiştekî neguherbar texeyyul bikin.
Lê belê hin teorîsyen û rewşenbîrên postkolonyalîzmê ew korerê û dafik têgihiştine û rê û rêçareyên din destnîşan kirine. Wan li şûna formûlên razber, ku li ser tecrûbeyên hin dewletên ewropayê hatine avakirin, modeleka din pênase kirin:
Gelên mêtînkirî modernîzmên xwe bi tecrûbeyên xwe yên şerê li hember mêtîngeriyê ava dikin. Di vê qonaxê de li aliyekî nijadperestiya saziyên modern ên dewletan teşhîr dikin, li aliyekî din jî bi tecrûbeyên dij-kolonyalîzmê ji bo xwe û ji bo mirovahiyê perspektîfa nû ya modernbûn û netewebûnê pêk tînin.
Ew xwendekarê ku li zanîngehê kitêbeka kurdî diyarî mamosteya beşa edebiyata tirkî kiribû, ku di bernameya wê de tu referansek bo edebiyata kurdî tune bû, endam û encamên vê tekoşînê ne. Bi tenê bi vê têkoşînê, tu desthilatdar nikarin ji Hesen bixwazin ku hebûna xwe diyarî wan bike û pirsa “adı-soyadı”ya wî jê bike.
Wî xwendekarê kurd hewil da ku li zanîngeheka Tirkiyeyê, di beşa edebiyatê da bi diyarkirina kitêbeka kurdî heyfa Hesen û bi hezeran xwendekarên wekî wî hilîne, ku bi darê zorê hebûna xwe diyarî hebûna serdestan kiribûn. Kitêbeka kurdî wekî bedelekê bû ji bo hemû hebûnên wan yên hatî dizîn.
Têbinî û çavkanî:
(*)Bi kurmancî: Nav û paşnavê te çi ye?
(1) Bîranîneka Mirad Bayram jî ya bi vî rengî heye, bnr. “Mirad, Senin Adın Murat!” https://m.bianet.org/bianet/insan-haklari/183824-mirad-senin-adin-murat[1]