RÊYA PÊKANÎNA EDALETÊ BI DARIZANDINA KÛJERÊN QIRKIRINA ÊZIDÎYAN DEST PÊ DIKE
ŞOREŞ DERWÎŞ
Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî
Mijara darizandina nêzî dehhezar daişî, eger em nebêjin ne pêkan e, lê gelekî dijwar e. Haya Rêveberîya Xweser ji vê mijarê heye, ku dibîne pêkanîna edaletê wê bi darizandina hin endamên birêxistinê yên bi baldarî hilbijartî û sûcên ku wan kirî ku xwe dispêre belgeyên rast ku rêveberî dibêje di destê wê da ye, dest pê bike. Ji vê yekê tê fêmkirin ku ji bo hesabpirsîna endamên birêxistinê yên herî xeternak û hov û yên ku herî zêde destê wan di qirkirin û komkujîyên ku pêk hatine da, heye. Her wiha, dibe ku çîna “mîr” û “biryarderan” yên ku herî zêde girîng in ku darizandin ji wan dest pê bike.
Lê divê, birêveçûyîna dadgehkirinê ne li derveyî sernavê ku divê rêveberî li ser kar bike, bi gotineka din, divê darizandin werin dabeşkirin ango darizandina endamên birêxistinê di bin sernavên mezin da li gorî her yekê, were pêkanîn. Lewra, mijara qirkirina êzidîyan baştirîn bijarte ye ku birêveçûyîna darizandinê jê were destpêkirin, ji ber ku hesabpirsîna li ser vê qirkirinê wateya şermezarkirina dîrokî ya sûcên birêxistinê xurtir dike, wekî ku çawa di darizandina Auschwitzê da li Almanyayê pêk hat di bin sernavê cezakirina berpirsên wargeha mirinê ya nazîyan a li Auschwitzê û qirkirina cihûyan tê da. Di vê çarçoveyê da, sala 1963yan darizandina Frankfurtê ya cezakirina kesên herî girîng ji nava 2 hezar endamên polîsên veşartî (SS) dest pê kir. Her wiha, li gorî Hina Arend, darizandin tenê li ser “beşek piçûk ji rewşên ku nayên tehemûlkirin” pêk hat, lê pêla duyem a darizandinê sala 1965an di bin sernavê xwe yê taybet da pêk hat û hin sûcên ku hatine kirin li gorî “qanûna sînordarkirinê” ne parastî ye. Her wiha, di dema darizandina rejîma Sedam Hisên da, bûyerên herî kirêt hatin hilbijartin, da ku bibin destpêka darizandina sûcdaran. Bûyera Dicîl û komkujîya Helepçayê sernavê herî navdar ku li ser vê yekê sûcdar li pêşîya dadgehê li gor belge, şahid û qanûnên sûcan, hatin darizandin.
Rast e ku birêxistina DAIŞê li dij sinî, şîî, êzidî, sûrîyayî, iraqî û biyanan sûc pêk anîn, lê sûcên li dij êzidîyan, hovtirîn sûcên ku hemû taybetmendîyên qirkirinê di nava xwe da dihewandin, ji serjêkirina hovî bigire, heta destdirêjî, revandina zarokan piştî ku xizmên wan kuştin û kolekirina dayîkên wan û zarokên wan dûr xistin. Di hejmara çaran a kovara“Dabiq”ê ya birêxistina DAIŞê, ku di cotmeha 2014an da hate weşandin, gotarek di bin sernavê “jinûvevejandina koletîyê berîya roja qîyametê” da hat belavkirin. Ev yek wekî lixwemukirhatineka hovane (sebî) bû , her wiha ji bilî belavkirina jinên êzidî wekî xenîme li ser kesên ku beşdarî “Xezwet Sincar” (dagîrkirina şingalê) bûne, 20% sebîyeyên şingalê para “Dîwana Xenîmeyan” bû ku wan jî, ji alîyê xwe ve jinên êzidî li Mûsilê û Reqayê firotin. Bi vê yekê, birêxistina DAIŞê sûc kirine wekî tiştekî normal ku xwe dispartin pirtûkên mîras û fetweyên bixwîn. Her wiha, ji vê xerabîya bêsînor, kirin xerabîyeka normal ku di bin navê “şeriî” da dikirin. Di encama vê yekê da, hejmara kuştîyan 7 hezar bû û nêzî 3 hezar mêr û jinên êzidî hatin revandin û hin ji wan jî çarenûsa wan heta niha ne dîyar e. Her wiha, hejmara kesên revandî ji, mêr, jin û zarokan gihaşt 6500 kesan, ku bûne kole. Ji alîyê xwe ve jî, hikûmeta Bexdadê bi dehan gorên komî li Şingalê dîtin, ev yek jî tê wateya pêkanîna operasyonên kuştinê û kuştinên komî li gor nasnameya olî.
Karnameyên êzidîyan bi komkujî û qirkirinê yên ku navê “ferman” lê tê kirin, dagirtî ne. Lê qirkirina 74an di serdema me da pêk hat. Ango berpirsyarî li ser milê hemû gelên herêmê û dewletên wan dikeve, carekê ji ber ku ew ji ber qirkirina texmînkirî dema ku birêxistina DAIŞê ber bi wargeha êzidîyan ve diçû neparastin û careka din jî ji ber ku dosyaya kujerên wê qirkirinê çareser nekir. Tevî ku parlamentoya Iraqê û parlamentoyên dewletên Ewropayê, gotin ku tiştê bi ser êzidîyan ve hat qirkirineka komî, divê tenê li ser piştgirîyê û pêşkêşkirina alîkarîya pîskolojî û darayî ji bo êzidîyên ku hatine rizgarkirin nemîne, bêyî avakirina dadgeheka taybet û navdewletî an jî iraqî ji bo qirkirina êzidîyan ku bigihêje asta dadgehên serdemê, him ji bo êzidîyên ku hatine rizgarkirin hest bi aramîyê bikin û edalet pêkan e û heq e, an jî ji bo ku qirkirina êzidîyan nebe bîranîneka nêzîk ya ku dikare bê dûbarekirin, ji ber ku dadgeheka taybet erka rêgirtinê bi qanûnê misoger dike.
Bi vegera li biryara Rêveberîya Xweser a têkildarî darizandinê û eger em texmîn bikin dibe ku rêveberî wê bi rastî darizandinê bi dosyaya qirkirina êzidîyan dest pê bike, xeter e ku darizandin vekirî be bi awayê ku em texmîn dikin, ango ku darizandin li ser televîzyonan û torên tevna civakî, werin weşandin. Ev mijar ji ber 4 sedemên têkildarî hev xeternak e; a yekem dibe ku tawanbar nameyan bidin terorîstên birêxistinê yên dervayî zindanan û şanayên veşartî û careka din êzidîyan hedef bigirin, a duyem teşeyê tawabaran dibe ku ne li gorî sûcên ku pêk anîbin, ku ev yek jî dibe bi xwe ra hinek rehme û dilsojîyê bîne, bi vê yekê ra jî dibe ku wêneyên qurbanîyan winda bibe û li cihê wan wêneyên daişîyê belengaz cih bigire.
Sedema sêyem, mentiqê endamên birêxistinê û mîrên wan xwe dispêrin çend zimanan û dibe ku cihê xwe di nava kesên ku meyla tundîyeka taybet li gel wan hebe û xwe bispêrin metnên şeriî yên sorkirina li dij ola êzidî. Sedema çarem, derfet heye ku dadgeh ji armanc û cidîyeta xwe were derketin, ku di vê çarçoveyê da, Hina Arned jî hişyarîyê dide me ku tawanbaran di dema darizandinên Auschwitzê da “gelek caran bi ser ketin ku dadgehê veguhezînin pêkenokê.” Her wiha, eşkerekirina darizandinê dibe ku gelek tawanbarên tund li şûna poşmanîyê, cesaret û bêrêzîyê nîşan bidin. Dadwerên ku birêveberên rejîma Beisê ya Iraqê darizandin, behsa mêrekî nermik ku ew jî Sedam Hisên bûn, dema ku kamîre ne li ser wî bû kirin, lê dema ku rûniştandin bi awayekî zindî dihate weşandin, berovajî dibû.
Rewşa ragihandina darizandinê di cihekî da, tê wateya amadebûna malbatên tawabaran û kesên dixwazin rêveçûyîna darizandinê bişopînin, çi kes bin çi jî nûnerên civaka sivîl û desteyên mafên mirovan bin.
Hêjayî gotinê ye ku endamên “DAIŞê” nikarin xwe ji berpirsyartîyê bidin alî bi hinceta ku wan tenê ferman pêk dianîn, ji ber ku tevlêbûna nava birêxistinê mijarekî dildarî bû, berovajî hin artêşan ku di kêlîyekê da dibin sazîya kuştina giştî û piranîya leşkeran tenê fermanan pêk tînin. Lewra kesê ku tev li birêxistina DAIŞê dibe, dizanine tev lê bûye da ku bikuje û kole bike, ango nîyeta wî ya sûcekarîyê berê hebû. Her wiha, piranîya endamên “DAIŞ”ê bi darê zorê tev lê nebûne, wekî di rewşa leşkerên di hin artêşan da. Di heman demê da, mijara “pêkanîna fermanan” di gelek rewşan da ji bo sûcdaran, dibe sedemekî herêmî an jî sivikkirina qanûnî. Lê di rewşa endamên birêxistina DAIŞê da, ev yek lawaz e û divê bi baldarî bal li ser were kişandin.
Rêveberîya Xweser dikare, mijara qirkirinê bi vê darizandinan vejîne ku beşek jê li ser axa Sûrîyayê pêk hat û hin sûrîyayî tê da beşdar bûn, çi yên ku biryara kuştinê dane, an jî kuştin pêk anîn, an jî yên ku jin û zarok kole kirin. Eger ku kedên navdewletî bal kişandin ser beşê hêsan ê birêveçûyîna qirkirinê bi rêya şermezarkirinê û pîrozkirina jinên rizgarkirî û pêşkêşkirina destekdayîna pîskolojî ji bo wan, ku ev jî bê gûman mijarên giring in, lê erka Rêveberîya Xweser ya herî zêde girêdayî têgihaştina edaletê ye, eger ku kujer darizandin. Ev jî erk/berpisyartîya ku dewletên demokratîk jê direvin. Niha jî, li pêşîya van dadgehên herêmî, em ê rûbirûyê ezmûneka nû ya pêbawerîya helwestên van dewletên ku idîa kirin ku wan piştgirî dane civaka êzidî ya rûxandî.[1]