Spîyên Di Porê Mêtingeriyê De
#Ferzan Şêr#
Qada medyaya civakî tiştekî wiha ye ku, êdî ne cihê kêfxweşî û pêlîstokan her wekî wê cihê nîqaşên rewşenbîrî, polîlîtîkî yanê xwedêgiravî xwedî kiraseke cidî ye jî. Belkî ji vê cidîbûnê ye em parvekirinên kesan wekî axaftinên û kiryarên rojane li gel xwe digrin û dikin amûrekek jiyana xwe. Medyaya civakî êdî çayxaneyeke navçeyan, kafeyeke bajaran û odeyeke gundan e. Van rojan hêja Elîxan Loran tiştekî balkêş parve kir:“têgeha ‘kurdên spî’ êdî têra me nake, divê em li ser ‘kurdên albîno’ biaxivin cimaetno!”. Ev yek ji nişka reş û spî û asteke ji spîbûnê bi wêdetir bi bîra me dixe. Bibe nebe mirov li ser rengan difikre û teqez jî pêşîn ji reşbûnê destpêdike.
Faşîzma li dijî rengan wek faşîzmeke antropolîjîk û her wekî din di zanistên din de jî, ji mirovan dest pê dike. Reşikan ji ber rengên xwe yên “reş” ji salan, ji sedsalan vir ve ji aliyê “spî(?)”yan ve hatin qetilkirin, pişaftin, biçûkkirin; tu çêr û dijminahî nema li wan nehat kirin. Ev yek him ji sedemên olî him jî bi aborî pêkhat; em dikarin hemû sedemên li kêlekê di bin van her du sîwanan de bihewînin. Wekî heyam jî di ferhenga polîtîk de dijminahiya mezin ango lûtkeya mezin bizava mêtingerî (kolonyalîzm) ye. Di ferhenga mêtingeran de reş, gemarî ye; divê bê paqijkirin (spîkirin); derî-çandê ye, hov e divê bê kedîkirin; derî-mirovan e divê bê kujtin. Azmûna mêtingeriya di nav dîrokê de, di rojên îroyîn de yanê di heyama piştmêtingeriyê (postkolonyalîzm) de şanî me da ku ev kiryarên dijî mirovahiyê giş fantaziya serdestan û sazûmana wan bû, lowma jî her ku dem derbas bû benên serdestan şidên xwe sistkirin û neha ber bi hûmanîzmayeke pirçandî(!) ve hatin. Ev jî helbet yek ji qonaxa wê pêvajoya mêtingeriyê ye. Lê di hemû qonaxan de tiştekî nuguherbar hebû: reşbûn pîsbûn e. Keçên spî tim di fantaziyên xwe de mêrên reşik wekî êrîşkarên cinsî didîtin û ev yek di derhişa wan de her û her çalak bû. Dîsa em ji lîstokên werzîşê dibînin; lîstîkvanên reşik wekî meymûnan dihesîbinin. Bi kurtasî hê jî li cîhana spî (Rojava) reşbûn, reşikbûn tiştekî ne baş e.
Gelo di van heyaman de spî bûn tiştekî çawa bû? Helbet tiştekî baş bû, lewra spî serdest bûn û divê bindest jî xwe bişibandan wan. Lewra Michael Jackson ji bo spîbûnê tişt nema neanî serê xwe. Lewra kesên ku rengê çermên wan reşeke vekirî ye ji kesên ku rengê çermê wan fîq reş e re dibêjin “fucking negro”. Lewra di ferhengên mêtingerî de cîh negirtibe jî sîndromeke bi navê “Kadîllaka Spî” heye, reşik tim bi rengê spîyê, reşikbûna xwe dinixûmînin (eşkeredikin!), cilên spî li xwe dikin, li erebeyên spî siwar dibin.
Helbet bi çend hevokan gunehên mêtingeriyê nayên safîkirin û vegotin. Lê mêtingerî her tim bertekên li dijî xwe jî di dîroka mêtingkirinê de zindî hiştiye, afirandiye ango jixwe afirandî bûye. Nexwe çi ye berteka ji dijî mêtingerî û reşikbûnê; wekî bizav piştmêtingerî û serhildanên jêrdestan bersivek dabê jî di mêzîna vê nivîsê de “spî û spîbûn” e.
Ne hewceye em zêde dûr û kûr biçin, dema em dibêjin “kurdên spî” û ango li tirkiyê tê gotin “beyaz turkler (tirkên spî)” di vir de spî diyardeyeke xweser e lewra kurdên reş ango tirkê reş nîn in. Û her du têgeh jî di spîbûnê de nêz hev bibin jî di wateyê de hinek ji hev dûr dikevin. Kurdên spî ew kurdên ku di çavê serdestên xwe de xwe ji “esmerbûnê” û ji qirêjbûnê şûştine û bûne spî, lê tirkên spî jî astek ji tirkên heyî yên gundî filan cudatir, çiniyeke elîtîst e. Ew jî bi awakî wekî kurdên spî xwe ji “gemariya” gelê xwe şûştiye. Herçiqas tirkên spî di nav tirkan wekî çiniyeke xerab neyê hesibandin jî (ji aliyê hinek rewşenbîrên jidil ve wekî xerabiyek tê hesibandin) kurdên spî rasterast têgeheke “gemar” e. Di çavên kurdan kurdên spî, solên serdestan in, dişibin serdestên xwe û ew daxwazên ku serdest dixwaze bindest di wê formê de be bi cî tînin. Lowma jî spîbûn wekî têgînek êdî qirêj e. Her ku mirov daxwaza spîbûnê bike hewçend jî qirêjtir dibe. Lowma Elîxan Loran ew hinekî berfirehtir dike û asta spîbûnê hinekî din bilind dike û pê re jî nirxa wê (reş û qirêjbûna wê) dadixîne jêrtir. “Albîno” bi ya min ne wekî “negro” tê nivîsandin, ji bo kirpandina spîbûnê ye. Êdî ew kesên di çavên serdestên xwe de ji xwe re cihek çêkirine, dixwazin çermên wan ên “esmer” jî wekî yên serdestan spî be, heta ji ên wan spîtir bibe.
Ger em gotinên xwe bidin ser hev, têgînên ku ji cîhana ramyarî ya mêtingeriyê ketiye nav mejiyê mirovan, nav rehên wan, nav hiş û derhişa wan ancax bi bersiveke piştmêtingerî, ancax bi bersiveke avakirin û eşkerekirina wan têgehan re kare li şûna xwe ya rastîn rûnê. Bi kurtî, ji dêvla ku bindest paqijbûna (ê ku gotiye “tu qirêj î” serdest e) xwe li ber çavê serdestê xwe bide “pesendkirin”, li ser spîbûnê bifikre û hevoksaziya xwe li ser nîqaşa spîbûnê û ava bike, wê hingê kiryarên qirêj ên “mêtingeriyê” û hevoksaziya wan tê serobino bibe. Bi van kiryaran ji dêvla ku porên bindestan ji êş û kulan spî bibe, dê spî bi porê serdestan bikeve.[1]