Çend Pirsgirêkên Rêbaznasiya Akademînûsiyê
Ferzan Şêr
Li Kurdistana Bakûr bi vebûna beşên Kurdî re nivîsandina tezên akademîk û gotarên akademîk bêtir di rojeva kurdên bakûr de cih girtin. Kurdolojiyeke bi kurdî hîn geştir bû. Di nav vê geşedanê de çavê her kesî li ser xebatên zankoya Artukluyê ye. Zankoya Artuklu yekemîn mezûnên xwe azad kirin û xebatên tezan jî hêdî hêdî berhemên xwe dan. Pirtûka Remezan Alan a bi navêFolklor Û Roman: Li Dor Texeyyulên Berê RêçênÎroyîn (1)di nav vê geşedanê de derket. Çendek e min dixwest ku li ser rêbazên nivîsandina akademîk tiştinan binivîsim lê hem ji ber zexeliya min hem jî ji ber kêmbûna alavên şênber ev nivîs wiha dereng ma. Îro êdî hêdî hêdî tezên kurdî li Kurdistana Bakûr jî dertên û bi ya min hewcehiyek bi van xebatan heye. Wekî rêbaz ji nîşandana rêgezên rêbazan bêtîr dixwazim li ser berhema navborî a Remezan Alan bi mînakdayînan biçîm. Jê pê ve ez ê di vir de behsa puntoyan, sernivîsan, jimarekirina rûpelan, valahiyên li derdorê nivîs û yên nav hevokan hwd behs nekim, bêtir şêwe û şêwaz ku têsîr li zanist û xwendina metnê dikin biseknim.
=KTML_Bold=Destpêk=KTML_End=
Tez û gotarên akademîk ji sê hêmanên bingehîn ava dibin; destpêk, naverok û encam. Destpêkên berhemên neakademîk û yên tezên akademîk ango nivîsên akademîk bi hinek awayan ve ji hev cuda dibin. Di berhemên edebî de mînak mirov kare di destpêkê de behsa serpêhatiya derketina berhema xwe jî bike, dikare behsa tiştên ku dixwaze bi xwendevanan re parve bike jî binivîse. Lê nivîsên akademîk di vê beşê de ji me re rêçûn û naveroka gotarê eşkere dike. Lowma hewceye li gor hin pîvanan bê nivîsandin. Ji bo berhemên edebî fikra sereke ango angaşt di destpêkê de tê pêşkêşkirin. Armanc û mebesta tezê, çawaniya wê, ger hebe bi kurtahî tezên (angaşt) bi vê tezê re eleqedar, di derbarê mijarekî de bi kurtahî behsa mijarê, di derbarê nivîskarekî de bi kurtahî agahiyên derbarê nivîskar de, çavkaniyên teorîk û bi kurtahî rêza mijar û nivîsên tê de tên pêşkêşkirin. Pê ve ger hebe taybetmendiyên ziman û têgehan jî kare di destpêkê de cih bigre. Lê hin tiştên ku divê mirov nekin jî helbet hene. Mirov bi dûr dirêj nakeve nîqaşa ku di nav tezê de dê jixwe bi berfirehî bike, lowma jî jêgirtin û veguhastin di destpêkan de divê nebe. Ji xwe nivîskarê tez ji bo ku teza xwe bi me bide qebûlkirin dê referansan bide, lowma di destpêkê de ew ne hewce ye. Her çiqas tevlê li hin têgehên di despêka Folklo Û Roman’ê de nebim jî bi tevahî pêşkêşeke baş e, lê kêmasiya berbiçav ên navborî jî tê de baş xuya dike. Ji Mihail Bakhtin, Berna Moran, Gregory Jusdanis, Jan Assman, Partha Chatterjee, Gursel Aytaç, A.M. Rousseau û Cl. Pichois jêgirtin tên kirin. Birastî di nav her sê beşên bingehîn de cihê ku herî zêde mirov dengê nivîskar dibihîse destpêk e, lê di vir de dema mirov li jimara jêgirtan dinêre, dibîne ku ew dengê nivîskar di bin siya van dengan de difetise. Destpêkeke baş û birêkûpêk karê nivîskaran gelek hêsantir dikin. Destpêkên metnan nexşaya nivîsan in. Ev nexşe mirov ji rêşaşkirin diparêze, gav bi gav mirov dide meşandin. Mînak di nav metnê de di nav kevanekê de Remezan Alan agahiyeke wiha pêşkêşî me dike “Bêguman ew mînakên ku ji teqlîdê xelas nabin, ka çawa li ber deriyê qesra romanê tên bendewarîkirin, dê di beşa sêyem de were nîqaşkirin” (64). Dîsa wekî vê yekê carinan nivîskar hin agahiyên ku berê daye tîne bîra me. Bo nimûne ji bo vê yekê di beşa “Roman an Epîroman” de di nav kevanekê de wiha dibêje “di destpêka beşa duyem de me cih dabû çend heban” (87). Carina jî nivîskar heman tiştî di têbiniyan de dike. Di têbiniya 49ê de wiha dibêje “Li binbeşa ‘Di vê Pêvajoyê de Borên Navbera Roman û Folklorê’ binêrin”(94). Bi ya min ev agahiyên nehewce ne. Ger em van rênîşandanên nivîskar di destpêkê de bixwînin ev agahî hewce nakin. Wekî din piranî jî nivîskar berê me dide paş, cihên ku me xwendine. Ev yek jî neheqiyek ji xwendevanan re, xwendevan ji xwe wan cihan xwendine kêmzêde têgihiştinek di serê xwe de afirandiye, car bi car nehewceye nivîskar bîne bîra wan ku “me berê wiha gotibû”. Bi kurtahî “destpêk[ekê]” zelal û runiştî van pêdiviyan betal dike.
=KTML_Bold=Jêgirtin=KTML_End=
Jêgirtin di zanistê de ez dibêm hêmana herî girîng e. Lewra jêgirtineke birêkûpêk heqê zanist û xwediyê jêgirtinê didê, lê a ne baş jî dike ku gotinên ne aîdê nivîskar dibe a nivîskar û ji xwediyê gotinê re jî neheqiyek diqewime. Ev meseleya “aîdiyeta fikrê” sereke giringiya jêgirtinê ye. Îcar hûn wekî nivîskar dema vê yekê li gor rêgezên hevbeş bikin jî çend tiştên şêwehî jî dertên holê. Ji bo xwendevan hay ji sînorên jêgirtinê hebe, karibe gotinên nivîskar û jêgirtinê ji hev bike çend rêbazên jêgirtinkirinê hene. MLA, APA û Chicago ji wan ên sereke ne. Di cîhana wêjeyê de bêtirî MLA tê bikaranîn. Hûn kîjan bikartînin bînin a girîng divê xwendevan baş ji jêgirtinê fahm bike. Di xwendinê de yanî di pêvajoya xwendinê de a girîng navê nivîskar (xwediyê gotinê), navê nivîsê û rûpel ji bo xwendevanan her tişt zelal dike. Ev zelalbûn jî têr nake, ji ber ku pêdiviya xwîner jî bi xwendina çavkaniyê dibe. Lowma divê ji bo çavkaniyê rê nîşan bide; ew jî di beşa “Çavkanî” de bi hûrgilî tê kirin. Ev her sê di MLA de tê kirin û herî pratîk û kêrhatî ye. Sînora jêgirtinê û hewcehiya jêgirtinê jî girêdayiyê vê şêweyê ye. Mînak em jêgirtina MLA û APA bidin berhev. Li gor MLA em wiha bibêjin: Remezan Alan di kitêba xwe ya bi navê Folklor Û Roman (ji ber vê nivîsa îtalîk em dizanin ku ew navê kitêbê ye, ger di nav dunikê de bibûya dibû navê berhemên kin; gotar, çîrok, helbest) de wiha dibêje “Bêguman ew mînakên ku ji teqlîdê xelas nabin, ka çawa li ber deriyê qesra romanê tên bendewarîkirin, dê di beşa sêyem de were nîqaşkirin” (64). Ger em vê jêgirtinê li gor APAyê bikin em ê bibêjin: Remezan Alan (2013) “Bêguman ew mînakên ku ji teqlîdê xelas nabin, ka çawa li ber deriyê qesra romanê tên bendewarîkirin, dê di beşa sêyem de bê nîqaşkirin” (r.64) dibêje ango wiha jî dibe: Di nav berhemê de tê gotin ku “Bêguman ew mînakên ku ji teqlîdê xelas nabin, ka çawa li ber deriyê qesra romanê tê bendewarîkirin, dê di beşa sêyem de were nîqaşkirin” (Remezan Alan, 2013, r.64). Li gor mînaka APA’yê Remezan Alan vê yekê li ku dibêje em nizanin, ancax divê em li beşa çavkaniyan binêrin. Ku nav bidana belkî me ew xwendiba û bihata bîra me û me yê zehmetiya li nêrîna çavkaniyan nedîta. Lê di MLA de mirov ew zahmetî nakşîne û di warê “aîdiyeta fikrî” de hîn zelaltir e û di pêvajoya xwendinê de hemû tiştên zanistî ku divê bizanibî tê destnîşankirin. Ji van tevan jî rastiyeke heye ku mirov dema bikarbîne divê standart be.
Biqasî jêgirtinên rast û tekûz sînorên jêgirtinê û jimarên jêgirtinê jî giring in. Ji bo naveroka berhemê kîjan beşa nivîsê hewce be divê ew der bê jêgirtinkirin. Hevokek zêde an kêm dikare sûda jêgirtinê bikuje. Mînak nivîskarek di berhemeke xwe de wiha bibêje “bi şerta ku ji zimanê resen bê kirin wergerên helbestan baş e” û em rabin bêjin filan nivîskar di filan berhemê de dibêje “wergerên helbestan baş in”, em ê neheqiyeke mezin lê bikin û bibin sedema ku lênêrîneke çewt li ser wî/ê bê avakirin.
Mirov ji bo ku gotinên xwe piştrast bike an jî bi metnên dîtir ên bi mijarê ve eleqedar re têkeve nav diyalogekî, jêgirtinan bikartîne. Ji bo metnên akademîk girîngiya jêgirtinê ev referans in. Di navbera kes û mijaran de hêlên erênî û neyinî li gel hev zelal dikin. Yanî biqasî jêgirtinên piştraskirinê ên neyinî jî divê hebin lewra di piştraskirina tezê de pûçkirina wan jî hewce ye. Îcar carina jimara jêgirtinan zêde bibe gotina esil a nivîskarê metnê di nav wan de winda dibe. Mesela di heman berhema Remezan Alan de li ser mijara têkiliya li ser “folklor û netewetî” rola romantîkên elmanan heft paragraf daniye, şeşê ji wan ji jêgirtinan pêk tên. Jêgirtina yekemîn Umut Özkırımlı, a duyemîn Gürsel Aytaç, a sêyemîn Octavio Paz, a çaremîn Walter J. Ong, a pêncemîn Solokov û a şeşemîn jî Pascale Casanova. Hemû paragraf jî bi jêgirtinan destpêdikin; “Li gor Umut Özkırımlı”, “Li gor Gürsel Aytaç”, “Bi baweriyaOctavio Paz”, “Li gor Walter J. Ong”, “bi baweriya Solokov” û “lê esil Pascale Casanova” (30). Ev beş tevde du rûpelên kitêban e. Dîsa beşa li pey wê jî ji pênc jêgirtinên li ser hev pêk tên. Di nav van jêgirtinan de mirov hay ji nêrîna nivîskar nabe. Kîjan ji hevokan aîdê nivîskar e ne zelal e.
Di jêgirtinan de aloziyeke mezin jî di nivîsandina navê berheman de pêk tê. Li gor MLA berhemên dirêj ên mîna navên kitêban bi îtalîkî; navê berhemên kurt ên mîna helbest, çîrok û gotarê jî di nav dunikê de tên nivîsandin. Dema mirov behsa kitêba Şener Ozmen a bi navê Kelehê bike îtalîk tê nivîsandin, lê dema behsa çîroka “Keleh”ê bike di nav dunikan de tê nivîsandin. Ev yek ne rêgezeke kêfî û ji rêzê ye. Bi ya min giringiya wê heye. Lewra dema mirov li ser “Keleh”a Şener Ozmen binivîse û wekî metafor jî metafora “kelehbûnê” bikarbîne dê tevlîheviyek di navbera “Keleh”a çîrok û ya metaforê de pêk were. Gelo berovajiya vê rêgezê jî pêkan e? Helbet pêkan e. Lê a girîng kîjan be bila bibe di domdariya nivîsê de divê standartek hebe. Em vê standartê di Folklor û Romanê de nabînin. Mesela di navê helbesta Hecî Qadirê Koyî “Şehsewarî Belaxatî Kurdan” (55) di nav dunikê de hatiye nivîsandin lê “Siwarî” (146) ya Puşkîn bi îtalikî (Siwarî) hatiye nivîsandin. Dîsa çîroka Hesenê Metê “Êş” (55) û “Nivîskara Bêmijar” (55) a Mehmet Şarman di nav dunikê de, çîroka Qedrî Can a bi navê “Muhra Suleyman” (138) bi îtalikî (Muhra Suleyman) hatiye nivîsandin.
Şêwaza jêgirtinan jî mîna yên navên berheman diguherin. MLA dibêje jêgirtin kêmî çar rêzan di nav dunikan de biasayî (neîtalîk), zêdehî çar rêzan jî bêyî dunik bi blokkirinê tê nivîsandin. Dema mirov di nav jêgirtinê de cihê bêbandor jê bavêje bi nîşaneya “[…]”ê, ku ji hevokekî zêdetir jê bavêje nîşaneya “[….]”ê di navberê de tê nivîsandin. Îcar di vir de jî helbet ev rêgez ne “qanûnên Xwedahî” ne, her çiqas teorîzanên wêjeyê MLAê bikarbînin jî li gor hinekan ve berovajiya vê yekê jî dibe. Lê a girîng wekî me got, cardin standartbûn e. Heman standart-ne-bûn di Folklor û Romanê de dertê pêşberî me. Hinek jêgirtin bêyî dunikê, hinek bi dunikan hinek jî bu nikeke dunikê hatine jêgirtkirin. Ji bo jêgirtinan nivîskar li jimara rêzan nanêre û bi standartî jêgirtinên teorîk di nav hevokan de, yên wêjeyî jî bi awaya blokkirinê jêgirt dike. Bi rastî ev standartiyek e lê min cudahiyeke zanistî di navbera vê dabeşkirinê (yên teorîk û yên wêjeyî) de nedît.
Têbinî
Têbinî ji bo agahiyên zêde yên hewce neke tên bikaranîn da ku herikîna metnê û rêveçûna navrokê belav neke. Carina têbinî pêdiviyeke mecburî carina jî ji geremola peyvan pê ve ne tiştek e. Em ji ser mînakan biçin dê çêtir bibe, lewra her du hêlên têbiniyê jî di Folklor û Romanê de peyda dibin. Di têbiniya pêncemîn de wiha dibêje “[e]lbet em tam nizanin dema li Yekitiya Sovyetê, desthilatdarî bi temamî kete destê muxalîfên zemanekî, Gramsci fikrên xwe guhert an na. Lê herhal wî bidîta ku di dewra Sovyetê de çi hat serê xebatên folklorê, ihtimaleke mezin dê bigota, qesta min a ji îstîfadekirina folklorê ne ev bû” (32). Dema em vê têbiniyê dixwînin ne li zanîna me ne jî li ya metnê tiştek zêde dike. Lê pelek li pey wê di têbiniya heftemîn de wiha dibêje “Bilina, di edebiyata Rûsî ya gelêrî de menzûmeyên epîk in ku bêtir macerayên prens û arîstokratan vedibêjin”(34). Di vir de em têgeheke Rûsî ya wêjeyî fêr dibin, lowma ev têbinî “bivênevê” ye. Her ne wekî vê yekê bibe jî di Folklor û Romanê de di hinek jêgirtin berhemên wêjeyî de em laqê tiştekî wiha tên: “Perwîz Cîhanî, Bilîcan, Doz, 2002. Temamê jêgirtin û referansan ji vê çapê ne” (98). Şêweya vê têbiniyê wekî standartek di berhemên wêjeyî de hatiye bikaranîn. Lowma ji bo nivîskar mirov nikare tiştekî bêje lewra ew jî şeweyek ji şêweyan e û hijbijartineke şexsî ye. Lê ji bo vê şêweyê –derveyî nivîskar- hin tişt divê mirov bibêje. Bi ya min şêweyeke nekêrhatî ye. Wateya “Temamê jêgirtin û referansan ji vê çapê ne” çi ye? Ji xwe zanistîbûn vê yekê li te ferz dike, berovajiya vê yekê dibe ku bê têbinîkirin. Mînak ev yek dibe: me piraniya berhemê ji çapa kurdî kiriye lê ji hin sedemên maqûl me filan jêgirtinê ji filan çapê kiriye. Û pê ve jî heman navnîşana jêgirtan di beşa “Çavkanî”yê de heye. Ducarkirin çima? Ne diyar e. Şêweya ku çavkaniyan di têbiniyan de nîşan dike jî tê qebûlkirin. Lê her du bi hev re li aqlê min nayê. Di têbiniyan de domdariya jimarên ser têbiniyan girîng in biqasî jimara rûpelan. Di berhama navborî de bi giştî wekî naveroka tezê bêkemasî û standart e lê di destpêka her beşê de jêgirtinek kiriye û tevde bi jimara “1”ê hatine têbinîkirin. Dibe ku ev pirsgirêk di veguherandina formata kitêbê de derketibe holê, di tezê de nîn be.
Standartizasyon
Rêgezên zanistî gişt bi armanca sazkirina fêhmeke hevpar derketine. Lowma her çiqas bi ya min ya herî maqûl MLA bibe jî yên din jî pêdiviya zanînê pêktînin. A herî girîng di bikaranîna wan de standartbûn e. Hûn kîjan alavê bikarbînin hûn mecbur in standartek deynin ku her wê standartê bişopînin. Li gor şêweyên jêgirtinan şaş bibe jî ger hûn wê şaşiya xwe bidomînin wateyeke xweseriya we ji wê kirinê dertê. Ji sernivîsan heya bijartina tîpên girdek, ji nivîsandina nav û paşnavan, ji bikaranîna dunikan heya pirsnîşanan di çerçoweyeke fireh de mirov dikare vê yekê kategorîze bike. Mînak beş û binbeşê nivîsa xwe bi reqaman saz bikin, nabe ku di beşê sêyemîn pê ve binbeşê xwe ji tîpan deynin. Di Folklor û Romanê de yek ji pirsgirêkên mezin jî ev standartizasyon e. Navê nivîskaran hin caran ji nav û paşnavan hin caran ji bi tenê ji paşnavan pêktê. Em gelek caran bi tenê paşnavan jî qayil dibin. Ji bo Marx, em li benda navê Karl namînin. Lê hinek caran jî ji ber ku her xwîner hemû kesên di qada wê zanistê de nas nakin hewce dike di cara ewilîn de bi nav û paşnav bê nivîsin, peyre paşnav bi serê xwe jî têr dike. Mînak cara ewil em di rupela 30an de laqê paşnavekî tên; Solokov. Di heman rupelî de beriya wê çar navên jêgirtinê hene ku ji nav û paşnavan pêktên. Lê Solokov bi tenê nav e. Lê dema mirov tê rupela 34ê vê carê hîn dibe Solokov, Yurî Solokov e. Berovajiya vê yekê qebûla min e, lê bi vî şiklî bi ya min ne rast e. Heman tiş ji bo têgehan jî girîng e. Di dîroka wêjeyê de tevlîheviyeke têgehan heye, lewra têgehnasî ji ber tecrubeyên nû rûneniştiye. Îro em ji bo têgînekê tiştek dibêjin, sibê yeka jê xweştir dertê em wê bikartînin. Lê ev di navbera du berheman de di navbera du gotaran de dibe ku biguhere. Lê nabe ku di heman xebatê de rupel bi rupel biguhere. Di berhema navborî de di beşa “Destpêk”ê de peyva “bîblografya” (24) derbas dibe lê di dawiya berhemê de li cihê wê “Çavkanî” dinivîse. Ji bo ku mirov rê li ber tevliheviyan bigre piranî serî li kevanekan dide. Bi alîkariya kevanekê re em him têgehên nûafirandî hîn dibin him jî hay ji qesta nivîskar dibin. Di bikaranîna vê kevanekê de rêbaz bi giştî wiha ye; mirov têgeha xwe dinivîse ji bo bê fahmkirin jî a resen ango danasînê jî di kevanekê de dinivîse. Piştî ku mirov carek di kevanekê de têgeha xwe da fahmkirin pê re êdî têgeha xwe dikare bêyî a resen ango bêyî ravekirinê bikarbîne. Di berhama navborî de di vî warî de pirsgirêk hene. Di rûpela 92an de “pirrdengî” di nav kevanekê de “diyalojî” tê nivîsandin, di hevoka li pey wê bi tenê “diyalojî”, di rûpela 118ê de dîsa “pirrdengî (diyalojî)” dinivîse. Her wekî din çend peyvên ku di bîra min de mane hene. Ji bo “obje”yê “berkirde” hatiye nivîsandin lê di nav metnê de dîsa “obje” bi tenê hatiye bikaranîn. Peyva “navgînîkirin”ê bi awayekî eşkere bi me dide naskirin ku “di şûna instrumentalization de navgînîkirin bi kar anî” (23), lê di rûpela 136ê de vê carê dîsa her duyan bi awayê têgeha ingilizî di nav kevanekê de pêşkêşî me dike. Îcar bi vê peyvê re em hay jê dibin ku pirsgirêkeke dîtir jî di diyarkirina navnîşanan de, di beşa “Fîhrîsta Têgehan” de heye, li gor wir peyva “navgînîkirin”ê di rûpelên 23 û 131ê de ye lê dema em lê digerin dibînin ku esil ne di rûpela 131ê de, di rûpela 136ê de ye.
Standartbûn ji bo navên berhem û çavkaniyên jêgirtinan jî girîng e. Mirov ji kîjan çavkaniyê jêgirt kiribe, heke ew çavkanî him di nav berhemê de him jî di beşa çavkaniyê de bê nivîsandin, di vir de pirsgirêk nîne. Lê carina nivîskar di nav berhemê de navê resen ê jêgirtê, di çavkaniyan de jî navê çavkaniya ku jêgirt kiriye (ji wergera wê) dinivîse. Carina jî berovajiya vê yekê pêktê. Mînak di berhama navborî de nivîseke wiha derbas dibe “Le Folklore, forme spécifique de création” (146) di nav kevanekê de jî kurdiya wê hatiye nivîsin. Dema mirov dixwîne hêvî dike ku di çavkaniyan de navnîşanek bi vî navî hebe, lê na ji dêvla wê “Sekiz Yazı” derbas dibe. Wekî din ji bo kitêba Çernîşevksî a bi navê Nasıl Yapmalı bûye “Çawa Bike”. Dema mirov binivîse Çawa Bike wiha hest dike ku kitêb li kurdî hatiye wergerandin û behsa wê kitêbê dike. Lê tiştê ku ez zanim nehatiye wergerandin.
Encam
Mantiqa “encamê” jî wekî ya “Despêkê” ye. Li gor angaştên di despêkê de hatiye diyarkirin, angaşt hat nîqaşkirin û gihişt encamekê. Encamkirina angaştê di nav naverokê de tê kirin. Lê di encamê de cardin mijar helbet bi hevokên nû bi kurtahî tê qalkirin. Bi awakî kurt wiha tê gotin “me, weha weha kir, piştî wê me gihişt vê encamê”. Hin tiştên ku mirov nake jî hene. Mînak mirov ji hevokên di nav metnê de kopî nake, heman tiştan bibêje jî hewl dide ku bi hevokên nû pêkbîne. Her wekî din, çawa ku di “Destpêkê” de jêgirtin nedibû, di encamê de jî nabe. Ji ber ku jêgirtin bo geşkirina nîqaşê di naverokê de hatibûn bikaranîn. Di vê gurzê de dema mirov li Foklor û Romanê dinêre dibîne ku di encamê de gelek caran serî li jêgirtinan daye.
Derbarê Naverokê de
Teza Remezan Alan di gel pirsgirêkên rêbaznasiyê ji hêla naverokê ve gelek tiştên nû û nîqaşkar pêkêşî me dike. Dema Remezan Alan van tiştên nû pêşkêşî me dike piranî xwe li tiştên “neyînî” girêdide. Ev meseleya “êrênîkirin” û “neyînîkirin” balkêş e. Mirov kare heman tiştan bi şêweyeke erênî ango neyînî pêşkêş bike. Kapîtalîzm vê şeweya “erênîkirinê” baş bikartîne, lê carina jî wekî pêdiviyeke hûmanîzmayê “erênîkirin” dertê holê. Mînak ji bo ku bibêje “seqet” dibêje “xwedî astengî”; ji dêvla “qerwaş” dibêje “karkerê filan tiştî”. Remezan Alan bêtirî balê dikşîne hêlên kêmasiya berheman. Di vê kirina xwe de jî ne ku nemafdar e. Her ku parikî zêdetir bixuye jî, xalên balkêş hene. Bo mînak tespîta pedogojîkbûna berheman tespîteke hêja ye. Dîsa ravekirin û watedayîna “epîroman”ê jî bo min gelek serketî û nimûyek e bo teoriya wêjeyê. Di dersekî li ser “Realîzma Sedsala Nozdemîn” de Murat Belge ji bo Don Quixote gotibû “belê roman e, ji hin sedemên formel jî ji sedî sed nikarim bêjim roman e”. Roj ew roj e ez li pey wan sedemên formel bûm ku Remezan Alan gihişt hawara min. Kategoriyek di navbera roman û epîkê heye ku xwe bigihîne Epîka Modern cureyek hewce bû. Li pey teza Remeza Alan em dikarin vê hewcehiyê bi navê “epîroman” dagirin.
Wekî encam, ev xalên ku me li ser nîqaşkirine helbet tevahiya rêbaznasiya nivîsandina akademîk nahewîne. Lê wekî me ji ser mînakan jî diyar kir, kêm zêde dikare zimanekî hevpar a akademînûsiyê ava bike. Ev peyva “akademîk” wekî çewtiya navlêkirina “kurdiya akademîk” ji gelek kesên bi vê qadê re mijûl dibin re, wekî “sixêfek” tê kirin. Lê em dikarin di cihê wê têgînê de bibêjin “nivîsandina zanistî”, lewra me dît ku piraniya xalên jorîn ji pêdiviya zanistî, ji pêdiviya fahmeke hevpar derketiye.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Alan, Remezan. Folklor Û Roman: Li Dor Texeyyulên Berê RêçênÎroyîn. Çap. 1. Stenbol: Weşanên Peywend, 2013.
(1) Ji ber ku bi tîpên mezin sernivîsa kitêbê Folkor û Roman hatiye nivîsandin, ji vê pê ve dê ev berhem di nav nivîsê de wekî Folklor û Roman bê binavkirin.
[1]