Kela Dimdimê û Lêkirina Metnekê
Înan Eroglu
Metn ava nabe, tê lêkirin. Her wekî malekê, û malek e jixwe. Di avabûnê de bêtevgeriyek heye, di lêkirinê de midaxeleyek, destdanek, texrîbatek hinekî – wê ji ya esil bi dûr dixe û hinekî jî lihevanîn. Herçî avakirin e, ku êdî lêkereke têper e, ne kêmî halê xwe yê têneperiyê ye: erê, me ava kir, lê ne bi destê xwe! Hêzeke din li pişt wê heye, destekî din, tevî vê jî bi “xwe”yê re li hev dike, xwe bi xwe, jixweber, ji xwe re.
Ev hêzeke xwedayî ye, destê wî yê bê ser û ber e, qada ku dide ber xwe berfireh e, li sînoran naqelibe, lê sînoran di xwe de datîne. Loma ye Xwedê dinya ava dike, lê mirov malekê lê dike. An jî wekî ku Şakiro dibêje heta ku dinya xweş ava be, an jî wekî ku em dibêjin ji roja ku dinya xweş ava bû. Nexwe avabûn an jî avakirin derveyî qeweta mirovekî ye, bêna ye, şên e, di ser adetê re ye, lê di heman demê de pir adetî ye, di nerma xwe de çêdibe, ji ava xwe vedixwe.
“metn ne xwedayî ye, destekî din li pişt wê tune ye”
Ma lêkirin wisa ye? Mal? Sînorê lêkirinê diyar e, diyar e dê malek li kû li ser çi bê lêkirin. Berevajî berfirehiya avakirinê, qada wê teng e, berteng e. Cih nagire, mitewazî ye, henûn e. Dinyayek heye lê tenê malek nîne. Metn jî wisa ne, metnên pirqatî, metnên bêçavî, metnên ku di kulekê re hildikişin, metnên li pişt pencereyê. Celeb bi celeb, reng bi reng. Serê malê metnek. Ji ber vê ye metn ne xwedayî ye, destekî din li pişt wê tune ye. Ew bi qisûr e, bi destê mirovekî hatiye lêkirin.
Lêkirin sînorekî wê heye, her wekî mal û metnê. Lê di xwe de sînoran dişikîne, azad e, dîwaran tune dike. Em nabêjin ez di malê de me, bi paşdaçekekê xwe di nav cihekî de hesarge nakin. Ez li malê me, rastiya wê eve ye, û ya tebîî jî ev e. Em dibêjin, erê, ez di nav sînorekî diyar de me lê ez ne girtî me, li vê stara xwe azad im, li her derê me. Daçeka liyê, me di berfirehiyekê de bi cih dike, her wekî ku em bibêjin ez li dinyayê me, ne ku di bertengiyê de, wekî ez di zindanê de me. Yek ji awayê spasiyê yê herî xweş li cem me ye: Mala te ava! Te mala xwe lê kir û tê de stirî, lê hêvî dikim mala te zêdeyî û firehiyê ji te re bîne, nigê te li derekê nelikume, çavê te li derekê nealiqe.
“hemû çîrok malek in di esasê xwe de”
Em vegerin ser metnê û ji malê dûr bikevin. “Hemû çîrok dûrî malê dest pê dikin,” dibêje Carlos Fonseca xwe bi xwe di Muzexaneya Ajelan de, herçend hemû çîrok malek in di esasê xwe de. Me gotibû metn tê lêkirin, baş e lê li ser çi? Di hevpeyvînekê de wisa dibêjim: Kêliya ewil a çîrokê carinan peyvek e, carinan. dîmenek e, carinan hîsek e. Eger bi çavê efsûnbazekî bibêjim – ku baweriya min jî her wekî Nabokov zêdetir bi efsûnbaziyê tê ne ku bi mamostetî û çîrokbêjiyê, ew kêliya ewil ku metn an jî çîrok li ser tê lêkirin, çermê ga ye.
Bila destana Kela Dimdimê bê bîra we, çinku encax destanek bi efsûnbaziya me
re li hev bike. Herçî kronîkên şerê Dimdimê ne û esl û feslê vê kelê ne, metnê lê nake, lê ji binî de dirûxîne. (1) Motîfa çermê ga ne tenê li ba me, em ji Ordîxanê Celîl hîn dibin ku li ba gelek miletên din jî heye. (2) Jixwe encax motîfeke weha dikarî bibe bingeh bo vegotineke li çar aliyê dinyayê, hevpar lê xweser. Tu ji xwe re lê binêre, her nivîskarek li ser çermê gayî metna xwe lê dike. Ecêb e.
Gelek varyantên Kela Dimdimê hene, lê min ji hemûyan varyanteke weha kurt ji xwe re çêkiriye ku êdî plota lêkirina metnekê/çîrokekê ye: Emîrxanê Çengzêrîn piştî ku di şerekî de li gel sefewiyan bi ser dikeve, Şah Ebas jê daxwaza wî dipirse. Çermê ga, dibêje Xan. Herçend ne bi dilê Şah e, erdekî bi qasî çermê ga dide wî. Hildide vî çermî ji hev dike, ji hev dike, ji hev dike û dest pê dike li ser wê keleyeke mezin û qewî lê dike. Tê de sarincek û cirnekî avê vedişêre. Piştî demekê Şah Ebas bi handana mirovên xwe êrîşê dibe ser Kela Dimdimê û dixwaze Emîrxanê Çengzêrîn têk bibe. Dike nake nikare bi Xan û kelê bi dest bixe, heta ku mirovekî Xan cihoka avê nîşanî wan dide û bi xêra vê yekê êdî rê li ber vedibe kelê bi dest bixe.
“Ti yek bêyî qisûrê metnekê xurt nakin, metn bi qisûra xwe heye”
Cihok qisûr e, û bêyî qisûrê metnek nayê lêkirin. Hemû tiştên berî qisûrê lêgerîn û xwemijûlkirin in. Bêyî çermê gayî ti yek ne mimkin e, dê hilweşe. Çermê ga dibe ku li gor her nivîskarî biguhere û bibe tiştekî din, dibe kurt be an dirêj, fireh an teng. Metna ku li ser wê tê lêkirin jî wisa ye, misteqîl, pirqatî, di nav hev de, çeloxwarî, labîrentî, dûz, gilover. Muhkem an sist, xurt an qels. Ti yek bêyî qisûrê metnekê xurt nakin,
metn bi qisûra xwe heye, ne ku bi bêqisûriya xwe. Hemû lêgerîn û xwemijûlkirin ji bo peydakirin û xwegihandina wê qisûrê ne.
Nivîskar jî Xanê me yê Çengzêrîn e. Dizane dê li kû li ser çi metna xwe lê bike. Sînorên lêgerîn û xwemijûlkirinê danîne û xetên bûyeran tê re derbas kirine. Lê di cihekî de şikestinek lazim e jê re, her çawa ku em dibêjin malava, herweha em dibêjin malxirab. Nexwe metn ne tenê ji bo lêkirinê, lê ji bo xirakirinê ne jî. Heta xira nebe, ava nabe. Erê. Dê çawa bişikê? Belkî bi deriyekî, belkî bi nameyekê, belkî bi xeberekê, bi poşmaniyekê, bi mikurhatinekê, xapandinek, hevokek, telefonek…
Ya ecêbtir jî ev e: Di destê her nivîskarî de çermê ga heye, lê her yek bi awayekî metna xwe lê dike, bi qisûreke cudatir. Êdî çi bêjim?Metna we ava be, Nivîsxanên Qelemzêrîn.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
1 Bo agahiyên zêdetir bnr. Cafer Açar, Safevi Kroniklerinde Dımdım Kalesi Kuşatması Ve Emirhan
Bradosti, Avesta, 2019; Elî Teter Nêrweyî, Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim di Navbera Mêjû û
Efsaneyê da, Avesta, 2019.
2 Bnr. Ordîxanê Celîl, Kürt Kahramanlık Destanı Dımdım, Wer. İbrahim Kale, Avesta, 2001.[1]