Di Helbestê De Simbêlên Arjen
#Ferzan Şêr#
“Û Arjen,wek simbêlê xwe ba dide hestan, hinek serserî, têra xwe mêr(egîd),hebek romantîk”f.ş
Simbêl li derinên din çawa ne nizanim lê li Kurdistanê her kes dizane ku nîşaneya mêraniyê ye.Lewra ye ku hê av di gunikan de nagere zarok serê pûrtên xwe yên zêrîn didin ber giyotinên jîlêtan ,da ku şivên baxçê bibin darên qewî.Bi siya simbêlê ku hîna wek xêzkirina binê hevokeke girîng e,çeng û ling bi awayeke dibe per û baskên jêhatîbûnê.Bivê despêkê re,divê him hêmayên ku em ê di gelek xalên vê nivîsê de bikarbînin bên ravebikin.
Mêranî;em ê bêjin bi bawerî û wêrekî pêşengiya civakê ye.
Simbêl;cil û bergê wê bîr û dozê ye.Alegoriya wê mêraniyê ye.Lewra ger mirov bingeha “simbêlê” hinek bikole digihe nêritiya wî.Bi taybetî di helbestê Arjen Arî de ger mijar gastîn û mêranî be bi vê hêla xwe ya nêritiyê dertê holê.Lê ger mijar evîn,hezkirin,bêrîkirin,veqetîn,dê û bav be ji nişkê ve dibe mê û dilên me miz dide.
Wî ne tenê di helbest û rêzikan de di heman demê de bi aktivîstiya xwe jî li pêşberî me ye.Di qadan de çalakvanek e,di dikan de axaftevan.Di eslê xwe de divê nivîskar ne tenê di hundirê mezela xwe de hunerên xwe pêkbînin,divê carê dikolanan de bibin mirovên ji rêzê,tevlî refê bibin.Carê jî divê destbavêjin têkoşîna şênber.Ji sedema vê erka wî ye dewleta tirk ew wek xetere ye pergalê dîtiye-wek hemû hevalên wî yên wê demê- û ew bi zindanî kiriye.Çawa li Atîna desthilatên faşîst ên cuntaya yewnan li mabeda Zeusê kitêba Yannis Ritsos ji sedema sosyalîstbûnê şewitandin; desthilatên faşîst yên îlonê jî wiha zend û bendên helbestên Arjen girêdan ew di taldegehên xwe de veşartin.Ew têr nekin guleyên nemerd birin ser laşê wî.Ya ku Arjen bi mertalan pêçaye ne tenê hebûna wî ye,wî bi xwe jî ji hebûnê xwe biwêdetir e.Di fîlma V for Vandetta de aforîzmayek heye,dibêje “Di bin vê rûpûşkê de ramanek heye,Û hûn zanin ku “Raman” guleyan derbas nake.” Û Arjen ramanek e.
Bi kelpîçên klasîk,avakirina helbestên nûjen
Di gelek sohbet û nivîsên edebî de em laqê hin gotinan tên ku şêwaza klasîk miriye .Ez bi xwe jî tevlî vê nêrinê dibim.Di navbera bizavên wêjeyî,civakî,poltîk hwd. di navbera hemû bizavan de pirên qewî hene.Li gorî diyalektîkê hinek ji wan dimrin,ji tovên xwe,yên nû dibişkivînin.Lê di mirin û çêbûnên bizavên nû de hin kêliyên hemdem hene.Em ê ji van deman re bibêjin demên “navbeynkar”.Hinek kes jî peşkên xwe li her du deman jî dixin.Endam û pêşengên van deman jî qasid û mamosteyên pêşerojê ne.Ger em vê yekê bişîbînin avahiyan,berê avahiyên kevn ên kelpîç hebûn. Niha jî hene.Lê wek mala dapîra min hinek xênî ji cil û bergên betonê li xwe dikin,lê hundirê wan dîsa herî(kelpîç) ye.Yên xaniyê ku zaroktiyê min lê bihurî jî wiha bû.Ji der ve wek beton dixuya,lê hundirê wê bi kelpîçên qalind hatibû çêkirin.Helbestên Arjen Arî jî bi vî hawî ne.Bi kelpîçan hatine ristin,lê bi mimarî û lêkirina xwe kelehen kevirîn dihesidînin.Peyvên klasîk,bi lêkirineke hosteyî pêşkeşî me dike û çêjeke bêhempa bi me dide tahmkirin.
Di vê “navbeynkariyê” de roleke wî ya dinê jî berdevamkirina mamostetiya -wî bi xwe bi nav kiriye- dibistana Cegerxwîn e.Ew bi dibistana Cegerxwîn mezinbûye.Û divê wê alê bide destên nifşê ku li pey dişopîne.Wî bi xwe di çend nivîsên xwe de xweş nîşan dike.Û nifşê nû ku li pey wan dimeşin bi dilê wî ye jî.
Helbestvanê Çiyayî
Di hejmra 44’emîn kovara Sanat Ve Hayat’ê nivîseke bi sernivîseke wiha derçû;Di Rêzikên Helbestê de Hêmayê Çiyê*.Nivîskar xwestibû hêmayên çiyê di helbestên tirkî de bigere.Mînakên xweş hebûn,ji Ahmet Arif heya Adnan Yucel,Yunus Emre hemû rêzikên di nav de”çiya” derbas dibe hatibûn analîzkirin.Wan rêzikan neynik da rûyê min.Got,kuro hay ji çiyên xwe hebe.Lewra çiya hêmayeke biqewet e,xurt e.Di helbestên kurmancî de yê ku çiya ji xwe re kiriye mertal,ango ji hêla din tual Arjen Arî ye.Ez wiha bawerim di jêrhişa her nivîskarî de hêmayeke “xwe” heye.Ahmet Telli di geleke helbestê xwe de behsa mirina çûkan dike,Ahmed Arif û enqere bûne yek.Arjen Arî jî yek ji nûnerê çiyayên xwe ye.Ew û çiya yek in.Lowma ye ku di her helbestên xwe de bi çiyayên xwe dipesine.Feqiyê Teyran a kurdan hebe,yên çiyê jî teqez Arjen Arî ye.Binêrin,çawa mêraniyê,miradakrî û bextê bi çiyayan û wan jî bi axê girêdide;
“Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax! “1
Di helbestên wî de tu carî mirov pêrgî perçebûnan nayê.Di helbestê wî de welateke çar perçe nîne.Hewlêr e,Mehabad û Diyarbekir e,Ser-û-binê Xetê ye.Ya girîngtir ew wekî her helbestvanê bêwelat e.Dervîş e,Qabbanî ew e.
“çend kirasên şînê li bejna Mehabêdê kirin!
rondikên çavên xwînê têrî çend çeman kirin.
porê weriyayî qefl qefl, keziyên dahatûyê
li Çarçira di stûyê kê de bi kemend kirin! “2
Û Eroûtîka,Lotkeya Helbestên Arî
Piştî romana Mîrname gelek rexneyên dijwar li ser erotîkî û pornografiyê weşiyan.Em bi bîr bixin ku di romanê de dikeke “pornografîk!” hebû;zilamek bi destdirêjiyeke cinsî re rû bi rû dima..Rexneyeke Y.Eroglu wê pêlê ji bo çîrokeke Rojîn Xewn di kovara çîrûskê de weşiya.Demeke kin gelek guftogoyên vê mijarê hat kirin.Lê bi liberçavgirtina wan rexneyan re ez dikarin bêjim bêjim ku lotkeya ku helbestên Arjen gihiştiyê Eroûtîka ye.Ji ber ku wî ya girîng pêk aniye û di xêza zirav a di navbera porno û erotîzmê de li ser estetikê maye.Mijara sereke ya nakokiya vê mijarê jî estetîk û “zoom” e.Ger mirov behsa delaliya tazitiyê bike estetîk,lê ger mirov “zoom” bike ji nêz de behsa her tiştê bêyî veşartin ango şifrekirin bêje dibe pornografî.Ya rastî xêzkirina xaleke wiha jî,bikaranîna hêmayeke bi vî rengî jî gelek zahmet e.Tiştê ku min di xwendina Eroûtîkayê de dît jî estetîkbûn bû.Di wê siratê de Arjen xweş meşiyaye,neketiye kendalê pornografiyê.Yên ku di dilê me veşartî ne deşifre kirine.Lê ne bi wêneyên ku hundirê mirov nîşan dide,bi hosteyiyeke ku tenê yên dilên me li ber çavan raxistiye.
Giringtirîn xalê ku di Eroûtîka de heye zimanê wê yê helû ye.Pirî caran nîqaşa ka huner bo hunerê ye ango huner bo xelkê ye,tê kirin.Felsefe bo vê yekê serê xwe diêşêîne.Mijareke felsefî ye.Ji Eroûtîka pê ve helbestên din ji bo hunerê,ya rastî bi rastiyên xwe yên hunerîn,li gor qalib û tevnên hunerî hatine hûnandin.Lê Eroûtîka hinek din xwe di nav gel de bicih kiriye..Pistepistên nav nivînan tê guhên mirov,mirov dikare pêrgî wan li dereke ku qet hêvî nake wan peyva were.Lîrîzmeke wiha ku li derdorên civatê tê efsanekirin dihundirîne.
Arjen Arî bi xwe devokên mêrdinê bikartîne.Lowma pirî caran em dibînin ku ji sînorên rastnivîsî(ne rastnivîs em bêjin “zimanê akademîk”) derbas bûye.Lê di helbestê de ya girîng deng e û ev yek li gorî beşên din ên wêjeyê destûrê dide helbestê ku li gor xwe serbest bilîze.Helbestên Arjen Arî hinek li gor vê yekê tevdigerin.Ji bo wî jî ya girîng deng e,melodî ye,yên din dikarin bên piştguhkirin.
Tiştekî din ê ku li ser vê mijarê û yê “çilçarînan” e xwe pêşvexistina Arjen Arî ye.Gelek nivîskar hene ku tenê di rabirdûyên xwe de mane.Li ser mîratên “pêşveçûnên” xwe yên berê ne.Helbet mejiyeke ciwan û ya “pîr” ne yek.Ji hêla birêvebirîa fizyolojik ve jî ne yek e.Her ku diçe têgihiştina tiştinan dijwartir dibe.Û di der nexweşîna jibîrkirinê kûrtir dibe.Di vê atmosferê de A.Arî bi Eroûtîka û Çilçarînên xwe ciwaniya xwe dikirpîne.
Têbiniyeke Şexsî
!Di vê nivîsê de wek endamekey nû ya wêjeya kurdî di çavên min de îmaja Arjen Arî çi ye vebêjim.Kovara borî bi derengî ket destê min lewra bi derengî hay ji dosyeya Arjen Arî çêbûm.Lewra nivîs hinek bil ez hatin ristin,hêvîdarim wê xwendevanên W’yê li min biborin.
Têbinî;
1-Ev Çiya Rûspî Ne ,Arjen Arî,Avesta
2-Biçe Ey Pêşewa!,Arjen Arî
Ferzan Şêr
Enqere,22,04,2010
Ev nivîs di Kovara W hejmara 32mîn de hatiye çapkirin.[1]