Cotkar û jinebiya malê
Hebû tune bû jinebiyek û kurê xwe hebûn, ew jinebiyeke xizan bû, tiştekî wê tune bû bide kurê xwe, tenê parçeyek erdê wê hebû. Pel, pincar û dar diçandin, lê têre wan nedikir.
Erdê wan bê xêr û bereket bû, her tişt lê şîn nedibû, rewşa wan pir kambax bû. Kurê wê pir li ber vê rewşê diket, rojekê ji rojan bêhna wî gelekî teng bû ji diya xwe re got ez ê ji bo jiyaneke xweş li pey bext û qismetê xwe biçim. Rondik bi ser hinakên diya wî gêr bûn û stûyê xwe li ber vê çarenûsa xwe xwar kir. Roja din kurê pîrê xwe amade kir, du nan û çend serî pîvaz xistin tûrekî û avête milê xwe û li kerê xwe siwar bû, pişta xwe da felekê û berê xwe da oxirê. Bi roj dimeşiya û bi şev bêhna xwe vedida, di newal û geliyan re bi gelek gund û bajaran re derbas bû .li ser rê cotkarekî silav lê kir û bi baldarî lê nihêrî û jê pirsî diyare ku tu li van deran xerîbî, tu ji ku têyî û bi ku ve diçî??. Kurê pîrê got xalo ez bi pey qismetê xwe ketime. Cotkar keserek kişand û got tu dikarî li qismetê min jî bipirsî??, ev pênc sal in ku ez genim diçînim ji nişkê ve reng lê reş dibe û hişk dibe. Kurê pîrê soz dayê ku li qismetê wî jî bipirse û bi rêya xwe de çû. Roja din êvarê li ber golekê sekinî ji bo destê xwe bişo, çû ser gola avê masiyekî serê xwe ji nav avê derxist û got tu bi ku ve diçî?
Xort got: ez li çarenûsa xwe digerim, kurê pîrê soz dayê û li bin darekê xwe dirêj kir. Piştî ku bi dûr dikeve diçe bajarekî. Leşkerê wî bajarî çawa ku çav li wî dikevin wî digrin û dibin li pêşber keyayê wî bajarî . Keya bi dengekî bilind jê dipirse tû kî yî û bi ku ve diçî?? Ji mêj ve kesekî xerîb nehatê bajarê me. Kurê pîrê li pêşberê wî bi heyecan bû û got ez kurekî feqîr û gundî me, ez li pey qismetê xwe ketime, ez li çarenûsa xwe digerim. Keya bê deng dimîne û piştre dibêje: ez xwedî mal û milk im, erdê min zehf in û keriyê min bê hesab in, kurekî min heye baş xwendiyê lê dîsa jî xemgîn im. Eger tu çûyî li çarenûsa min jî bipirse. Kurê pîrê soz da û bi rêya xwe de çû. Piştî heft rojan li ser rêya xwe li xaniyekî rast hat, pîrejineke mîna diya wî li ser dikê runiştî bû. Kurê pîrê kerê xwe li ber derî girêda û got: roja te bi xêr be, kebaniyê jî roj bi xêriya wî kir û got: were rune, lê xort dît ku der û ber hinekî gemarî ne, xwest hinekî jê re paqij bike. Kêfa pîrê jê re hat û got: Ê baş e, ez jî ji te re xwarinê amade bikim. Xort ber derî paqij kir û xwarina xwe xwar. Kebaniya pîr jê pirsî: tu bi ku ve diçiyî. Xort got: ez li çarenûsa xwe dipirsim. Kebaniyê li çavên xort nihêrî û gernijî û jê re got: ka destê xwe bide min, her du çavên xwe jî bigire û guh bide min.ez ê qala paşeroja te bikim. Xort dest dayê. Kebaniyê got vegere mala xwe, sê qismetên xweş li benda te ne, belkî tu yekî ji wan hilbijêrî, mal û milk ê xwedê ye dê tu pir dewlemend jî bibî. Xort pir kêfxweş bû û yekser rabû ta ku vegere mala xwe, lê li ber derî cotkar, masî û keya hatin bîra wî û ji pîrê pirsî çarenûsa wan. Pîrê got: kurê min keya kurekî xwe heye lê ew ne kur e ew keç e, kincên xotan li xwe dike, ji keya re tenê ev zarok çêbûye, naxwaze hikum ji dest here lewma vê raza xwe vedişêre û xemgîn e. Em a masî ew keçek e pir bedew e, pîresihrekê sihir lê kiriye. Derziyek di pişta wê de ye eger kes bê re bizewice û wê derziyê bikşîne ew dê bibe keçek e xweşik. Lê Cotkar erdê wî li ser kona zêr e, eger hinekî bikole wê zêr bibîne. Piştre xort xatir ji pîrê dixwaze û vedigere mala xwe li ser rêya xwe diçe cem keya û pê re dibêje:
Kurekî te heye lê ew keç e, ji bo textê xwe ji dest nedî te ev raza xwe ji kesî re negotiye. Keya dibêje: Rast e, tu yekane kesî bi vê razê dihisî, were bi keça min re bizewice û li ser textê min rune. Xort pêşiyaza keya qebûl nekir û got: ez ê herim mala xwe li benda bextê xwe bim. Keya pir li ber wî da lê bê sûd bû. Piştî wî bajarî xort diçe li ber gola ku masî tê de dît, masî serê xwe lê rakir û piştre xort jê re got ku bi pişta te de derziyek heye, eger ku kes bi te re bizewice û wê derziyê bikşîne dê tu vegerî wek berê. Masî kêfxweş bû û got de derzî ji pişta min bikşîne, ez ê bi te re bizewicim, wê mal û milkên min yên te bin. Kurê pîrê got ez ê li benda bextê xwe bim li malê û di rêya xwe de diçe.
Piştî demekê cotkar dibîne û jê re li ser bextê wî dibêje: xwe newestîne, di bin zeviyê te de konek zêr heye, eger tu hinekî bikolî tu zêr bibînî. Cotkar pir kêfxweş bû û got eger ku alîkariya min bikî bi derxistina zêr de, em ê bi hev re dewlemend bibin. Lê dîsa jî qebûl nekir û bi rêya xwe de çû wek bayê bezê ta ku gihişte mala xwe, çû destê diya xwe û got wê bextê me pir xweş be. Êdî kurê pîrê her roj li ber derî, li ser dikê li benda bextê xwe. Roj û meh derbas bûn bextê wî nehat, her diçû hêviya wî kêm dibû, rojekê dît keybaniya ku mizginiya bextê wî dabû li ser rê xuya kir. Keybaniyê jê re got tu çawa yî kurê min, xort bi dîtina pîrê pir kêfxweş bû û jê re got ev bû demeke dirêje ku li benda bextê xwe me lê heta niha min tu tişt nedît . Keybaniyê bi girnijîneke xembar wiha got: kurê min bext û qismetê te sê caran hat ber lingên te lê te ew nedît. Keya xwest tu li şuna wî bibî keya û keça wî bixwazî te qebûl nekir û masî û cotkar jî wiha bû lê te qebûl nekir.
Kurê min eger bextê te carekê vebû divê tu ji dest nedî, carekê çû û pê ve pir zore tu bibînî. Xort pir xemgîn bû li ser şaşiyên xwe, serê xwe rakir ta ku bipirse ku niha û pê ve çi bike lê hew dît ku keybaniyê ji ber çavan wenda bû...[1]
Çavkanî: Ji devê pîra bi navê Fatxilêf ku bi temenê xwe 53 salî ye