Bila Kurd xwe nexapînin, Tirkîye nabe dewleteke demoqrat!
Sıraç Oğuz
Ji despêka damezrandina Komara Tirkiyê heta roja îro, bi dehan caran Kurd bi komkujî hatin qetilkirin. Muxabin Kurdên Bakûrê Kurdistanê qet ders ji van komkujî û zilma ku ji dewleta Tirkan dîtibûn, ders negirtin.
Kurd bi giranî bûn enternasyonalist û olperest.
Ji al û niştimaniya xwe dûr ketin.
Bi rengê olî û ҫepgirî tevgerîyan û ji xwe zêdetir, ji Tirkan hezkirin.
Ji zimanê xwe zêdetir ji zimanê neyarên xwe hezkirin.
Ji bo milletê xwe li avakirina cîh û war negerîyan.
Ji bo milletên dagirker, daxwaza koşk û serayên nû kirin.
Xwedêgiravî, bi biratî û aşîtî û demokrasîya derewîn Kurd xapandin.
Dîsa jî, dewleta Tirk hebûna Kurdan ne jî Tirkan biratiya Kudan qebûl kir.
Zilm û zordarîya dewletê bi bahaneya terorizmê îro jî hê li ser milletê Kurd berdewam e.
Her roj ciwanên Kurd tên kuştin.
Jinên Kurd li ber derê zîndanan tên copkirin.
Mixabin ne ji parlamenterên esil Kurd, ne jî ji mixalifetê deng derdikeve.
Ҫend roj in Kurd li pey lêdana serokê CHPê Kiliҫdaroglu ketine.
CHP dameranerê Komara Tirk û Partiya Kemalîstan e.
Heyştê sal berê rêvebirê CHPê û wezîrê hundirîn Mahmut Esat Bozkurt gotinên ku ji bo Kurdan gotibû jibîrkirine.
Mahmut Esat Bozkurt digot; “Efendiyê vî milletî Tirk in. Ê bi eslê xwe ne Tirk in, li vî welatî yek heqê wan heye, ew jî koletî û xizmetkari ye” ” (21 Eylül 1930, Son Posta Gazetesi)
Li ser gotinên Bozkurt 80 sal derbas bû lê CHP qet nehat guhertin. Serokê CHPê yê îro Kemal Kiliҫdaroglu, ji wan mezinê xwe jî xirabtir û bêbext derket.
Kemal Kiliҫdaroglu ji demekî berê digot; “Eger li Bakûrê Iraqê dewleta Kurd bê damezrandin, ezê ҫeka xwe bigrim û dijî wan şer bikim”.
“Xîreta min, dewleta Kurdan qebûl nake…”
“Ez Tirkê Xorasanême…”
“Ez ji herkesî zêdetir beşdarî merasimên leşker û şehîdan bûme…”
Bi kurtî, ewҫend xwe Tirk û xwedîyê dewleta Tirk bibîne jî, disa jî kar nake.
Jiber ku bi eslê xwe Kurdekî Elewî ye û ji Dersimê yê.
Lê tişta herî balkêş ew e ku, Kurd û Partiyên Kurd li partiya kemalîst û li serokê wî xwedî derdikevin.
Milletek an jî dewletek di sed salî nebe demokrat, mirovên ku îro li benda demokratbûna wan bin, exmeqin. Ew exmeqî jî îro bûye para Kurdan. Heta roja îro çawa ku Tirkiye nebûye dewletek demoqrat, ji îro şûnd va jî nabe. Hemû şaredariyên Tirkiyê û Kurdstanê jî bikevin destê partiya kemalista, disa jî demokrasî û wekhevî li derîyê Tirkiyê ra derbas nabe .
Divê Kurd ji bo xatirê bav û kalan, ji bo şehîdên Kurdistanê, ji bo al û ziman, ҫi ji destê wan were, bi xîret bin û bixebitin.
Jiber ku ҫareya xilasbûnê xwediliderketina xalên neteweyî ye û tu rêyeke din jî ҫare nîne.[1]