Navê pirtûkê: Esîrî Şaîrekî Şoreşgêr ê Qonaxa Piştî Hacî Qadirê Koyî
Navê nivîskar: Kerîm Şareza
Navê wergêr: Zîya Avci
Wergera ji ziman: Soranî
Cihê çapkirina pirtûkê: Enqere
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020
Rûpel: 154
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ev xebata kurt lê hêja a li ser şair û rewşenbîr Seyyîd Huseyînzade Evdelxaliq Esîrî ê ji alîyê me Kurdên bakurê Kurdistanê ve kêm tê naskirin, a mamoste Cebar Cebarî û Kerîm Şareza a bi navê Şairekî Şoreşgêr ê Piştî Qonaxa Hacî Qadirê Koyî ye. Mamoste Cebar Cebarî bi pêşgotineke gelekî hêja bi awayekî xweşik behsa jîyan û serpêhatîyên şairê me Evdelxaliq Esîrî kiriye. Ji ber vê bi min, ne pêwist e ku careke din şairê me ê şoreşgêr û welatparêz di vê kurtedaxuyanîyê de bidim nasîn.
Mamoste Kerîm Şareza jî bi lêkolîn û şiroveyên xwe ên li ser naveroka şi’irên şairê me karekî hêja kiriye û ew bi desteyek şi’irên wî re gihandiye ber destê xwendevanan.[1]