Navê pirtûkê: Hefsar
Navê nivîskar: #Hesenê Metê#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Peywend
Sala çapê: 2018
Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse.... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.
De ev çi ye ji bo Xedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsan e ku ez pê ve hatime gidêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim... bi gotinên pûç û vala!
Na, ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne, Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir... bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim, ez ê çîrokê dirêj nekim. êz ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim... (Ji romanê) [1]