=KTML_Bold=#Ehmedê Xanî# û Tifaqa Kurdan=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Ehmedê Xanî helbestvan û Fîlozofê Kurd yê ku di nav civaka kurdan de herî zêde tê naskirin. Xanî kedkar û xemxwarê gelê xwe bû. Wek tê zanîn Şêx Ehmedê Xanî di sala 1651an de piştî peymana Qesr-î Şîrîn ku di navbera Tirk û Farisan de hatibû îmzekirin, hatiye dinyayê. Taybetmendiya peymana Qesr-î Şîrîn ew bû ku di dîrokê de cara yekem Kurdistan bû du parçe û ji aliyan Tirk û Farisan ve hate parvekirin. Rewşa Kurdistanê a wê demê ya civakî û siyasî tesîra xwe li ser Ehmedê Xanî kir û Xanî kir kedkar û xemxwarê gelê xwe. Herwiha rewşa Kurdistanê ya wê demê tesir li ser jiyan û berhemên wî jî kir û bû sedem ku Xanî pênûsa xwe ji bo milletê xwe bişîxulîne û temenê xwe di xizmeta gelê xwe de derbas bike. Sedema navdariya Xanî ya mezin ew bû ku Xanî Mem û Zîn bi zimanê Kurdî nivîsand. Xanî rexneyan li serdestiya zimanê din dike û bi riya Mem û Zînê derdê dile xwe dinivîsîne. Xanî li ser nivîsandin û bahanekirina Mem û Zînê ji bo derdê xwe wanî dinvîsîne:
Şerha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim bahane
Di encama nivîsandina Mem û Zînê de Manîfestoya Kurdistanê dedikeve holê. Belê Mem û Zîn îro jî ji bo kurdan Manifestoya Kurdistanê ye. Em hêvî dikin ku her Kurd Mem û Zînê bixwînin û ders û îbretan jê werbigirin. Xanî netewperwerekî Kurd bû ku mirov dikare bêje Xanî Îdeologê Netewperweriya Kurdî ye. Di dîrokê de cara yekem Xanî bindestiya kurdan û mafê dewletbûnê ji bo kurdan li hember dagirkerên Kurdistanê bi awayekî eşkere anîye ziman. Xanî netewperweriya Kurdî di sedsala 17'an de di beriya şoreşa Fransî bi sed salî aniye ziman. Netewperweriya Kurd ji metîngeriya Ewropa jî kevintir e. Lê mixabin Kurd 300 salin hişyar nebûn. Ehmedê Xanî jê bêtifaqiya kurdan gelekî dilgiran bû ku îro jî ew nexweşiya bêtifaqiyê di nav kurdan de berdewame. Xanî hestên xwe ê di warê tifaqê de di helbestên xwe wanî dianî zimên:
Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me re dikr xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Xanî çareseriya derdên kurdan di tifaq û yekitiya kurdan de didît. Ger em Kurd îro jî guhê xwe bidin Seydayê Xanî dê pirsgirêkên me ên netewî çareser bibin.
Ehmedê Xanî ji kurdan çi dixwest:
1 – Tifaq dixwest
2 – Yekitî dixwest
3 – Serok û rêberên netepwerwer dixwest
4 – Xwedî lê derketina zimanê Kurdî dixwest
5 – Netewperwerî dixwest
Ji bo ku neteweyek xwe li hember pişaftina dagirkeran biparêze pêwîst e ku di beriya her tiştî de ewilî zimanê xwe biparêze û xurt bike. Di vî warî de pêngava yekem Ehmedê Xanî avêtiye û li hemper serdestiya erebî a di medreseyan de ferhenga Nûbihara Biçûkan nivîsandiye û cara yekem zimanê kurdî bi saya vê ferhengê di medreseyên kurdan de ketiye nava perwerdehiyê. Xanî gelekî di bin tesîra dagirkirina Kurdistanê de maye ku wê demê Kurdistan ji aliyê tirk û farisan hatibû dagirkirin. Rewşa Kurdistanê ya wê demê tesir li ser berhemên Xanî jî kirine ku Xanî di helbestên xwe de dilgiraniya xwe tîne zimên û ji kurdan re li çareyekê digere. Xanî dixwaze ku kurd di bin sîwana rêberekî de bicivin û tifaqa xwe ava bikin da ku Kurdistanê rizgar bikin. Netewperwerê kurd Xanî gelekî tekoşîn kiriye lê mixabin fikrên wî ji aliyê gelê kurd ve nehatine pratîzekirin. Îro derfeta pratîzekirina fikrên Seydayê Xanî di destê gelê kurd de heye. Ew jî berpirsiyariya serok û rêberên kurda ne. Em bangî serok û rêberan dikin da ku guhê xwe bidin Ehmedê Xanî. Ne tenê serok û rêber divê kurd bi tevahî guhê xwe bidin Ehmedê Xanî û bi taybetî jî di mijara tifaqê de ku îro ji her demî zêdetir ji me re pewîst e. A duyem jî divê kurd di warê netewperweriyê de Ehmedê Xanî bişopînin.
Wek dîtina Mem û Zînê ku di rojeke Newrozê de pêk hatiye, bi hêviya dîtina tifaq û Kurdistaneke serbixwe di rojeke Newrozê de. [1]