=KTML_Bold=Tekoşîna Netewî û Kurd=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Di rewşa kurdan a îro de pêdiviya kurdan bi tekoşîneke netewî heye. Lê, mixabin kurd bûne 10 parçe û di nav tevger û partiyan de dabeş bûne. Ji ber sedemên bêtifaqiyê jî ji tekoşîneke netewî a hevpar dûr in. Her tevger û partî riya xwe rast dibine û îdia dike ku ew tekoşîna netewî dimeşînin. Gelo şert û mercên tekoşîna netewî çine? Pêwîst e tekoşîna netewî li ser kîjan bingehan bi rê ve biçe? Em ê di derbarê tekoşîna netewî û girîngiya wê ji bo gelê kurd de nêrînên xwe bi we re parve bikin.
Wek ku tê zanîn doza kurdan dozeke netewî ye û çareseriya wê jî ew e ku tekoşîneke netewî a ku daxwaza mafên gelê kurd ên netewî bike. Ji bo tekoşîna netewî pêwîst e mirov xwediyê rihekî netewî be. Divê her partî, tevger û kesayetên ku tekoşîna netewî dimeşînin bi her awayî kurdayetiyê bikin û di her merhaleyên jiyanê de kurdewar bijîn.
Doza netewî li ser dazwazên netewî dimeşe. Kurdistan îro ji aliyê dagirkeran ve hatiye dabeşkirin û parçekirin, Kurdistana ku hatiye parçekirin ji aliyê tirk, ereb û farisan ve hatiye parvekirin. Daxwaza tekoşîna netewî a yekem lazim e axa Kurdistanê be. Serkeftina tekoşîna netewî jî ancax bi derxistina dagirkeran ji axa Kurdistanê gengaz e. Eger ax neyê rizgarkirin tekoşîna netewî 100% bi sernakeve.
Eger armanca tekoşîna netewî ne rizgarkirina axa Kurdistanê be nabe mirov ji wê tekoşînê re bibêje tekoşîna netewî. Ehmedê Xanî di beriya 300 salî xwestiye ku kurd dozeke netewî bimeşînin. Piştî wî di sala 1907’an cara yekem daxwaza mafên netewî ên kurdan ji aliyê Ebdusselam Barzanî ve hatiye kirin. Lê, mixabin piştî 109 salan dazwazên me ên ji Tirkiyê ne di asta daxwaza Şêx Ebdusselam Barzanî de ne.
Tekoşîna netewî di her qadê jiyanê de tê meşandin. Lê pêwîst e ev tekoşîn li ser esasên kurdayetî û kurdewariyê were meşandin. Lazim e tekoşîna netewî hem di warê polîtîk û hem jî di warê çandî(kulturî) de were meşandin. Ji her du ya yek kêm be wê tekoşîna netewî kêm bimîne. Bingeha tekoşîna netewî zimanê kurdî ye. Eger tekoşînên ku di warê polîtîk û çandî de tên meşandin ne bi zimanê kurdî bin ew nabin tekoşînên kurdan ên netewî.
Tekoşîna polîtîk a netewî lazim e bi zimanê kurdî û daxwazên netewî were kirin. Lewra zimanê polîtîkayê tesîra xwe li ser civakê dike. Em mecbûr in xwe ji her tiştê kolonyalîstan biparêzin. Divê kurd ji zimanê erebî, farsî û tirkî bitirsin û xwe jê baiparêzin. Piştî ku dewleta wan hat avakirin dê tirsa wan a li dijî van zimanên kolonyalîst nemîne. Ger em bi ziman û çanda xwe wek dagirkerên Kurdistanê bûn, hingê wateya meşandina wê dozê namîne. Lewra ferqa me ji dagirkeran ziman û çanda me ye. Ger ziman û çanda me bibe yek dozeke netewî li holê namîne.
Tekoşîna çandî jî pêwîst e li ser esasên kurdewariyê bimeşe. Kurdewarî ew e ku mirov di her qadê jiyanê de çanda kurdî bijî û bide jiyandin. Çanda me û dagirkeran ji hev cuda ne. Pêwîst e em di bin tesîra çanda kolonyalîstan de nemînin. Heta ji destê me were lazim e em di Kurdistanê de kolonyalîstan di her warê jiyanê de têk bibin û wan bêhêvî bikin. Jiyandina çanda kurdî tekoşîneke netewî ye. Serkeftina tekoşîna netewî di zimanê kurdî û jiyandina çanda kurdî de ye.
Tekoşîna netewî zimanê kurdî ye. Tekoşîna netewî jiyandina çanda kurdî ye. Tekoşîna netewî parastina maslahatên gelê kurd e. Tekoşîna netewî daxwaza axa Kurdistanê ye. Ger di tekoşîna netewî de ev nebin ew doza nabe dozeke netewî.
Mihemed Emîn Demir
Serokê Komeleya #Ehmedê Xanî# [1]