=KTML_Bold=Çîrok e, zimanê çîrokê jî bi Kurdî ye=KTML_End=
Weli Sebrî
Erê, ha!… Yek tu hatî bîra min û yek jî çiroka kerê qol û rovî.
Çîrok e, lawo. Çîrok jî nîne tê da aqil û fahm nebe. Di her çîrokê da dersek heye û baş guh bide. Di vê çîrokê da?… Di vê çîrokê da du tişt hene bala merîyan dikişînin.
Ji wan yek, şikl û şemal e. Bejn û bal, rû û rûçik, rind û bedewbûn û ....
Yek jî ne sifat, lê rewişt e. Em ê bibêjin tevgêra merîyan ya civakî û derbas bin. Niha jî em ê werin wê çîrokê, çîroka kerê qol û rovî.
Ji wî welatî, welatê bêkesan sekvanekî tere nêçîrê û şêrek dikuje. Pişt ra?… Pişt ra jî çerm dike, postê şêr diavêje ber tavê û di mebestê da jî dixwaze ziha bike. Kela kela germa havînê ye, wek germa welatê me. Postê xwe radixîne û ji wir jî dûr dibe.
Xwe bi xwe jî dibêje, xwezî ji xêra Xwedê ra niha ne li vê destê, lê li zozanan bûma. Jiber ku havîna zozanên welatê me bihara deştê ye. Ax, dilê min yo yo dilê min yo…”
Tere û ji ber çavan dûr dibe. Ne ew tenê, lê kerê qol jî li çolê û bi gera xwe ye. Çêr e diçêre û ger e ji xwe ra digere.
Di wê hatin û çûyînê da postê şêr dibîne. Radihêle, li xwe dike û berê xwe dide gund.
Ji wê çalim û quretîya wî ra gotin û hebin? Na, nîne. Axa jî ew û beg jî dîsa ew e… Şah jî ew paşa jî dîsa ew bixwe ye.
Ew bi hatina xwe ye û zarokên gund jî li ser bêderan ji xwe ra dilîzin, diqîrin, tên û terin.
Dibînin lawirek ji lawiran berê xwe daye wan û pêda pêda tê. Ne dikarin jê ra bibêjin şêr e û ne jî gur û hirç.
Jê ditirsin, direvin û ji wan zarokan hinek terin malên xwe.
Kerê qol, dibîne ji ezamet û heybeta wî tirsiyane û direvin, hema dengê xwe bilind dike û dike zîrezîr…
Bilasebeb nehatîye gotin; „ker ker e, tu palana zêr lê bikî jî dîsa ker e.”
Dotira rojê ye, roj li ava û sofî (rovî) berê xwe dide wî û tê. Bi ken û henek e, sofî. Bi dek û dolab û fêlbaz e, rovî.
Nêzikê kerê qol dibe û jê ra wiha dibêje:
“Ezîzê min, çarsim axa! Duh dema ku tu zirîyayî min zanî tu kerî…” [1]