Der barê romana (#Du cîhan yek jan# ) de.
Nivîsîn: Mehsum Nisêbînî.
Min bi meraq û coşeke xweş a wêjeyî, romana Du Cîhan û Yek Jan a nivîskar #Serkan Birûsk# xwend ku ji 420 rûpelan pêk tê. Roman bi hevkariya weşanxaneyên Ronya û Kurd-Ped li bajarê Wanê îsal ango 2022'an derketiye. Tabloya efsûnî ya li ser berga romanê ku ji aliyê Zîr Yildirimê bavê nivîskar ve hatiye çêkirin; gelek baş li naverokê hatiye. Lê mixabin navê rehmetiyê Zîr di pirtûkê de nehatiye nivîsandin. Wekî din hinek tiştên din ên wekî kêmasiyên redaksiyonê hene lê ew jî dikarin di çapa duyemîn de bêne sererast kirin.
Cîhewarên ku bûyerên romanê lê derbas dibin; dinya û cîhana cinan in. Li ser rêya koçberiyê em dibin şahidê berxwedana koçberên ji welatên cuda yên di nava daristanên tarî û bi berf de. Xwezaya daristan û ya rihê mirovan bi vebêjeriyeke hûrgilî û kelecanî hatiye gotin. Em bi evîna Ece û Janpîr dibin mêvanê bajarê Stockholmê… Her wisa jî, ji devê Şemreşê Mîrê Cinan em xwezaya şerekî dijwarî û jiyankuj a cîhana cinan kêlî bi kêlî dijîn…
Lehengê sereke yê romanê her çendî Janpîr ango Biyanbir jî be, lê dema mirov romanê diqedîne; Ehmedê Zirço bi tevger, kesayetî û vebêjeriya xwe ya di forma çîroka gelêrî de Janpîr di bin sîha xwe de dihêle.
Roman ku bi vebêjeriyeke hertiştzanî dest pê dike; bi vebêjeriyeke di forma ez de berdewam dike. Bi dorê; Janpîr, Rastim, Ehmedê Zirço, Alma keça Efrîkî û Mîrê Cinan Şemreş serpêhatiyên xwe vedibêjin…
Di romana Du Cîhan Yek Jan de Tablo, Bilûr, Hesp û Xencer xwedî wateyên taybet in. Bi taybetî tabloya hunermend Cano tesîreke nediyar li ser Janpîr dihêle…
Çîroka romanê; Janpîr di zaroktiya xwe de bûye şahidê xwestina meta xwe Nûra… Di wê rojê de Janpîrê zarok li dibistanê bûyereke nexweş derbas kiriye. Ew ji dibistanê reviyaye û li qiraxê cem di xew re çûye. Dema bavê Janpîr wî tîne malê, ew pê dihese ku xwazgîniyên mata wî hatine… Ehmed ku çîrokbêjek navdar e, nav û dengê wî li heremê belav bûye, berevajî hemû mêvanan ew wê şevê xemgîn e û dilê wî diêşe. Ew ji zarokan bêdunde ye. Badînê ji dayik û bav sêwî, hêviya wî û jina wî ye. Wan ew wek kurê xwe mezin kiriye. Badînê kurê Qeraş bêçare ye… Heskiriya wî Nûra dê bidin xortikekî ji gundekî din… Ehmedê Çîrokbêj planek ji bo xerakirina xwestina Nûrayê amade kiriye. Wî bi vê armancê çîrokek taybet û bi mebest amade kiriye. Ew ê bi rêya gotina çîroka xwe berde xwazgêniyan û bike ku Nûra û Badîn bigihîjin miradê.
Em piştî rêwitiya Janpîr a ji Stenbol, Çekoslovakya, Almanya û dawî jî Swêdê bi vê çîroka ku rengekî diyar daye romanê dihesin. Bi taybetî piştî ku li Almanya Janpîr Rastim nas dike; ew çirabîra wî ya vemirî ya li ser wê şeva tirajêdîk careke din rivîngeşî dibe. Janpîr pêşî bi alîkariya Rastim û dûre jî bi alîkariya nameyên Sarayê hemû aliyên wê şevî nas dike û paşî jî di forma romananeke biyografîk de me pê dihesîne…
Nivîskar Birûsk, di romana Du Cîhan Yek Janê de bi hêza xeyal û rastiyan ên ku li ser rûyê erda me ya çav bi rondik hatine xincerkirin; bi kurmanciyeke nûjen û kevnar, bûyerên rasteqîn û efsûnî bi ramanên felsefîk ên li ser hebûn, tunebûn, evîn û hunerê; bi pisporiya xeyal û naskirina çanda gelêrî reqifandiye, bi ahengeke helbestî û lehengliveke balkêş ya destankî ristik bi ristik bi rêzikan daye hûnandin.
Ew bi vebêjeriyeke bi herk û pêljen mirov li ser pişta hevokên rehwan ên ku dilan radike serşeh û bi guhlêdana stirana evînên dilgivêş li parzemînên cihêreng digerîne.
Ev berhemê hêja, hem dewlendiyeke bêhempa û hem jî pêşvebirineke xurt bi ziman û wêjaya kurdî re çêdike.
Di nava serboriyên romanê de, mirov dikare ligel hîskirina kelecaniya bi xeyalê xemilî ya ku di demên berê de di şevbihurkên civaka me de hebûn, ji devê çîrokbêjekî pispor, yekî mîna Ehmed ê Zirço yê ku bi peyvên çîrokên xwe, civatê bi xofecoşê sermest û bêdeng dike, jan û dilsojiya eşq û evînên diltîkirî jî bi balkêşiyeke hest bi ar, bi me dide hîs kirin û me derbasî jiyaneke efsûnî dike.
Dîsa penaberiya di nava penaberiyê de, hisret û axîna welatê bav û bavpîran; xerîbiya jandêr û tevlivên ji bo azadiya gel û war radixîne ber çavan.
Dema mirov di nav rûpelên romana Du Cîhan Yek Janê de, rêzik bi rêzik pê de diçe û dixwîne; bi jenêşî dibîne, bê çawa bi ser diklîstika evînê de, ji nav ewrên qetranî teyrokên tezînok barî bi ser dilên terişî de dibarin.
Ha berî ku ez ji bîr bikim; vê jî bînim bîra we. Jixwe berî hertiştî ya herî girîng ew e ku bêyî xwendevan di ser pira Cinîstanê re derbas bibin; ew qet nikarin xwe bi perava xelekfîlme evînê bigihînin û ji binî ve nikarin lê temaşe bikin.
Di dawiya dawî de, mirov dikare bibêje ku eşq, evîn, hêvî û janên jînbir bi hev û din re li ser rûpelên romanê dinizilin nava rûbarekî biharîn û pêl bi pêl ber bi gulpişkêfên tîrêjzêrîn ve diherikin...
Ew peyvên helbestî yên ku di nava pexşana romanê de hetine reşandin, belkî ji bo hinek xwendevanan giran werin, lê bi teybet ji bo min pir xweş, cêjdar û neqşên wêjeyî in.
Dil dixwest nivîskar hîn bêtir bahsa wê çîroka tirajîk a keça Efrîkî Almayê kiriba; bi min wisa hat ku çîroka wê temam nebûye…
Romana Du Cîhan Yek Jan ku wekî xezneya biwêj û zargotina kurdî ye divê bi sebir û baldarî bê xwendin. [1]