Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Rêwî – “Romana zimanê bê xwedî!?”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German1
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rêwî
Rêwî
=KTML_Bold=Rêwî – “Romana zimanê bê xwedî!?”=KTML_End=
Dr. Celalettin Kartal

I- Min bi sedan pirtûkên zaniest (î) bi zimanê biyanî li ser mijarên cewaz xwendin e. Bi dehan pirtûk û romanên di derbarên dîroka (=mejû) gel û kêmîna de guftûgo kirin e. Sîyaset ya dewletên rojhilat, zagon û bi taybetî jî ya Komara Tirkiyê û pê re jî ya navdewletî beşekî pêzanînên min in. Dîsan jî kêm pirtûk û romanên naskirî ji min re bûne serincrakêş û ciyê sersamiyê!
Ya rast ji wan jî tenê hinek romanên girîng, “fêrker” û tijî trajêdî her di bîra min de mane. Ew jî ev in: Cengiz Aitmatov: Rêya pale; Lêo Tolstoyî: Şer û Aştî; Franz Werfel: Çil rojî li Çiyayê Musa; Yaşar Kemal: Mihemedê Bejinzirav; Bernhard Schlink: Xwîner.
II- Lê herçend bo min ciyê daxê be jî min kêm berhemên bi zimanê dayikê (kurdî) wek roman xwendin e! Û romanên min bi kurdî xwendine jî wek “Şivanê Kurd” û “Kela Dimdim” ne wek dilê min in.
Bes li gor hemû pêzanînên min pirtûka birêz Îkram Oğuz ya bi nave “rêwî” bi babet û zimanê xwe, bi mînak û şîkariya (analîza) xwe, hîç ne kêmî romanên nivîskarên biyanî ye! Ew nîşana dîrok, hebûn û belgename ya azarkêşî û trajêdiya Kurd e; berhema zimanê netewê “bê xwedî”, bê dewlet û “bê şivan e”.
Heger mirov destên xwe deyne ser wijdanê xwe û berhevkirineke (=berawirdkirineke) bê layen (=bê alîgirtin) di derbarê wê de bike, wê derê hole ku keda birêz Îkram ya di romana bi nave “rêwî” de hêjayî xwendin, belavkirin, nirxandin û pesindanê ye! Ew hem bi kurdiyeke zelal, dewlemend û balkêş (kurmancî) û hem jî bi mijar û mînakên ronkirina xwînerên kurdî hatiye amadekirin.
Ev pirtûk ji rûpela pêşî heta ya dawîyê (288 rp.) bi zimanekî bedew û bawerîyeke (=mitmaneyeke) kurdawerî hatiye nexweşekirin. Loma di her rûpelî de hem pisporî û hem pêzanînên romannivîs jî dertên ber çavên xwîner.
Xwîner wê dibe şadê siyaseta dewleta zordest ya Tirk! Wê, Tirkiyê, hêj di despêka damezrandinê ve hem bi dek û dolaban hem bi zorî û destdirêjiyê û bi taybetî jî bi rêya perwerdekirinê siyaseteke tund û navbirdinê (=asîmîlasyonkirinê) li dijî Kurd, çand û zimanê wî, bikaraniye û tîne. Loma “rêwî”, zîrek û lehengê berhemê, dibe şadê desthilatdariyeke despot, bê sînor û hem jî siyaseteke tijî nijadperestî! Xwînerên romanê jî bi pirtûka “rêwî” dibin şadê tekoşîn, şer û pevçûna nava çep û rastgiran.
Di mînaka şer û pevçûna nava xwendevanên çepgir yên Kurd û rasgir yên Tirk de hem refgiriya “dewleta despot” û hem jî perîşaniya Kurd bi giştî tên ber çavên xwîner û xwîneran. Xwîner dibîne, ku Kurdên Bakur ji aliyê Tirkiyê ve ji mêj ve hatine tevzandin; “xesandin”, ketine nava baznekî betal! Di dawiyê de lehengê romanê Tajdîn jî dibîn e, ku dewlet di dijberiya xwe de ti cewaziyê naxwe nava şêx û mela, gundî û xwendevanan, şivan û gavanan: Her û tenê neyarê wê Kurd e!
III- Bi rêya xwendina „rêwî“ hem malwêranî û hem şikestina Kurdên Bakur di mînaka hinek gundiyên neçar û hinek jî xwendevanên zankonyan de tên ber çavên xwîner û xwîneran. Dewlet bi rêya „mamost yên bi eslên xwe Kurd“ zimanê kurdî û çanda wî li ber Kurd reş û qedexwe dike. Siyaseta ku mamoste yên bi eslên xwe Tirk hîç nakin û nikarin bikin jî, mamoste yên bi eslên xwe Kurd li dijî gelê xwe rijd û tund bi kartîn in. Bi ya min ev mezintirîn (=gewretirîn) sedema serketina dewleta Tirk û navbirdina Kurdên Bakur e! Loma di romanê de jî tê gotin, ku „kurmê darê ne ji darê be, dar na rize“!
IV- Ev romaneke hêja ye!
Balkêşe ku nivîskarê pirtûkê bi kedeke dûr û dirêj û bi dilovanî ew amade kiriye. Ez bi xwendina wê sersam mam! Min hîç nizanibû ku romanên Kurdî yên wiha nirxdar jî hene! Ma çima ev romana wiha girîng heta roja me ji aliyê Kurdan ve bi giştî ne hatiye xwendin!? Wextê mirov li bîra xwe tîne ku di roja me de bi milyonan Kurdên Bakur dev ji zimanê bav û kalan berdane û ew herroj kêmtir zimanê dayikê bi kartînin, girîngiya wê hêj bêtir dîyar dibe. Loma bi ya min romana “rêwî” bo têgihiştina pirsgirêkên Kurd baştirîn berhem e! Heger ev roman ne bi Kurmancî, anî Kurdiya Bakur bûya, bê guman ewê bi milyonan bi hata xwendin. Dîsan renge nivîskarê romanê bi xelateke bejeyî jî bi hata pîrozkirin!
Bo min tiştê gotinê ne maye. Bila destên nivîskar birêz Îkram sax be. Bila serkeftin para wî be û ew her berhemder û xwediyê temenekî dirêj be!
Dr. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.
Rêwî: İkram Oğuz, Weşanên Dozê, Çapa yekê, Îlon 2017
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 865 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Roman
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 865 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!