=KTML_Bold=Ahmet Akbaş: Vegera Welat=KTML_End=
Di van salên dawî de hinek Êzdî berê xwe ji Almanyayê didine welat, heger rewşa çûne li welat baş bibe wê hêjmara wan ya çûnin û hatinê, têkiliyên wan zêde jî bibe. Ew ji bo gorên bav û kalin xwe, ziyaretgehên xwe, milk û zêviyên xwe ku ew mîrata bav û kalan ji wan re maye, hawa û hesreta welat bistinin berê xwe didin welat. Heger şert û mercên çûnê bi temamî baş nebe jî. Ev yek jî wek hemû gelên dinya heqê wan e ku bixwazin vegerin heta lingeg li welat lingeg jî Almanyayê Awropayê be jî, min di pirtûka xwe de jî bahs kiriye (binêre, Kurd û Êzdiyatî, R, 140, Çap: 2014).
Ew çi Êzdî dibe, çi File (Ermenî) dibe, çi Cûhî dibe, çi mezhep û netewî dibe. Û ev yek wek şîrê diya wan li wan helal e. Çûna wan welat ji bo milet jî erêniye (pozitiv) di aliyê sosyal û aboriyê de.
Kurdên Kurdistana Bakur cara pêşî sala 1962'an bi navê karker ên Tirkiyê derketin Almanyayê û Awrûpayê kû Kurdên Êzdî jî di nav de hatin. Sala 1980'ê vir de bi penaberî ji ber gelek sebeban ku mercên jiyanê zor bûn ji welat derketin. Niha qasî hezar kes Êzdî mane. Hinek ji wan Êzdiyan gund zevîyên xwe bi emanetî teslimî cinar û nasên xwe yên Kurdên misilman kirine.
Yek ji wan jî gundê Kelhokê- navça Qubinê (Beşiri) ku ji berê ve xwediyê gund in, malbata Erkişan û malbata Baranan nêzî 8 sal in ku ew dixwazin vegerin gundê xwe. Rûniştvanên li wî gundî wek malbatên Güden, Tuku û yên din jî diman. Ew kêsin niha di gunde rûdinên ku bi emanetî gundê xwe dabûn wan, ew berê ve axa û eşîrên wan û cînarê wan bûne (hinek Reşkoti ne) ku ew bixwe ji eynî eşîri ne. Di dîrokê de navê êhl-eşîra wan Reşî derbas dibe niha dibêjin Reşkotî /an. Lê belê ew emanetê wan red dikin û rastî astengan tên. Ji aliyên kesên ku di gunde ne, rê nadin ku erd û milkên xwe bajon. Bi rêya qanûnî jî heqê xwe bidestxistine dîsa jî qebûl nakin. Ew jî necar dibin serî yasa û îdara dewletê didin, daku erdê xwe bajon û heqê xwe bidestbixin.
Her wisa ku min bihîstiye Kurdên Êzdî yên Midyadê, Nisêbînê jî ku xwastine vegerin gundê xwe rastî astengiya hatine. Niha ew diçin û tên.
Kar û menfatperweriya şexsî rolekî serekeye di nav civat û miletê me de dileyîze.
Gotineke Marx heye,“ Meriv hene ji bo kar û berjewendiyê xwe bavê xwe jî înkar dike.“
Bila miletê Kurd jenosîda Şengalê, Dersimê û Helebcê timî bînin bîra xwe…
Bi dîtina min çareserî:
Di dema îro de di qirna 21.an de hewqas dinya hatiye guhartin civat û milet hatine guhartin û hêjî tên guhartin. Divê pirs û pirsgirêkên civatî ne bi rê û rêbazên zor û tirsê çareser dibin. Çareseriya pirs û pirsgirêkên civat û miletan;
Bi rê û rêbazên demokratik, hevûdin fehmkirin, ji heq û hiquqên hev re hurmet kirin, aşitî û bi diyalogê ye. Jixwe di qarekterê kurdî de soz û bext danîn girînge û exlekekî û miroviye.
Di civata miletên me de kesên xwedî soz, şexsiyet, wijdan û bandora wan heye, dikarin navbeynkarî bikin û çaresiya van pirsgirêkan bikin
Ji bo vê yekê gelek bar dikeve ser milên saziyên sivil, partî û rêxistinên netewî bi van re rûnênin. Di vir de zaftir rewşenbîrên Kurd yên misilman (bisilman) deng û reaksiyona xwe divê bidin.
Ez bûyera 16-12-2019'an li Êlihê sedema ku Hikmet Erkiş û Nedim Erkiş xwastine vegerin gundê xwe û emanetê xwe bistînin, êrîş li ser wan hatiye kirin tevî mêvanê wan ku li ba wan bûne Cevzet T. Osman T. Ez wî zihniyetî rûreş û şermezar dikim.
Dawîyêde vê bêjim, di jiyana merivan de ti îradê wek îrada kesên ku xwedî heq û hiquq in bi manewiyata xwe hêz û qewet nabe.
Ev nivîsa min bi derengî be jî, min li ser xwe wek deyn û erkek dît.
12-02-2020
ahmet.akbas@gmx.net
[1]