Navê pirtûkê: 496
Navê nivîskar: #Çorê ARDA#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2016
Bayekî cemidî li ser ezmana sifrê digeriya, di hembêza ezmên de ewrên sarûgermî hedî hêdî avis dibûn. Ewrên bêwext li ser sifrê direşiyan, gotinên cemidî û tûj di pêxîla xwe de xwedî dikirin dem û demsalan, peyvên derhiş li bêjinga hişî de werdibûn, gotinên binhişî di moxila hişî de werdibûn, hemû peyvên dem û demsalan di ser hevdu de hatibûn esirandin, neqebeke asê bû gotinên negotî… Gotinên û ewrên bêwext li ser sifrê hêdî hêdî diweşiyan, dihedimî û heldiweşiyan. Gotinên negotî, hevokên esirî, bêjeyên darvekirî, gotinên serjêkirî û tekstên dojehî.
[1]